|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
RAPORA MEHRECANA HELBESTA KURDÎ YA DEHEMÎN LI QAMIŞLO Mihemed Şêxo |
||||
Îsal mehrecan ji hemî salên berê xurtir û zengîntir bû, çimkî jimara helbestvanan gihişte 46an, ji ber çi kesê xwest ku tê de beşdar bibe, wî cihê xwe tê de girt. Ji rêveçûna mehrecanê xuyabû ku helbesta kurdî mîna helbestên gelên din, cûreyên wê yên balkêş hene, ew jî bi hûnandina helbestê ve girêdayî ne, çi helbesta kilasîk be yan çi ya nûjen be. Gelek helbestên kilasîk helbestvanên mîna Seydayê Keleş, Evîndarê xemgîn, Kasî, Dildarê Mîdî, Emerê Lelê, M. Osman... pêşkêş kirin, lê ev yek nebû sedem ku helbesta nûjen jî cihê xwe bi xurtî negre, nemaze dema Rûxweşê Zîvar, Hisên Feqe, Simko , Şiyar, Diya Ciwan, Helîm Ebu Zêd, Mihemed Şêxo... helbestên xwe xwendin. Lê dimîne ku mirov li ser xalên pir ronîdayî di mehrecanê de raweste û wan bi bîra xwe bîne, ji wan: 1 - Gelek helbestvan xwedî danek nû û rêveçûnek balkêş hatin xuyakirin. Helbestên wan mîna fenerên mehrecanê bûn û bizavên wan ên nûkirinê xuya bûn. Vê yekê hişt ku beşdar bi wan kêfxweş bibin. 2- Rêveçûna mehrecanê pir bi rêk û pêk xuya bû, çi ji aliyê komîta birêveber ve û çi ji aliyê beşdaran ve. Ango, hemî tişt bi awayekî şaristanî dihat bikaranîn. 3- Xelata mehrecanê jî mamosteyê hêja Evîndarê Xemgîn, xwedanê dana helbestî û bizava rexneyî ya xurt re hate pêşkêşkirin. 4 - Helbestvanên kurd ji hemî herêmên Kurdan amade bibûn: ji Dêrikê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hisiça, Kobanê, Efrînê û Şamê. 5 - Mêvanin hêja û zana çi Ereb çi Kurd amade bûbûn û ew gelekî ji mehrecanê razî derketin. Bi rastî amadebûna wan dîrokî bû. 6 - Bi awayekî demoqrat û şaristanî komîteyeke nû ji bo mehrecana sala bê hate hilbijartin. Mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê roja koçkirina nemirê helbest û hebûna Kurdan ye, roja 22 ê çiriya pêşîn e. Ev yek rêzgirtinke ji bo bîranîna torevanê mezin Seydayê Cegerxwîn e. Sala 1993 an çend torevanên Kurd û di pêşî de Dr . Edilmecîd Şêxo , Heyder Omer , Rûxweşê Zîvar û çend kes ji koma xanî a rewşenbîrî ev Mehrecan sala pêşî li Efrînê Kela Nebî Hûrî lidarxistin . Ev bizava wayî pîmroz wê di toreya me de bi tîpin ji zêr bê tomar kirin. Daxwazek heye, çawa rêxistinên kurd parçebûne, mehrecana me jî wiha, mîna îsal perçe nekin, wê nexweşiya xwe nexin nav me de, ji bo rola wan bimîne pîroz, rola wan ji bo alîkarî û piştgirtinê ye, ne ji bo qelskirin û parçekirinê ye.
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |