|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
Dengbêj Zûlkûfê Qado: "BERÊ CIVATA DENGBÊJAN JI CIVATA WEZÎRAN NE KÊMTIR BÛ!" Salihê Kevirbirî
|
||||||
Belê gava ku me ji Dengbêj Zûlkûfê Qado ango bi navê wî yê fermî ji Zulkuf Korkmaz xwest ku bi çend gotinan xwe bi me bide nasandin, ev gotin ji devên wî derketin. Gava ku min li Rojnameya Azadiya Welat kar dikir, Zûlkûfê Qado hate serdana me. Min pê re hevpeyvîneke dûvedirêj kir. Pêdivî zêde bi gotinên dûvedirêj û tevlihev tuneye. Kerem bikin hûn û hevpeyvîna Dengbêj Zûlkûfê Qado.... ****** Mamê Zûlkûf te kengê û bi çi awayî dest bi dengbêjiyê kir? Dengbêjiya min ji dayîka min diqewime. Dayîka min Senemê kilamên govendê gelekî xweş dibêje. Kilamên din jî dibêje. Ew 76 salî ye. Babê min nedihişt ew bibêje. Ji ber ku şerm dizanî. Gava ku babê min ne li mal bûya wê kilam digotin û ez hîn dikirim. Di heft saliya min de ez hîn kirim. Wekî din êvaran gel diçû odeya kalê min û li wir kilam û stran dihatin gotin. Ez gelekî biçûk bûm. Mêran li civatê ji min re digotin ka tu kîjan kilamê hîn bûyî ji me re bibêje! Gava ku min digot wan digot tu ji kî hîn bûyî? Ji ber ku babê min li wir bû, ez ditirsiyam bibêjim ku ez ji dayîka xwe hîn bûme. Babê min û kalikê min jî meraq dikir. Lê gundiyan digot kurekî şareza ye û bi xwe hîn bûye. Lê di rastiyê de gava ku babê min ne li mal bûya dayîka min ez hîn dikirim... Cara ewil ku tê bîra te, te di wê civatê de kîjan kilam got? Cara ewil ku tê bîra min, min kilama 'Silo Bego' got ku dayîka min ez hîn kiribûm. Gava ku min ew kilam got, wan ez hildam danîm pencereya odeyê. Pir kêfa wan ji min re hat. Ez danîm wir ku ez ji her kesî bilindtir bibim. Zûlkûfê Mihê hebû ji Kurubiyê, ji min re cotek goreya qerqaş anî û wekî diyarî da min. Got tu gelek xweş dibêjî bila ev jî diyariya te be. Kilamên ku tu dibêjî bi giştî li ser çi ne, behsa çi dikin? Cih dizane. Ku civata xort û ciwanan be, ez kilamên evînî dibêjim, ango yên dilan ku jê re dibêjin ên keçikan. Heger civata mêran be û mêr ji eşîrên din zehf hatibin û dîwan giran be, ez bi piranî kilamên mêrxasiyê dibêjim. Bi taybetî jî ez kilamên mala 'Ûsivê Seydo' dibêjim. Wekî ya 'Fesîhê Mihê', ya 'Şerîfo' ku ji hêla Erziromê bûye, wî jî bi dewletê re şer kiriye û wekî din kilamên cur bi cur ez dibêjim. Heta niha tu bi kîjan dengbêjan re rabûyî û rûniştiyî. Bi awayeke dirêjahî ez dixwazim ku tu yek bi yek behsa dengbêjan ji me re bikî? Salihcan, min sê caran Reso dît. Min du caran bi wî re kilam gotine. Carekê li Kuliyê û cara din li Hecî Emeriyê. Reso piştî kilamgotinê rabû û ji civatê re wisa: "Bi bihîstina ku min bihîstiye dengbêjekî ciwan jî li vir e." Gazî min kir û got: "Kerem bike kilamekê bibêje!" Min got: "Tu destûrê didî min ku ez bibêjim?" Wî got: "Destûr ji her kesî re heye. Ez ne wekî hin dengbêjên din ên qure me. Ku kilaman dibêjin û naxwazin ku kes kilamên wan hîn bibe. Lê ez ne wisa me, ez afirîner im û ez dixwazim ku ez li civatekê bibêjim şagirt kom bibin û bidin pey min, bi milyonan şagirt kilamên min hîn bibin û ji min xweştir bibêjin." Piştî hingê min li Erziromê di Otela Baysal de Şakiro dît. Bedîhê babê wî jî pê re bû. Wî jî di otelê de kilam gotin û min jî li bal wî kilam gotin. Min hingê çend kilam gotin. Dîsa min ya Silo Bego got. Ji ber ku min ji wê kilamê hez dikir. Şakiro gelekî ji min hez kir û got: "Tu gelekî xweş dibêjî, tuyê bibî dengbêjekî baş. Ji ber ku ravekirina te pir baş e û tu dizanî ku tu çi dibêjî. Lê rehet be û şerm neke. Li civata şerm neke. Dibe ku hin kes xeber bidin û bêjin te şaş got û tiştên wisa. Lê tu li wan guhdarî neke û li ser pîşeya xwe bixebite." Babê wî jî li wir bû û gelek ji min hez kir. Lezgîn hebû ji Qeregivîça Qereyaziyê. Lezgîn hatibû Kurebiyê dawetê. Wan ji Axwêranê bûk dianî. Ez jî dengbêj bûm. Lê ew dengbêjekî mezin bû. Ez hêj ciwan bû. Me çû ji Axwêranê bûk anî. Wê çaxê dawet sê roj û sê şevan dom dikir. Wî çiqas digot min jî digot. Wê demê kilam pir bûn. Zivistan bû û hewa sar bû. Em hatin Girdûka Axwêranê. Ez li hespekî siwar bûbûm. Zîn wisa berz û bilind bû ku ez di nav de xuya nedikirim. Wê çaxê dengê min zîz bû lê dengê Lezgîn ne bi qasî yê min bilind bû. Ez di nava bûk û beybûkan de me û ew bi zilaman re bi dû me tên. Me kilam gotin. Wî gazî babê min kir got: "Ka Zûlkûf li ku ye? Dengê hespê tê, hesp kilaman dibêje!.." Piştî wî min bi Mihemedê Beylo re gotiye. Min bi Kazo re gotiye. Min bi Mihemedê Delikî re gotiye. Kesê ku di hêla kilamên mêran de herî zêde bandor li min kiriye Yado ye. Jê re dibêjin: "Yadoyê Xeragî" ew ji Qolî Meqsûda Xinûsê bû. Ew zêde nêzî me bû. Wî kilamên mêraniyê zêde digotin. Kilamên wî yên mêraniyê gelek bandor li min kir. Ew hêj dijî û niha li Stenbolê, li 'Kiraçkoyê' dimîne. Herçî Hiseynoyê Mûşî ye, min qet nedîtiye. Gava ku dayîka min ez hîn dikirim her tim ji min re behsa dengbêjên mezin û navdar dikir. Wê digot: "Kurê min di pêşerojê de dengbêjî dê bi pêş bikeve lewre hîn bibe. Em ji dengbêjên mezin van stranan hîn dibin û hînî we dikin. Hûn jî hewl bidin hîn bibin." Wê demê dengbêjekî mezin hebû. Navê wî Sîno bû. Ew ji Meledawûda Xinûsê bû. Reso jî ji Melazgirê hatibû gundê wan û bûbû şagirtê Sîno. Sîno, yek ji dengbêjên herî zor ê kurdan e. Piştî Sîno jî Ferzê dengbêjekî mezin e. Ew jî ji Melazgirê ji gundê Kevirê ye. Di dawetekê de Zekiyê lawê Mîralî ji eşîra Şêwişiyan guleyek berdide û Ferzê dikuje. Ferzê wekî 'Şahê Dengbêjan' tê nasîn. Gava ku yekî bigota;' Ferzê' yê din digot 'Şahê dengbêjan?' Ango wisa dihate nasîn. Piştî wî jî Mistoyê Heyranê hebûye. Misto ji hêla Qereyaziyê bûye û ew kurdekî elewî bûye û nav û dengê wî zêde ye. Gelek şagirtên wî hebûne. Heta Mihemedê Delikî jî şagirtê wî bûye. Sedema ku şagirtên Reso, Ferzê, Şakiro û kesên wekî wan kêm bûn û li bal wan kes tunebû jî, hebûna teyîban bû sedem ku ev kar li erdê nemîne. Ji ber ku teyîb zêde hebûn, her kes diçû ba Reso, Şakiro yan jî Ferzê kasetek jê digirt û li mala xwe bi çend kesan re kom dibûn û lê guhdarî dikirin. Kesê ku bikarîba stranan bibêje jê hildidan û digotin û yê ku nikarîba jî dest jê dikişand. Ango bi vî awayî şagirtiya wan dikirin. Mihemedê Delikî her wisa, Sidîqo her wisa... Mihemedê Delikî ku jê re Mihemedê Canşah jî tê gotin ji Qereyaziyê ye. Niha heftê salî ye. Ew jî şagirtê Misto ye. Piştî wî jî Nûroyê Meter ji Qerekoseyê ye. Û bi xwe mele ye. Min di salên 80'î de bi wî re di qehweyeke kurdan a Karakoseyê de kilam gotin. Sadiko ku xwarziyê Reso ye, bi xwe jî dengbêjekî baş e. Min bi wî re jî kilam gotin. Wî û Yado her tim bi hev re kilam digotin. Ez jî zêde bi wan re digeriyam û me bi hev re kilam digotin. Sadiqo jî ku du jinên wî hene, maleke wî li Qiriqayê û ya din jî li Gopala ye. Rehmetiyê Reso jî li Gopala mir. Zahiro min qet nedîtiye. Hemiko jî mirovê min e. Ew jî şagirtê Reso ye. Ew her tim bi Reso re digeriya. Sidîqê Şêxweliya ku ew jî ji Melazgirê ye. Ew di dema ku Demîrel Serokê Partiya Edaletê bû çayciyê wî bûye. Wê çaxê ew ciwan bûye. Lê hingê kurdî qedexe bûye û wî tenê li welêt dikarî kilaman bibêje. Wî bi piranî kilama Mala Osman Nûrî Paşa digot. Kurê Sêwdîn ji Hespreşa Qereyaziyê bû. Ew şagirtê Mihemedê Delikî bûye. Ku mirov lê guhdarî bike û rûyê wî nebîne mirov nizane ku ew Ehmedê kurê Sêwdîn e yan jî Mihemedê mamosteyê wî ye. Mehmê ku ew jî mirovê min û zaf tê û diçe, kilamên Reso dibêje. Ew dikare bi qasî du kasetan tijî bike. Quto jî ji Siwêlmezê ye. Ew jî şagirtê Reso ye. Ew jî dikare dengbêjiyê bike. Ji dengbêjan kesên ku herî zêde bandor li te kirine kî ne? Yado gelek bandor li min kiriye. Di kilamgotinê de carinan dibû ku te zora hin 'kurên camêran' dibir? Ez herî zêde bi Yado û Sidîqo re rûniştime û min bi wan re kilam gotine. Herî zêde di dawetan de ez sê roj û sê şevan bi wan re mame. Lê min zora wan nebiriye. Dibe ku wan zora min biriye. Yanî me bi şev û roj nedigotin. Me êvaran çend saetan, bi şev çend saetan û serê sibê dîsan bi çend saetan kilam digotin. Her yekî nêzîkî bîst, sî û çil kilamî digotin. Tu niha dest bi gotina kilaman bikî, heya kengê tuyê bikarî bibibêjî? Ez ji nîvro rûnêm û bêjim heya êvarê ez dikarim bibêjim. Tu ji ber xwe, dikarî çend kilaman bibêjî? Ez bi qasî pênc kasetan ên heştkilamî bibêjim. Ku hemû kilamên dengbêjan ên dirêj in. Yanî ez çil heban baş dizanim û ew ji devê dengbêjan in. Kilamên ku te bi xwe çêkirine çend heb in? Kilamên ku min bi xwe çêkirine, min şêst heb tomar kirine û hemû siyasî ne. Min her şêst nivîsîne jî. Wîkî mînak kîjan stran hene? Wekî mînak min strana Apê Mûsa çêkiriye ku gotinên wê wisa ne: Lê lê felekê te çima li me wa kir Te mala me xera kir Te çepilê xwe ji ser me rakir Konê me ji nava konan belav kir Sitûyê min li dû heval û hogirên min xwar kir Yekî mîna Apê Mûsa mamosteyê kurdan me winda kir Dilê yekî mîna Siloyê Keçel li me şa kir Her wiha, min li ser Rojnameger Ferhat Tepe bi navê 'Ferhadê Isheq' kilam çêkiriye. Min di sala 1993'yan de dayîka wî Zûbeyde Xanim dît û gelekî bandor li min kir û min stranek li ser wî jî çêkir. Çend gotinên stranê wisa ye: Zibeyyde dibêje: Qelema destê Ferhadê min zêrîn e Gulî û gotinên gelê bin dest dinvîsîneBejna Ferhadê min wekî gul û sosinên Çiyayê Sîpanê ku kovî pê digire serê gulan diçirpîneBila neyarên Ferhadê Îsaq xêrê bike Wayê qet nebîne Mirov çawa teyrê ser hêlînan digire baskên wî dişkîne Ferhad digot: Zibeyda dayê meke nelorîne Hêsirên çawan nebarîne Rişiyên şara hamûdî li dora laçika xwe ya spî nelefîne Cotek gulên sor di ber qebra lawê xwe de biçikîne Meha Adarê êvara Newrozê Tevî karwanê şehîdan Ferhadê Îsheq bi bîr bîne Di sala 1993'yan de ez li civatekê rûniştibûm ku jinên kurd jî li wir hebûn. Hevalekî ji min re got: "Ew dayîka ku laçika spî li serê wê ye dayîka Ferhad e." Min got baştir e ezê herim pê re biaxivim. Wisa bi kul û xem bû. Ez çûm ba wê. Li halê min pirsî. Min jê re got: "Ku tu hez bikî ez dixwazim li ser bûyera Ferhad stranekê çêbikim?" Wê jî qebûl kir û min qewimîna bûyerê jê pirsî û ez hîn bûm. Paşê min li ser wî stran nivîsî û çêkir. Tu dikarî hinekî behsa civatên berê bikî? Em bêjin bîst sal berê gava ku dengbêjek biçûya civatekê çawa bû? Gava ku bîst û bîst û pênc sal berê dengbêjek biçûya gundekî, wekî niha çawa ku wezîrek bê serhedê û gel lê kom bibe û daxwaziyên xwe jê re bibêje, çiqas ku gel li wan kom bibe ji wan zêdetir li dengbêjan kom dibû. Gel ji dengbêjan hêviya hin tiştan hebû. Ji ber ku dengbêj di nava gel de gelekî bêalî tevdigerin. Em bibêjin ku di navbera du eşîran de şerek qewimîbûya, dengbêjên wekî Şakiro, Reso, Yado û kîjan bûya diçû malên wan. Ji dengbêjan re dihate gotin:"Ez bi qurbana we, niha ew bûyer qewimiye, tu bi awayekî ku pêk hatiye, çawa qewimiye bûyî ku tu aliyê yekî bigirî bûyerê bike kilam." Dengbêjan jî ew bûyer dikirin kilam û digotin û bêalî tevdigeriyan. Ji ber vê yekê taybetiyên dengbêjan gava ku biçin dawetan, qdrê wan digirtin. Babê bûkê ku di daweta wî de dengbêj tunebûna zehf hêrs dibû. Çiqas siwar hatibûna wê dawetê dikarî li wî ceza bibire. Ji bo ku li dawetê dengbêj tunebûye. Cezayê wî diguherî. Hin caran kêm û hin caran zêde dibû. Wan dikarî ceza li hespekî ligel zîn girêda yan jî şeşagirekî (cureyeke tivingê). Dibû ku hemû kom bûbûna bi qelem an tiştekî din jî ew bihatana cezakirin. Ango hatina dengbêjan bo dawetê gelekî girîng bû Gava ku dengbêjek bihata malekî maliyan çi dikir? Ku em bêjin maleke feqîr bûya wan çi dikir? Ku dengbêjek biçûba mala feqîrekî, çiqas feqîr bûna jî diçû mala cîranekî ji bo mêvanê xwe tiştek peyda dikir. An jî wê malbata cîran digot ha mêvanê min ha mêvanê te. Ew êvarê kilaman dibêjin em gişt têne dora wî. Ku pezê te nebe ezê serjê bikim an ezê qazekê yan mirîşkekê serjê bikim. Tu xizmeta wî bike wisa bizane ew mêvanê me hemûyan e. Em gişt têne ba wî. Di çanda kurdî de rola dengbêjan çi ye? Dengbêj arşîveke zindî ye ku nayê şewitandin. Heta niha çiqas dîroka kurdan hatibe nivîsîn, ji aliyê neyaran ve ew hatine şewitandin û talankirin. Lê dengbêjan bi qasî ku karîne ew di serê xwe de xwedî kirine û parastine. Mamoste berê her axayek xwedî dengbêj bû ne wisa? Belê rast e, axa û beg her çawa xwedî xulam bûn; xwedî dengbêj bûn jî. Bi piranî dengbêjan axa qebûl nedikirin û ew red dikirin. Lê yên ku girêdayî axayan bûn jî hebûne. Her axayekî nêzîkî sî-çil çekdar, xizmetkar û nobedar hebûn ku di nava wan de yek jî dengbêj bû. Ew girêdahî axayan bûn. Ew dengbêj ji bo axayan bi kêrî çi dihatin? Ew dengbêj kêfxweşî û morala axa û alîkarê wî bû. Gava ku di navbera axayê wî û yekî din de şer çêbûba, dengbêj neçar bû ku pesnê axayê xwe bide her çend ku têk çûbe jî. Tu dikarî navê çend dengbêjê axayan bibêjî? Bi qasî ku ez dengbêj im jî, min bi xwe nedîtine. Lê li gorî bihîstina ku me ji mezinên xwe bihîstiye Sîno dengbêjê Qulîxan Begê bûye. Qulîxan Begê, bi mirovên xwe re xeber dişand û digot: "Herin zeviyên Sîno bikêlin û kar û marên wî hemûyan bikin û giyayê wî bidirûn û hilînin. Ew îsal li ba min e û dê ji min re kilaman bibêje nayê." Reso û Şakiro çawa bûn? Reso û Şakiro digeriyan. Ew neketin bin bandora axayan. Taybetiyên dengbêjan çi Ne? Gava ku çend dengbêj bi hev re bikevin civatekê çawa tevdigerin. Gelo ji hev aciz in an ji hev destûrê dixwazin û kilaman dibêjin. Em bibêjin di dema xwe de tu li civatekê li ba Reso rûniştiyî, tuyê çawa tevbigerî û tuyê bikarî kilaman bibêjî? Gava ku wisa be, ezê bibêjim: "Mamoste Reso izn û destûra te heye ez kilamekê bibêjim?" Yado jî hema wisa. Ji ber ku ew hem mezin û hem jî hostan e. Lewre divê mirov destûrê bixwaze. Lê gava ku çend dengbêjên di temenê hev de li civatekê rûniştibin, wê çaxê li gorî dilê civatê ye ji kî bixwazin dê ew bibêje. Gava ku dengbêjek kilamekê dibêje û hin kes di nava xwe de xeber didin gelo li zora dengbêj diçe? Erê zehf li zora wî diçe.... Gava ku dengbêj kilamê dibêje û yek qise dike, dengbêj çi dike? Dengbêj dibêje: "Ka ji kerema xwe li derve binêre ewr e yan sahî ye?!" An jî dibêje: "Li derve gazî te dikin, jinik dibêjin bila bê girikan çêbike." Bi vî awayî ew jî pê dihese û şerm dike ku biaxive.... Mamoste Zûlkûf, ji bo dengbêjan tiştê herî eyb çi ye? Ew e ku gava didin ber hev û yek yekî têk dibe. Ew didin ber hev û kilaman dibêjin kî zora yê din bir û kilamên wî xelas kirin yan westand ew zor e û yê din têk diçe û ji bo wî tiştê herî şerm e. Dengbêjê rast divê çi bibêje? Dengbêjê baş dibêje ku ez dengbêjekî baş im. Lê ji min zortir jî hene derdikevin û dibe ku derkevin û gelekî ji min xweştir bibêjin. Di dengbêjiyê de qûretî û pozbilindî xerab e... Li aliyê me dengbêjiya herêma Serhedê gelekî deng vedaye. Gelo ku tu dengbêjiya herêmên Serhed, Botan, Xerzan û Urmiyeyê bidî ber hev tu dikarî çi bibêjî. Çima dengbêjiya Serhedê wisa bi pêş ketiye? Dengbêjiya Serhedê bê saz û sazbend tê gotin. Lewre hemû gelê cîhanê ku dizanin bi bihîstina kilamên dengbêjan re şaş û matmayî dimînin. Difikirin ku ew çawa bê saz û muzîk, ew qas straneke dirêj li pey hev dibêjin û çi dibêjin û çawa çêkirine... Lê dengbêjên li herêma Xerzan bi piranî bi saz û muzîkê re dibêjin ku ew yek jî dengbêjiyê dikuje û coşa wê kêm dike. Di mejiyê her dengbêjekî kurd de Radyoya Erîvanê ciheke xweser ji xwe re terxan kiriye. Girîngiya Radyoya Erîvanê çi bû li gorî te? Çima her kesî lê guhdarî dikir? Ew ji bo gel hêvî û şewq bû. Gava ku mirov lê guhdarî dikir mirov hêvîdar dibû û ew kilamên xweş ên dengbêjan bi taybetî Karapêtê Xaço coş dida gel. Radyoyê bandoreke mezin li gel dikir û ew hîn bûbûn ku rojekê lê guhdarî nekirabana nedibû. Radyoyê kurdên her çar parçeyan digihîştandin hev û heta kurdên li cîhanê jî bi hev re dikirin yek. Berê teyîba babê min hebû û bi pîlan kar dikir.Babê min dibir nava baxçe û bi darê vedikir û hemû gundî diçûn ba babê min û lê guhdarî dikirin. Eyşe Şanê, li gorî apê min ji gundê Fîsê keça Hecî Husên e. Kaseteke wê jî li ba babê min bû û her tim datanî ser û gundiyan lê guhdarî dikir wekî din jî hemû gundî kom dibûn û dihatin li Dengê Erîvanê guhdarî dikirin. Lê zêde Kerapêtê Xaço û Şeroyê Biro derdiketin û gel kêfxweş dikirin. Em dixwazin hûn hinekî behsa mamoste Reso ango hosteyê Şakiro bikin. Reso kî ye. Çawa bû û bi çi awayî kilam digotin? Li ku derê jiyaye. Çawa û li ku rehmet kiriye û şert û mercên jiyana wî çawa bûye? Reso min di serî de jî got min tenê ew sê caran dît. Navê wî yê rastî Resûl e. Biraziyê wî Kerem demekê li ba min bû. Reso xelkê Elegezê yê Rewanê ye.Ew bi mihacirî hatine. Ji wan re dibêjin 'Mihacirê Avareş'. Elegez jî li Erîwanê ye. Gava ku ew hatine ew zêde li hêla Qereyaziyê û Xinûsê mane. Li Qereyaziyê li Gopala li Qirinqaliyê mane. Û ji zarokatiya xwe de ji li Xinûsê li gundê Mele Dawûdê bab Sînoyê dengbêj hebûye û Reso li wî gundî golikvan bûye. Ew her êvarê hatiye li ba Sîno dersa xwe dîtiye. Dersa dengbêjiyê hîn bûye. Sîno jê re kilamekê dibêje roja din êvarê dibe ba xwe ka kilamê hîn bûye yan na! Dinêre ku Reso kilam hîn bûye. Ji Sîno re dibêje: "Apo tu dikarî zêde kilaman ji min re bibêjî, ez zû hîn dibim." Bi vî awayî li ba Sîno kilaman hîn dibe. Sîno dengbêjekî mezin bûye. Wî Reso hîn kiriye. Ev gotin jî li ser gotina dayîk, bab mamê min ez dibêjim. Reso li kîjan civatê de gotiye, her tim kilama Evdalê Zeynikê jî gotiye. Yan a korbûna wî yan jî ya Sêx Silê. Wî her cure kilam zanîne. Lê ji van kilaman hez kiriye. Li gorî mezinên me, Reso ji ber ku dengbêjekî mezin bûye, lewre xwestiye kilamên dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê jî bibêje. Reso çima welat diterikîne û diçe aliyê Denizliyê? Ji bo aboriyê. Ew feqîr bûye û sê jînên wî hebûne. Ew diçe Mûşê û li gundekî hin erd dikire. Zarokên wî li wir dimînin. Ew pîr bûbû û êdî nedikarî li nava gel bigere. Lê gel arîkariya wî dikir. Ew bar dike û diçe Denizliyê. Ew diçe li parkê rûdine. Lê dinêre ku li wir kew û teyr û tûr hene. Dinêre ku gel tê û diçe lê kes bala xwe nade wî û guhê xwe jî nadin wî. Dilê wî dişewite. Dibêje; "Ez Reso bim, ez ew qas mezin bim, gava ku ez li civatên kurdan rûdinêm, ji keç û bûkan bigere û heya kal û pîran her kes têne dora min, lê li vir tu kes silavê jî nade min, destê xwe dike guhê xwe û kilama Evdal û Şêx Silê dibêje. Gel dibêje ku gelo ew dîn bûye û çi bûye. Ji ber ku wê demê kurdî qedexe bû û tu kesî bi kurdî qise nedikir, gel gazî polîs dike, polîs dibêje qey şer çêbûye çi bûye. Bi milên Reso digirin û dibin emniyetê. Jê dipirsin: "Tu dîn î çi ye?" Reso dibêje: "Heyran ez ne dîn im û ne jî dîwane. Ez dengbêjekî kurd im, navê min Reso ye. Min mala xwe aniye vê derê, lê tu kes li min napirse. Ez aciz bûm û min stranek got. Ew ne qîjandin e ew kilam e ku ez bi kurdî dibêjim. Wî didin du polîsan ku wî bibin mala wî. Reso dibêje: "Ezê bi şertekî herim mala xwe." Dibêjin: "Şertê te çi ye?" Dibêje: "Sê jinên min hene. Ezê herim malê ji jinên xwe bipirsim. Ku bi ya min bikin, ezê her sê jinê xwe bibim herim Qereyaziyê gundê Gopala. Gava jinên min bi ya min nekin, ezê her sê jinên xwe berdim û ezê bêm, hûnê bileta min bibirin û ezê herim." Polîs dibêjin: "Baş e. Me qebûl e." Polîs wî dibin malê. Ew ji jinên xwe dipirse. Jinên wî dibêjin: "Tu bi ku de herî em bi te re ne." Ew dibêje polîsan hûn herin. Ew mala xwe bar dike û diçe Gopala. Çend salan li Gopala dimîne û li Gopala dimire û wî dibin gundê Norşînê dispêrin axê. Wî kîjan kilam gelekî xweş digot? Wî jixwe hemû kilam xweş digotin. Lê ya ku av dida sekinandin kilama Mem û Zînê bû. Gava ku Reso kilam Mem û Zînê digot, derew nebe av radiwestiya. Dengê wî ji qirikê bû. Çingînî jê dihat. Gava ku tu dengbêjan bikî sê rêz tuyê çi bibêji? Ez dibêjim yekem Evdalê Zeynikê, duyem Reso û sêyem jî Şakiro. Ez çima nabêjim Sîno. Ji ber ku Sîno zêde negeriya û deng neda. Digel ku mezin û hêja bû lê nayê nasîn. Sîno ji wan mezintir bûye. Ew jî wekî Evdalê Zeynikê bûye lê deng nedaye. Lê Şêx Silê jî dengbêjekî mezin e û ji ber ku ew ne ji herêma me ye ez behsa wî nakim. Ew kurdê Îranê bûye. Mamê Zûlkûf, beriya em spasiyên xwe pêşkêşî te bikin. Ji kerema xwe re ji me re bûyara Şêx Silê û Evdalê Zeynikê bibêje, çawa û bi çi rengî pêk hatiye? Şêx Silê dengbêjê Simko ango Simaîl Axayê Şikak bûye û Evdalê Zeynikê jî dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye. Şêx Silê dişîne ba Evdal û jê dixwaze ku li ser dîwana axayên xwe bi hev re kilaman bibêjin û bidin ber hev. Evdal qebûl dike û diçe civata wan. Ew diçe Îranê û li Dîlemanê li dîwana Hecî Mehmûd sê roj û sê şevan kilaman dibêjin. Evdal wiha dibêje: Îro sê roj e me qewimî di dîwana Hecî Mehmûd de Ciyê pakî lê xerabî tiştek lê tune Ji ber Evdalê Zeynê were rayê were rayê Tu tê rayê jixwe were rayê Ku tu nayê rayê Hetanî nav û dengê Evdalê Zeynê hebe Yê yeke wisa bîne serê Şêx Silê Şêx Silê dengbêjî û şahidiyê biterikîne neke li dinyayê Şêx Silê dibêje: "Nabe bi min nabe Li seriyê re xan û manê babê Tahir Xan e Di binî de rê û distê terskiyê terekman e Ez îro li Dîlemana şewitî li topraxa Şahê Ecem im Di hizûra maqûlan de yeke wisa bînim serê Evdalê Zeynê Ku ji emrê xwe yê çûyî poşman be...." Di encamê de kilamên Şêx Silê kuta dibin û lawa ji Evdalê Zeynikê dike û Evdal jî kor dibe. Çavên wî derbeyê dibîne û kor dibe.
|
||||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |