NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Xwendevanên hêja!

Di destpêkê de lêborîna xwe ji we dixwazim ku ev hejmar bi derengî derket.
Sedemên vê derengiyê jî çend problêmên teknîkî bûn. Berî derketina vê hejmarê bi çend rojan, compûtera min xerabû û pê re çend programên pêwîst bo amadekirina rûpelên internêtê.

Ta me hemû tiş dîsa çareser kir û compûter vegeriya wek berê, çend roj derbas bûn û NIVÎS jî ne di dema xwe de derket.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Xwendevanên hêja!
Mehrecana helbesta kurdî ya dehemîn li Sûriyê di roja 25 meha bûrî de hatibû Lidarxistin, lê mixabin li du cihan (Efrîn û Qamişlo ) bi du komît û xelatkirinên başqe.
Ev perçebûna ku li mehrecana helbestê ket bû cihê dilêşeke mezin ji me re, û me helwesta xwe derbarî vê pirsê da xuyakirin. Lê tevî wilo, me dixwest ku em hemû nêrînên cure-cur di malperê û NIVÎSê de biweşînin.
Ji ber vê yekê jî me xwe gihand helbestvan Ferhadê Çelebî yê ku xelata mehrecana ku li Efrînê hatibû li darxistin, wergirt*, li kêleka helbestvanê ereb Nezîh Ebû Efeş yê ku li mehrecanê beşdar nebibû.**

NIVÎS helbestvan Ferhadê Çelebî li bajarê Helebê dît, û ev pirs jê kir.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Mêvanên delal…
Helbestvanên hêja…

Di destpêka çalakiyên festîvala helbesta kurdî ya 10an li Sûriyê, em sipasî û pîroziya hatina we dikin. Diyar e ku ahenga me îro ji bo roja helbesta kurdî ye ya ku di civata Sûriyê de weke yek ji jêderên nasnameya me ya netewî Sûriyê ye. Ji xwe ev nasname berhemeke ji pirşareza, pirnetew û pirçandî ye di vî welatê me de. Helbet ev pirbûn taybetiyeke dîrokî û hayînî dide civata me ya ku em bi hêvî ne ku pêşerojeke tekuz ava bibe, tê de hevpariya rewşenbîriyên Sûriyê diyar be di giringtirên tabloyên beşdar, vê re jî derfet ji bo afirênera xwebera mirovantiyê vebe. Di vî warî de jî helbest weke hunereke afirêner bandora xwe a taybet bi dest dixe û dibe dernewek ji êş û dûrbîna taybetiya xwe, heke em nebêjin xemgînî û birînên xwe jî . Helbet helbest gava hayîna jiyanê ber bi çav bike, wê berxwedanê dijî vê bê çarebûna helkewtê pêş de bide. Ji ber rola helbestê vejîne, vejîneke di riya asoyên wêneyan, xewnên mirovantiyê tev li serpêhatiyan dike û derbasî azûma zimanan dibe bi armanca vegera mirov ji mirovantiyê re.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Di destpêkê de pêwîste ku mirov bejna xwe li ber her kesê ku ked daye bitewîne, ji bo mehrecana helbesta kurdî a li Sûriyê ku bi rê bikeve û lidarxistina wê her sal bibe rojeke pîroz. Ji xwe ahenga bi vê rojê erkeke netewî û mirovantiyê ye, ji bo navdariya rewşenbîriya kurdî û diyar kirina bingeh û taybitiya wê. Ji pirşaristaniyên Sûriyê berhemeke payebilinde û hevpariyeke civakî ye. Lewma pêwîste ku mirov hirmeteke mezin bide keda rewşenbîrên kurd yên gava yekem di damezrandina vê mehrecanê de avêtine û bi giranmêriya wan em her serfirazin. Ji xwe mehrecana îsal jî lêkedanek bû ji yên berê re û di vir de ez dixwazim hinekî li ser mijara rewşenbîrê kurd li Sûriyê rawestim ji layê serxwebûna ferzî û kesîtiya wî, weke endemek di civateke sivîl de û xwedanê roleke taybet di afirênera rewşeke şareza di çand û kelepora kurdî de.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Mehrecana helbesta kurdî ya dehemîn bi amadebûna piraniya helbestvanên kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Îsal mehrecan ji hemî salên berê xurtir û zengîntir bû, çimkî jimara helbestvanan gihişte 46an, ji ber çi kesê xwest ku tê de beşdar bibe, wî cihê xwe tê de girt.

Ji rêveçûna mehrecanê xuyabû ku helbesta kurdî mîna helbestên gelên din, cûreyên wê yên balkêş hene, ew jî bi hûnandina helbestê ve girêdayî ne, çi helbesta kilasîk be yan çi ya nûjen be.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Dema hêviyên me yên zarokî bi cih ne dihatin me digot: Li çepka bidin xalo hat, ji Mêrdînê vala hat.

Belê, serkêşên me jî, di hemî rêwîbûnên xwe de, destvala bi ser tevgera gelê xwe de tên. Ango nedesthilatin ko qezencekê ji vî gelî re bikin, yan jî hêviyeke wî bi cih bînin. Lê, bi hostayî kil û kêmasiyên xwe li rewşenbîran bar dikin.

Erê, serkêşên me û bi taybetî serkêşên rêxistinên siyasî- ji ber me ji wan pêve serkêş nînin- xwe mafdar dibînin û desthilat dinasin, ko doz û daxwaza li her kesî bikin û wan di bin baskên xwe re derbas bikin. Ew xwe malxuwên pirsa kurdî, di hemî waran de (siyasî, civakî, aborî, hunerî û kulturî…) dibînin. Xwe dibînin ko kovikên farmodî ne, dikarin çi mirovê sist û laxer bi qurpînin û wan bi asanî di nava xwe de bi heşifînin.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Piştî perçebûna Mihrecana helbesta kurdî li Rojavayî Kurdistanê, gelek gotin hatin kirin, û gelek helwest hatin dayîn, û gelek pirs hatin pirskirin, lê gelekan ev parçebûna xiste stûyê partiyên kudrî, hate gotin destên partiyên kurdî di vê perçebûnê de hene, û her partiyek dixwaze bêje vaye gel û rewşenbîr li dora min in, û partiya rast ya me ye.

Gava merov li rewşa tevgera kurdî li Rojavayî Kurdistanê di van salên dawî de dinêre, encama nexweşiya perçebûnê bi rengekî pir giran dibîne.

Tevgera kurdî li rojava bûye sê beş:
1 - Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (H.D.K.S ), (5 partî ne) . 2 - Bera (Eniya) Demoqrata Niştimaniya Kurd li Sûriyê (B.D.K.S), (4 partî ne) . 3 - Prtiyên li derveyî van herdu aliyan, ( 2 prtî ne ): - Partiya Hevgirtina Gelêr Kurd li Sûriyê . - Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Ji deh salan û vir ve, her sal mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê li dar dikeve.

Ev çalakî, li seranserî herêmên kurdan, dikarîbû di demeke kurt de bibe çalakiya rewşenbîrî ya herî serekî.
Di temenê xwe yê kurt de, mehrecana helbestê bûbû derfeteke giring û pîroz bo nirxandin û xelatkirina helbest û helbestvanên kurd ên Rojavayê kurdistanê.

Di dema dawî de dehemîn mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê pêk hat. Lê mixabin ko mizgîniya pêkhatina mehrecanê xwedî temnekî kurt bû, çimkî pêre pêre hate diyar kirin ko du mehrecanên helbestê yek li Efrînê û ya dî jî li Qamişloyê, çêdibin.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Bîst û didoyê meha dehan, roja helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.
Helbestvanên kurd evê rojê bi navê mehrecana helbesta kurdî bi bîr tînin…Salek, didu, û sê bi vî awayî hevrikî û pevçûn, lê têk diçû bê ko kes bizane mehrecan ji bo çi hatiye? Ji bo çi evan helbestvanan dide hev û li ser xaleke girîng komcivîneke mezin pêk tîne? Yan armanc jê çi ye?

Tenê dizanin ko navê wê "mehrecana helbesta kurdî" ye, û helbestvanên amade dibin, her yek helbesta xwe dixwîne!! Dawiya mehrecana helbestvanek taybetî ko ji berî salekê de bi nav bûye, xelata mehrecana werdigre!



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Em Hemreş Reşo wek siyasetmedar û serokê Partiya Demokratik a Kurdisatana Bakur dinasin. Lê, aliyê wî yê edebî û hunerî ji aliyê nifşên nû ve qet nê zanîn. Heye ko nifşên nû navê Hemreş Reşo jî nizanibin. Ji xwe armanca vê kurtegotarê bi riya înternetê mesaja salên borî ye. Ez dixwazim jê re "hesret" bibêjim da ko bêjeya "nostaljî" ji bona me kurdan negatîv tê zar kirin. Rast e ko hertişt di heyamê xwe de xweş e. Lewra bêjeyên "hesret" an "nostaljî" salên borî tîne bîriya min. Lê ji hesretê pirtirin, dixwaza min e ve ko nifşên nû hinekî li ser dîroka kovara navûdeng, ya HAWAR, agahdar bin. Ne tenê ev tişt zehf balkêş e, herwiha diyardeyek dîrokî ye jî. Kî mîrasa vê kovara me ya hêja nizanibe, wê çêja wê ticar nikare be fehmbike. De hûn dizanin, em kurd ticar divê bavûkalên xwe bîr nekin. Em mecbûr in ko heft bavan an baveçirkan bihêjmêrin. Kî nehijimêre, ne ji me ye. Ev tişt ji bo kovara HAWAR'ê şertekî bihgehîn e.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Çend roj berê ji Almanya dostekî telefonî min kir, ji min ra got: "yekî nivîseke gelek nexweş li ser te nivîsiye." Bi kurtî min jê rica kir ku ew wê nivîsê ji min ra bişîne.
Mala camêr ava be, nivîs bi e-mailekê ji min ra şand.

Xwediyê nivîsê, yanî yê ez "rexne" kirime navê wî Ebdulbaqî Huseynî ye. Ez camêr nas nakim û nayê bîra min ku min navê wî jî tu carî bihîstiye. Helbet ev yek ne girîng e. Heta nuha min nebihîstibû lê vaye nuha min bihîst.

Di destpêkê da, ji ber paşnavê "Huseynî", min got belkî birayê dostê min î hêja Ehmed Huseynî ye, lê ez dûra fêr bûm ku ne wisa ye.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Mehrecan û hey mehrecan!
Ji dêvla mehrecanekê du mehrecan!
Ma hûn çi dixwazin?
Helbestvanên me pir in
Mehrecanek têra wan nake

Em ne helbestvan in, ma çima emê mehrecanan ji bo helbestê çêkin!



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Ji komîteya amedekar a festîvala helbesta kurdî ya dehan re:

Rêz û silav ji we re.
Piştî ku komîteyên birêvebir ên rojnameyên DENG û NEWROZê vexwendina we bi dilşadî wergirtin û li ser rawestîn, bersiva wan ji we re ev e:

Girêdana festîvalên weha toreyî zor giring û nirxbuha ye. Lê dê hîn nirxbuhatir ba gava di bin siya yek komîteyê de pêk bihata. Ti carî çênabe ku em karekî baş bikin û ew bi xwe jî encameke ne baş bi xwe re bîne (cudatî û jihevdûrbûn).



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Ji mêj ve ta roja îro, dîtin û çiloyîna "Hizra azad an pênûsa azad" di danûstandinê de hêj zelal ne bûye...

Di baweriya min de, ta ko nûbûn di jiyanê de hebe, ta ko mirovantî berdewam be, wê hizr û pênûsa azad di gengeşê û danûsatandinê de li ber xwe bidin.. Wek ko diyar e, hizra azad an pênûsa azad ew e ko mirov di ramanên xwe de rastgo û duristûbêr be û ta ko mirov di ramanên xwe de weha be gerek tu qeyd û bend li dor nebin. Bi azadî karibe ji xwe re jiyaneke taybet helbijêre, bêyî ko hizr û ramanên xwe bi kotekî li ser bêne meşandin...



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
"Ji min re dibêjin 'Zûlkûfê Qado'. Ez ji Tekmanê ji Goma Qilê me. Birayê Evdilqadirê Qilî me. Em ji Diyarbekirê, ji gundê Fîsê hatine. Ji eşîra me re jî dibêjin: 'Eşîra Fîsiyan'. Em niha li Tekmanê dijîn. Ez di sala 1959'an de li Tekmanê li Goma Qilê hatime dinê û ez niha jî li wir dijîm...."

Belê gava ku me ji Dengbêj Zûlkûfê Qado ango bi navê wî yê fermî ji Zulkuf Korkmaz xwest ku bi çend gotinan xwe bi me bide nasandin, ev gotin ji devên wî derketin. Gava ku min li Rojnameya Azadiya Welat kar dikir, Zûlkûfê Qado hate serdana me. Min pê re hevpeyvîneke dûvedirêj kir. Pêdivî zêde bi gotinên dûvedirêj û tevlihev tuneye. Kerem bikin hûn û hevpeyvîna Dengbêj Zûlkûfê Qado....



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Çand, wêje û zimanê neteweyekî zor girîng in. Heta mirov dikare bibêje ku nîşaneya hebûna neteweyekî çand, wêje û zimanê wê neteweyê ye. Ev yek di Rojhilata Navîn de bi aweyekî eşkere diyar e jî. Wekî mînak, li welatê me her kes dişibin hev. Ango heta mirov bi yekî re qise neke, yan çanda wî/ê nebîne mirov nizane ku ew ji kîjan gel û neteweyê ye. Ji ber ku li welatê me, ligel me, tirk, fars, ereb, asûrî û gelek kesên din dijîn. Ew hemû jî ji aliyê fîzîkî ve dişibin hev. Tekane riya ji hevcudakiririna wan jî çand û ziman e.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
[ Birano, bawer bikin ku min ev gotar ji kesekî ne dizîye ]


Di va dema paşîn da, gelek kovarên înternetî yên bi zarê me yê şirîn, mebesta min bi kurmancî, derdikevin.. Eve jî nîşana demeke nû ye di dîroka [ji dûrbûnê hatiye] neteweya kurd da, demeke berhevhatin û hevnasînê ye, û lew re min di bin malpera xwe "Kurdayetî" da nivîsand ku ev malper bo berhevhatin û hevnasînê ye…



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
1. Di civakan de hin însan, piştî kedeke şîrîn, bi asanî nikarin li ser navê xwe biryara werbigirin. Helbet dîsa jî vîna însan a azad di ser her tiştî re ye lê divê însan merc û hewcedariyên civaka xwe li ber çav werbigire. Îro ro, piştî Cîgerxwîn, di helbesta kudî de çend kesan rê li xwe kifş kirin û şêweya xwe afirandin. Jê yek jî Ehmedê Huseynî ye. Ji bo min ew "Siwarê ziman" e.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
1
havîn hîna ter bû


havîn hîna ter bû,
li peravên Deriya sipî.
Ji xwe havîneke biyanî bû,
mîna xwêya li ser eniyên me diçirisî.

Bayê biyaniyê li te nedihat
Nejî cilên bajêr....



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Ez we nizanim lê ji bo min çav her tişt in.
Çav divê biherikin nav dil û mejiyê mirov, carinan mirov hembêz bikin, carinan bicoşînin û carinan jî mirovan xemgîn bikin ku mirov were ser xwe bi wê xemgîniya dil.
Divê çav bi wate bin, dilgerm û tenê ji bo mirov bin ku ger hin jê re bibêjin 'arizîbûn ne baş e' jî bila bêjin.
Di rojeke wiha de ku ez di nav van fikran de bûm, çavên min li çavên te ketin. Tenê çirkeyek (saniyeyek) bû çavên min xwe berdan nav çavên te lê wan çavan kir ku pênûs rabe dîlanê, hilde hêza evînê û dest bi rijandina hevokan bike. Fermo çavên ku ez dorpêç kirim, min dîl girtin û kirin ku van peyvan ji nav bîra dilê min ê kûr û evîndar bikişîne der.
Belê, fermo...



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Li vê gerdûna balûpal
Min quncikek ne dît bo kêfxweşiyê

Li vê parzemîna reş-tarî
Her şefeq kevokên birîndar dadikevin ser avê

Li vî bajarê qemitî
Tenê kurmikên dilreş bijûndar in



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Xwendevanên hêja!

Dîroka miletê me pire ji rudanên xweş u nexweş , ji serhildan û berxwedanan. Ne bisanahiye ku mirov bikare wan hemû rudanan bi yek nivîsandin xweyabike u heqê wan bidetê, lê min viya ez wan bi vi rengî xweyakim, anku rudanên her rojeke ji mehekê binvîsînim , dibe ez nikaribim gelekan binvisînim lê min kariye evên li ber destê min ketin biweşînim. Evca daxaza lêborîne ji xwndevanê hêja dikem u hêvî dikim ku ew li min biborin eger kêmasî tê de hebin. Her wesa daxwaz dikim ku her yek zêdehiyêke li ser wan bike ew jî xizmeta gel welate û em li hîvînene ku di rojên dahatîde namên we wergirîn û wan pêşinyar û nivîsara li ser zêdekîn.



>>> Berdewam bike..
 
 




 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]