NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Kemal Necim
1
havîn hîna ter bû


havîn hîna ter bû,
li peravên Deriya sipî.
Ji xwe havîneke biyanî bû,
mîna xwêya li ser eniyên me diçirisî.

Bayê biyaniyê li te nedihat
Nejî cilên bajêr....

...................

Tu ne bi tenê dihatî, carê, kêlîkên me xwe ji çavan didizî
bi te re birek zeriyên çiyayî, mîna zarokên dibistanê,
xwe fêrî hejmartina teliyên min dikirin.
Birek bêrîvanên koçer, bi guman, bêdengiya min didan sondê.

………

Tu ne bi tenê bû carê...
Bi dengê kenê te yê bilind re
hezar gundiyan, bi cil û bergêm kurmancî,
xwe berdidan kolanên Beyrûtê...

.................

Bayê bajêr li te nedihat
Nejî bêdengiya min....

…………….

Nameyên ku - qaşo- bi erebî bûn
Hevokên te yên nîvhûnayî
Awirên nîvço
Liva destên te
Porên te, ku te bîrnedibir ji ser çavên xwe bide alî
qerf û henekên te... û
hemû diyariyên te
li min nedihatin
nejî xwêya li ser eniya te diçirisî
zuha dikirin....

havîn hîna ter bû
ji xwe havîneke biyanî bû,
mîna xwêya li ser eniyên me
diçirisî...

..................

2
sîha şevên kurt, pişta axê hênik nedikirin


ne demsala barînê bû
û nizanim ew berf ji kîjan serdemê ve
bi ser memikên te de dibariya...
.................
di perestgeha xwedawendên te de
hînî vexwarina helbestên mê bûm..
piyala şîr ji destên min nakeve
û şagirtên min
dawiya havînê
di mestek tirî de...
dimeyên.....
..................
Wê şeva havînî, laşê te yê şahîk, bi kurmancî xwêdida
Û ahînên te ji ferhenga Çiyayê Kurmênc bûn

3
wêneyên ku ji riwê te diwerivîn, wê kêlîkê, ne yên te bûn


dibe ku
yên wî şervanê rimşikestî bûn..
yan yê Salarê xwînî
di be ku yên min bûn...

...................

4
Nameyeke Kurmancî


Vaye havîn termên min yên dawî
neşûştî
ber bi goristana vî bajarê biyanî ve dajo...
...............


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]