NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Sîrwan Hecî Berko
Xwendevanên hêja!

Di destpêkê de lêborîna xwe ji we dixwazim ku ev hejmar bi derengî derket.
Sedemên vê derengiyê jî çend problêmên teknîkî bûn. Berî derketina vê hejmarê bi çend rojan, compûtera min xerabû û pê re çend programên pêwîst bo amadekirina rûpelên internêtê.

Ta me hemû tiş dîsa çareser kir û compûter vegeriya wek berê, çend roj derbas bûn û NIVÎS jî ne di dema xwe de derket.

Ji ber vê yekê jî me nikarîbû hemû berhemên ku ji me re hatibûn, di vê hejmarê de biweşînin.
Eger me hemû berhem amade kiribana û ew di vê hejmarê de weşandiba, dê ev hejmar hîn derenktir derketiba, û me ev yek nexwest.

Em lêborînê ji hemû nivîskaran dixwazin ên ku berhemên wan nehatin weşandin û sozê didin wan ku ew dê di hejmara 23an de bêne weşandin.

# # # # #

Ji vê hejmarê û pê ve, xebatkarekî nû beşdarî xebata NIVÎSê dibe.
Azad Beşar, xwendevan û nivîskarek ji Qamişlo, dê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bo NIVÎS bixebite û berheman amade bike.
Ez bixêrhatina Azad dikim ê ku ev demek ku bi nûnerîtiya malpera Amûdê li Sûriyê radibe û jê re dixebite, û hêvî dikim ku kesên mîna wî pirtir bibin, da ku em bikaribin bi hevre xebatek baştir û rengîntir bikin.

Ta mehek din û hejmareke din, bimînin di nav xêr û xweşiyê de.


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]