NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Rezoyê Osê
Dema hêviyên me yên zarokî bi cih ne dihatin me digot: Li çepka bidin xalo hat, ji Mêrdînê vala hat.

Belê, serkêşên me jî, di hemî rêwîbûnên xwe de, destvala bi ser tevgera gelê xwe de tên. Ango nedesthilatin ko qezencekê ji vî gelî re bikin, yan jî hêviyeke wî bi cih bînin. Lê, bi hostayî kil û kêmasiyên xwe li rewşenbîran bar dikin.

Erê, serkêşên me û bi taybetî serkêşên rêxistinên siyasî- ji ber me ji wan pêve serkêş nînin- xwe mafdar dibînin û desthilat dinasin, ko doz û daxwaza li her kesî bikin û wan di bin baskên xwe re derbas bikin. Ew xwe malxuwên pirsa kurdî, di hemî waran de (siyasî, civakî, aborî, hunerî û kulturî…) dibînin. Xwe dibînin ko kovikên farmodî ne, dikarin çi mirovê sist û laxer bi qurpînin û wan bi asanî di nava xwe de bi heşifînin. Wilo jî lgerên nav û nîşanan li gor zîlana berjewendiyên xwe bigerînin û şabaşa ji devê wan derînin û ji pênûsên wan birjînin. Lê, nizanin ko di rastiya xwe de belbelîskên peşkên buharî ne û tava wan ne ji ewrê reşbaran be bê baran dimîne. Bi ser wilo de jî xwe bi gurz û qame dibînin, xwe bi şûr û mertal dinasin û dikevine wê behweriyê de ko bi hêza Restemê zalin. Lê, nizanin ko di rastiya hebîna xwe de kiz û jarin.

Di wê behweriya xapandî de ne, ko şiyan û hêzdarin, tiştek bê wan di civaka kurdî de nikare bilive û ji çerxa wan derkeve, lê nizanin ko berê xwe dane felekê û pişta xwe dane oxirê! Ango di xewnên leylanî de dijîn, kelevajiyan dirêsin û dûrbînî ji wan şûştiye.

Destên xwe yên kop tavêjin her tiştî tanî miriyên goristanan ji ber finasên wan fedîkar dimînin û aramiyê ji ber kîn û zikreşiyên wan di gorên xwe de na pelînin, nizanin ko hemî kul û derdin, ziyander û bedbînin. Wilo jî ji civaka xwe re girêbend û kovendarin, belê bi şev û rojan mijîlî hevtalanî û hevbêrêziyê dibin, kar û xebatê ne di ber pêşvebirin û geşiya civaka xwe de dikin, lê di ber rikgîrî û tolvegerandinê xwe bi xwe de dikin. Berjewendiyên gel li ber çavên wan li rastepanê dimînin û weke hêkên qitkan têne pêlêkirin, lê berjewendiyên rêxistinî û kesayetî di rekihên hesinî de di parêzin. Tenha bi navdariya xwe, bi zirkêriya xwe û bi finasên pîs û çepel mijûl dibin. Xwe ji hev re beranên şaren dibînin, lê li ber dijmin xwe melûl û riswa dinasin.

Mixabin, û dîsa sed carî mixabin, ko hêzdarin û dikarin hin rewşenbîrên bê hêz, laxer û qels li dor xwe bicivînin û pênûsên wan ji şerê navxweyî re bikin rim û tîrê zerveşanî da bi wan kelehên herifî ji hev rizgar bikin! Wilo û dibin bandora van behweriyan de serkêşên me, di dema dawî de, berê xwe dane festîvala helbesta kurdî li Sûriyê û bi destên rewşenbîriya şelekorî ew dagirkirin, ew perçe kirin û li hev par kirin.

Di vî warî de, ez bi navê birrek (ez nabêjim hêzek, ji ber em hêvîdar in ko em tev karibin li dora yek zîlanê, zîlana gelperwerî û welatparêzî hev himbêz bikin) rewşenbîrên serbixwe banga xwe bighînim hemî berpirsiyarên pirsa kurdî ko li xwe vegerin û stiriyan bi destê rewşenbîran ne çinin, wilo jî bi navê wan ziyanan nekin.

Bi ser ko rêz, rûmet û mildariya me ji pareke mezin ji serkêşên me re heye, lê hin ji wan, yan jî bi navê wan dibin (gelacê eşîran!) û di genîgolan de pîkolê dikin da girik û çiravê rakin, û bi hêlemanî rê li ber serkêşên rûmetdar winda bikin û wan tarûmar bikin.

Ez vê helbestê di edrêsa serkêşên ko hêviyan ji xwe nakin û rewşenbîrên ko, pênûsên xwe bi erzanî dikin ardûyê gurbûna agirê rikgîriya navxweyî de diweşînin:

Serkêşî *

Serokin, ew bi malin, hem bi dozin
Bi gurzin, hem bi mertal û bi qozin
          Bi dil xwe her dibêjin, em giranin
          Belê, hêc û dur û hem hîlevanin
Ne bîna ne, ne rûdar û dilêrin
Lezok û gurgemêz û zirrekêrin
          Bi dil xwe tim dibêjin, em beranin
          Belê, sist û pexox û hêlemanin
Piyalan ew li ser goran dinoşin
Bi kopdestan sitewran tim didoşin
          Bi dil xwe her dibêjin; em rewan in
          Belê, xav û xil û hem jî nezanin
Çi xam û kilik û hem jî pênûsin
Dur û lalin li ber çavan diçîsin
          Bi dil xwe her dibêjin; em giyanin
          Belê, derd û kul û hem jî ziyanin
Mixabin, ko niyaz û qîr û halan
Silogar in ji bo hevdîl û talan
          Bi dil xwe her dibêjin; em şiyan in
          Belê, zivr û kiz û hem dilgiran in.

* Min ev helbest li bajarê Qamişlo di roja 26/10/1999 de nivîsandiye, û min nû ji reşpelikan sipî kiriye.

01.11.2002


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]