|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
GUNEH YÊ REWŞENBÎR E! Salih Cefer
|
|||||
|
Piştî perçebûna Mihrecana helbesta kurdî li Rojavayî Kurdistanê, gelek gotin hatin kirin, û gelek helwest hatin dayîn, û gelek pirs hatin pirskirin, lê gelekan ev parçebûna xiste stûyê partiyên kudrî, hate gotin destên partiyên kurdî di vê perçebûnê de hene, û her partiyek dixwaze bêje vaye gel û rewşenbîr li dora min in, û partiya rast ya me ye. Gava merov li rewşa tevgera kurdî li Rojavayî Kurdistanê di van salên dawî de dinêre, encama nexweşiya perçebûnê bi rengekî pir giran dibîne. Tevgera kurdî li rojava bûye sê beş: 1 - Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (H.D.K.S ), (5 partî ne) . 2 - Bera (Eniya) Demoqrata Niştimaniya Kurd li Sûriyê (B.D.K.S), (4 partî ne) . 3 - Prtiyên li derveyî van herdu aliyan, ( 2 prtî ne ): - Partiya Hevgirtina Gelêr Kurd li Sûriyê . - Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê. Gelo ev hejmara han ji partiyan di vê demê de dikare çi bike? Û rola wan dê çibe? Pirbûna partiyan tiştekî normal e di cîhanê de, lê lihevnekirina wan li ser hin xalên hevbeş ji bo bercewendiyên gel tiştekî ne normal e., Ji ber ku Sûrî ber bi guhertinên gelemperî ve diçe, hêviya gel ew bû ku tevgera kurdî xwe amade bike ji bo wan guhertinan. Lê vajayî vê daxwazê, tevgera kurdî bêhtir ber bi perçebûnê ve çû! Sedemên van perçebûnan di vê demê de cihê pirsbûnê ne! Eger rewşa tevgera kurdî ya siyasî ev e, gelo rewşa tevgera kurdî ya çandî çawa ye? Di van salên dawî de gelek welatparêzên Sûrî berê xwe dane kêşeya kurdên Sûriyê, nemaze jî rewşenbîrên Sûrî. Eger partiyên siyasî newêribûn nêzîkî kêşêya kurd bibûna lê hin rewşenbîrên Erebên Sûri ev tirs dane aliyekî û nerînên xwe di warê kêşeya kurd de dan û behtir piştgêriya daxwaza mafê çandî ji gelê kurd re kirin. Ev tişt hate xwiyakirin di geşbûna têkiliyên rewşenbîrên kurd û ereb de. Ne veşartî ye ku gelek nerîn dibêjin, gava yekemîn di çareserkirina kêşeya kurd de ku bête avêtin dê mafê çandî be, ji ber dayîna mafê siyasî dijwar e, bi kêmanî di vê demê de, lê bicihkirina mafê çandî hinekî siviktir e. Li ser vê riya han gelek rewşenbîrên kurd berê xwe dane meydana niştimanî û bi rewşenbîrên welat re têkilî danîn. Ew têkilî û danûstandin cihê dilxweşiyê bûn, bi hêviya ku ew dê bibin gavên yekmîn li ser riya biratiya Kurd û Ereban û bibin gavên bingehîn di warê çareserkirina kêşeya kurd de li Sûriyê. Rewşenbîrên kurd hin gavên girîng avêtin di warê lidarxistina hin çalakiyên eşkere li herêmên kurdî wek: - Lidarxistina civînên çandî yên mehane. - Çapkirin û belavkirina gelek pirtûkan bi zimanê kurdî . - Lidarxistina mihrecana helbesta kurdî . - Lidarxistina çalakiyan bo kurteçîroka kurdî . - Lidarxistina hefteyên çandî Mirov dikare bibêje ku bi van çalakiyan tevgera çandî ji qonaxa dizî ber bi qonaxa eşkerebûnê ve çû. Nimûna herî balkêş di vî warî de lidarxistina mihrecana helbesta kurdî li Rojavayî Kurdistanê bû. Salê carekê ev mihrecan li dar diket, helbestvanên kurd ji tevayî herêmên kurdî li vê mihrecanê amadedibûn. Rewşenbîrên ereb vexwendiya mihrecanê dipejirandin û dihatin lê hazir dibûn û bi rengekî vekirî piştgiriya mafê Kurdan yê çandî dikirin. Tevî qedexekirina mihrecanê gelek caran, û derxistina astengiyan li pêş lidarxistina wê, û nebûna îmkan û derfetan dîsa jî mihrecananê roleke gelekî girîn di warê eşkerekirina çanda kurdî de lîst, ew encamek bû ji kar û xebata rewşenbîrên kurd li Rojava, dengê çanda kurd bû, ew yekîtiya rewşenbîrên kurd bû, ew dengê piştgiriya mafê çandî yê gelê kurd li Sûriyê ji aliyê rewşembîrên ereb ve bû, ew gavên yekemîn bûn ku kêşeya kurdî derdixe derveyî sînorên herêmên kurdî, û dibe kêşeke niştimanî û pêwîstiya çareserkirina wê tê daxwazkirin. Gelê kurd ne xwediyê saziyên dewletiye ku her saziyek bi karê xwe rabe, hêzên siyasî bi hêzên siyasîre bidin û bistînin û yên çandî bi yên çandî re bidin û bistînin, lê ev yek nê wê wateyê ku kurd dest bi avakirina şêwene nû di kar û xebata xwede nekin, ev şêweyên nû wê di pêşerojêde bibin bingehên avakirina hin Saziyan . Rewşenbîr dikare xwedî nerînên siyasî be, ev mafê wî ye û mafê wî ye ku andamê partiyakê be jî, lê ne mafê wî ye ku yekîtiya rewşenbîrên kurd perçe bike. Hêviya mezin ewe ku rewşenbîrên kurd nebin çend beş wek partiyên kurd. - Du mihrecan bo helbesta kurdî pêwîst bûn? - Dê bimînin du mihrecan an dê...? - Dê vegere bibe mihrecanek? Ev pirs ji rewsenbîrên ku mihrecan perçe kirin tê kirin. Çêdibe pirogramê du partiyan ne wek hev be, çêdibe partiyek bibe desthilatdar û yek bibe dijber, lê çênabe helbest an deqê wêjeyî (mebest ne helbesta kilasîk an ya nûjen) bibe du berçe. Gelo helbestvanek bûye desthilatdar û yek jî bûye dijber? Ji ber kurd ne xwedî dewlet in ku hin rewşenbîr bibin pesindarên serokan û hin jî bibin dijber û têkevin zîndanan, Kurd li Rojava negihane wê qonaxê! Eger wehaye lê guneh yê kê ye? 10-11-2002
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |