|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
HEMREŞ REŞO Û HAWARA WÎ
YA SALÊN 1960-1975 Dr. Siddik Unus - Nemsa
|
|||||||
Heye ko hin merivên wek heval û dostên wî dizanin ko kovara HAWAR, ya ko îro wek kitêbeke pîroz ji aliyê me Kurdên ve tê zanîn, cara yekem li Awrûpa bi ked û xebata Hemreş Reşo, bi fedekariyeke mezin ve hate çapkirin. Ne tenê kovara HAWAR, herweha ya ÇÍYA û ya HÊVIYA WELÊT jî ji aliyê vî xweşmerovî ve hatin çap kirin. Rind tê bîriya min, gava min cara yekem ÇÍYA li welêt dîtibû, ez wisa pê kêfxweş bûbûm ko herwekî mina xezîneke windabûyî ji nû ve bibînim. Lê, xort û evîndarên zimanê me, yên nû, van tiştan rind nizanin. Ev e ko armanca vê nivîsarê hinekî hesreta wan salên borî, yanî bi nostaljiya kovarên Hêviya Welat, Çiya û çapa yekem a kovara HAWAR bibîrbîne. Bêgotin, aramanca vê nivîsarê ne ew e ko bi jînengiriya Hemreş Reşo ve mijûl bibe. Ji xwe ne gotarek, çend çild kitab têra jînengiriya Hemreş Reşo nakin. Ne tenê nivîskarî, herweha helbistvaniya wî jî heye. Kerem bikin, em pêşiyê guh bidin helbesteke vî xweşmêrî:
Serxwoş im bi ava çiyan Rê vekin ezî bi lez im Bi girîna xûçk û diyan Dîn bû me berjêr dibez im. Lêxe bilûra xwe bilûrvan Belave pez, nemaye şivan. Divê bo kêrê be berxê nêr Min berdin gurên bêbav! Ev e hat roja xortên mêr Nema dixapin bi şurên xa. Lêxe bilûra xwe bilûrvan Belave pez, nemaye şivan. Tikaye şivanê delal Berde wê banga lorikî! Mij û avê bike zelal Daxwaza min e Ronakî. Lêxe bilûra xwe bilûrvan Belave pez, nemaye şivan. Min bibore ketim derengî Rêberê hêja ez benî Nema deiqetim li kêrî Dest bi xiroşmêke ez gorî! Lêxe bilûra xwe bilûrvan Me dilxweş bike, tu vî Şivan. Hemreş Reşo - BAKUR Hemreş Reşo dikir ko pêşiya 40 salan li ser şopa kovara Hawarê ecola Mîr Celadet Bedirxan vejîne Qet me ji xwe pirsiye ko çima em kurd ji malbata Bedirxaniyan; û bi teybetî ji Celadat û Kamiran Bedirxan hez dikin û rûmetê didin wan. Herwaha çima nivîskarine Hawar û Ronahiyê, yên wek Qedrî Can, Cigerxwen, Dr. Nuretin Zaza û Kamiran Bedirxan kurmê dilê me rehet dikin û li ber dilê me zehf şirîn in. Ev, ew kurmê dil e ko têkiliya Hemreş Roşo bi wan re pêk dianî. û bi wan re bi germî dida û distand. Ne ko ew Arîstrokat û Efendî û Paşa bûn. Ne ko bav û kalên wan Emîr û Xanedan bûn. Tiştê zehf balkêş ew bû ko Emîn Elî Bedirxan, bavê Celadet, Kamiran û Sureya Bedirxan, di surguna Stanbolê de jî bi aqilemendiyeke ecêb dengbêj ji Kurdistan dianî Stanbolê, da ko lawên wî di surgûn û xeribiyê de fêrî çanda kurdan bin. Da ko kelepora hespê bozê rewan ruhiyetekê bide lawên wî. Di vî karî de bi rastî Emîn Elî Paşa li ser ket. Serketina wî bi aqilmendiyeke wilo ye ko hetanî roja îroyîn jî li ser me tesîrekê dihêle, da ko gava ko em lêdinhêrin bi çi cureyî carina bi dilxweşî kurdên me yên "devrimcî" û "şoreşger" û nizanim diha "çi û çik" zimanê xwe bîr dikin. Di bîrkirin û perwerdekirina zarokên xwe de hema ketine mercê ko herka kê diha zûtirin zimanê zikmakî bîr bike û ji bibe tirkmancekî bi dil û can. Lê em ji babet dûr nekevin û werin dîsan li ser xalê me yê Celadet: Celadet bi vî avayî di hevîrê çanda birca belek de mezin bû û gihîşt. Ji ber ko di neynika ruhê me de Bedirxaniyan ew tişt dikirin ko di exlaq û sincîtiya me kurdan de bi awayekî veşartî heye, herçend bêbext nandoz, bizdok û xayînen me jîn hebin. Gorbehiştê Celadet di nav axa welêt de, di temenekê hê cîwan de , di roja 15.07.1951 de, hê temenê wî 54 sal jî nebû, kete bîra ko wî ji bona avdana zeviyê vekola bû. Tê de mir û çû rehma Xwedê ti'ala. Nivîskarê me yê hêja Mehmet Uzun ev mijar kiriye roman û bi hostatî honandiye. Qedereke ecêb û zehf jî balkêş...ne wisa? Di gotarên wî yên "zilamek û zimanek, were dotmam û birca belek" de aqilmendiya xwe bi vîzyoneke me mat bihêle, radixe pêş çavan. Ji bona îro jî kirinên Bedrixaniyan dikarin ji me gişkan re bibin rê û rêç. Bi nostaljiya "birca belek" li dû tiştên windabûyî bû; bi "were dotmam" dixwaze ji mi gişkan re bibeje ko ka zewac di jiyana merivekî de biryara mayîn-nemayîn, dilxweşî û bextiyariyê ye ko tesîra wê li îstiqbala zaran û çandan wan hebe. Bi "zilamek û zimanek"î ve jî qedera me tîne digihêjîne Cuhidan, da ko em jî wek wan bi jîrî, zanistî û aqilmendî di riya xwe de biçin, lewra wî nexweşiyên civîta kurdan li ser bingehê eşîretiyê, ezîtî û serhişkiya wan rind dizanibû. Hemreş Reşo bi nivîskarên kovara Hawar, Roja Nû û Ronahiyê ne tenê nas dikir, herwiha bi wan re radibû û rûdinişit û carinan jî heke serhişkiya kurdan rê bida, dilkeştin tine bûya, di feraqekê de tevayî nan dixwarin. Têkiliya wî bi Kamiran Bedir-Xan re kûr û germ bû. Ji xwe bi Nuretîn Zaza re radibû û rûdinişt. Apê Osman Sebrî zehf ji Hermreş hez dikir, da ko Hemreş kurmê derdê dilê wî kelcîwanê mêrxas bi xebat û keftelefta li ser zimanê kurmanciyê xweş û şad dikir. Bi nevê Mirê Botanê dawîn, kurê Celadet Bedirxan, Cemşid Bedrirxan re jî hebû. Keça Celadet Sînem-Xan û Xatûna wi Rewşen Xanim jî rind nas dikir. Ew ji Bedirxaniyan hez dike, ji ber ko wan li dû xwe mîrasekî hêja hiştine û ticar wan bi pere û pulên dinylikê re secde nekirine. Hemreş jî bi ciwanmêrî di xortaniya xwe di dihewilî ko ecola Hawarê bidomîne. Ko hûn bixwazin, em çendekî gotinê bidin Hemreş Reşo, herka ew di pêşgotina çapa yekemîn a HAWARê diha çi dibêje û çi nabêje: Pêşgotina Hemreş ya ji bo kovara Hawarê pêşiya 27 salan
Me di destpêka berhovaka "Hêviya Welêt" de hêvî û daxwaza çapkirina "HAWAR"ê dabû daxûyanîkirin. Em îro gelekî serfiraz û dilxweş in ku ev daxwaza me hate cî û "HAWAR" serkîniva di nav gelê Kurd de jîndar bû û hate vejandin. Çîroka daxaza vê çapkirinê gelekî dûr û dirêj e: Di sala 1964 de min "HAWAR" cara siftê li mala kek Dr. Cemşîd Bedirxan, lawê Mîr Celadet, dît û karî bixwînim, lê gişk hêjmarên wê di sala 1969 de, li şamê, ketin destê min. "Apo" yê delal ji bo paraztin û çapkirina wê gişk hêjmarên wê spartin min. Derxistina kovarê li Suriyê ne pir gengaz bû, tirsa me ew bû ku di dest me de were girtin û em carek din wê nikaribin bibînin... Piştî ku min gîhande Ewropa, "Hawar" bû agirek û kete pisîra min, daxwaza derxistinê her roj mezintir dibû. Lê belê rewşa diravî rê nedida me ku bikaribin 57 hêjmaran tev de bidin çapkirinê. Wekî din hêjmarên 1-23 bi tîpên erebî jî hatibûn nivîsandin û di nivîsarên latînî de jî tîpên (herf) "q" û "k" li ciyê hev bikarhatibûn. Ji bo gengazkirina xwendina kovarê û sivikkirina barê diravî me biryar da ku bi tenê berhevoka hêjmarên 24-57 bidin çapkirinê. Me meziniya kovarê jî du caran biçûktir kir. Jiber ku hevalê delal kek Dr. N. Zaza di pêşgotina xwe de û me jî di nav jînenîgariya xwediyê kovarê, zanayê mezin, Mîr Celadet de bi dûr û dirêjî li ser "Hawar"ê nivîsiye, em naxwazin goitnên xwe bicarînin.Bê şik em dikarin bêjin ku bi derxistina "Hawar"ê Mîr Celadet reya xwendin û nivîsandinê di nav gelê Kurd de vekir. Bi pêkanîna elifbaya latînî û rêziman kurdî, gelê me nemaze li Kurdistana Turkiyê û Suriyê karîn hînî zimanê xwe bibin û ji tariyê derkevin ronahiyê. Ev rojname, kovar, pirtûk û nivîsarên ku îro bi tîpên latînî bi zaravayê kurmancî derdikevin gişt spasdarên Mîr Celadet Bedirxan in. Em li vir pir spasî Emîre Rewşen Bedirxan dikin ku di nvîsandina jînenîgariya Mîr Celadet de alîkariyek mezin gîhande me. Em gelekî spasî Emîr Kamuran Bedrixan û kek Dr. Cemşîd Bedirxan dikin ku rêdan (îzin) çapkirinê dan me. Em dîsa zor spasî leheng Osman Sebrî, kalemêrê dilsoz dikin, dikin ku kovara "Hawar" ji bona paraztin û çapkirinê sparte me. Em li ser xwe pêwestî dibînin ku li vir spasên xwe pêşkeşî gişt heval û hogirên ku piştgîriya derxistina kovarê dikirin û bi deyndana diravî alîkariya me kirin1. Belê, îro em pir şa dibin ku piştî 33 salan serfiraziya çapkirina "Hawar"ê bû para me. Ger em bibînin ku ev berhevoka di nav gel de belav dibe û bi rastî wek em bawer in ronahî û xwenasiyê carek din dixê nav gel emê, bê şik, serbilind bin. Hemreş Reşo Hawara wî ya HAWAR'ê Em kurd qewmekî ecêb in. Hesab bikin ko ji bona çapkirina Hawarê Hemreş Reşo bi salan pere û îmkanên diravî digere. Milletekî ko zimanê wî, zarê wî hatiye qedexe kirin; yanê tiştê wi yê qîmetirin hatiye binpêkirin camêrek tine bûye ko çend quriş pere bide Hemreş Reşo, da ko ew bikaribe di salên 1960-î hetanî 1975-î de vê kovara me ya qiymetbilind, çap bike û dîsan vejîne. Bi rastî eferîn ji me re! Em zehf qehreman in. Em pir serbilind in. Diha dikarim bibêjim ko em kurd antîke ne. Hemreş Reşo hingê pere an dirav ji heval û hogiran deyn dikir ko bikaribe ev kovara ji bo me rûmet û serketinek e, çap bike. Divê wî hê spasdariya xwe jî ji hinekan re bikira, ji bo dilê wan xweş bike. Ji bona milletekî 20-30 milyon e tiştekî zehf balkiş e. De bila xwedê dîsa kêmasiya dewlemendên me neke. Nê tenê yên dewlemend, lê yên ji zimên, çand û edebiyatê hez dikirin, hema çi digotin? Ev tişt hatiye serê Firat Cewerî jî. Gotineke gorbehiştê Mela Mistefa Berzanî heye, dibêjin, rojekê ji serokê netewî dipirsin û dibêjin ê: -"Ew çima ceza nade xayîn û bêbextan û wan hema nakuje?" Gorbehişt vedigerîne û dibêje: -"Ezê diha kê bikujim û kê nekujim, hema ditirsim ko bimînim bi tenê." Dîsan dibêjin rojekê ji rojan ji serok dipêrsin û dibêjin ê: -"Serokkomarê Fransa Dîgol ka lîderkî mezin î alemî ye an na?" Sembola netewetiya Kurdan, Mela Mistefayê Berzanî, şêrê berzan hema wiha bi ken û fen dibêje: -"Xwezî bihata şeş mehan mezintiya me kurdan bikira. Wê gava me dê bîdata ka alemî ye an na." 2 Ev gotinên gorbehîşt me kurdan bi mîzahî rind didin nas kirin. Em aliyekî ji azadiyê hez dikin û serê xwe ji tikesî re berjêr nakin; lê ji aliyê din ji bona kitêbeke wisa ti peran nadin, herçend ewqas dewelemendên me hebin jî. Hetanî ko ev pirtûka di nav me kurdan de belav bibe, divêt piştî mirina Celadet Bedirxan nêzikiya 25 sal derbaz bibe ko Hemreş Reşo wê bi perene deynkirî bikaribe çap bike, da ko milletê kurd ê qehreman (?) li ba dost û dijminan bikaribe bibêje ko ziman û çanda wan. Ji ber vê yekê ye ko divê nifşên me yên nû bizanibin, ka li ku, kê derê, çawa û bi çi tehrî kovara HAWAR hate çapkirin. Hezkirina me ya ji Hawarê ne tenê ji ber zimanê wê ye xweş û sade ye; ji ber exlaq û sincîtiya wê ya ko malê me hemû kurdan û merivan e. Ew exlaqê ko ji malê dinyayê re secde nake, ew rabûn û rûniştina ko tê de hezkirin û evîndarî, bedewî heye. Rast e heyama salên 1960 î ne tenê demeke romantîk bû, lê dijwar jî bû. Lê di rojên wisa de hin evîndarên ziman û çand me, bi pere û pûlên dinyalikê re secde nebirin û bi gorî taqeta xwe hewilîn. Hemreş Reşo yek ji van camêran e. Helbistên Hemreş Reşo wek sadetiya çiyayên welêt in. Tê de qelptî, bêbextî, xorbûn û durûtî tine. Di helbistên vî camêrî de evîndariya welêt a bê şert û şûrt heye. Tê de ti şik û guman nahile. Zimanê wî bokemêrtiya kurdan wek xalîçeke bi heft rengîn radixe pêşiya me. Hemreş, helbistên apê me yê mêrxas, apê Osman Sebrî jî bi kitêbeke bi navê APO; û ji bona roja îro jî bi çapeke bedew, di sala 1981 de li Ratingen/Almanya3 çap kir. Xêncî kovara DENGÊ YEKITIYÊ, xebateke wî ye bêhejmara li ser ziman, çand û edebiyat jî heye. Belevokeke helbistên wî bi almanî-kurdî bi navê BAKUR an bi almanî NORDWIND hê di sala 1967 de li Amsterdam/Holanda çap dibe. Ango pêşiya 35 salan li xerîbiyê an ciyê windabûnê. Çêtir e ko em niha binhêrin Hemreş pêşiya 35 salan di helbistên xwe de welat û têkoşîna ji bo welat çawa dineqişîne. Ev e ko em gotinê didin çend helbistên wî: Reş bo Azadî
Êdî xuybe ji me re. Şoreş dibê li jêrîn, Bese, evya ji te re. Nexweşim bo azadî, Dereng mekev, bike lez. Goştim helî, man hestî, Em li te re bûne pez. Me bidoş, şîr bike gol, Dawet heye, bo Kurdan. Çêrmên me jî bike dol, Govend bigre, bi xortan. Navên me girêdan reş, Bûn, Hemreş-Reşo û Reşxan. Sebrim nema, êdî bes ç! Nazîn mewe ey 'Sultan' !... Ez Kurd im Ez Kurd im, Kudekî dînîn im, Mêjî dixwim, xwîne dirêjîn im. Kewrên ji rê vedigerîn im, Dosta şa, dujminan diqarîn im. Ez ar im, arekî şênîn im, Kurdan re xwe vedimirîn im; Baxçekî gulanî bi bîn im. Malê faşistan dişewtîn im. Ez ferat im, feratekî barîn im, Bê bextî, dil serîn im. Bi qewl û dergistîn im, Zavê azadî û serbestîn im. Ez mar im, marekî qerteşîn im, Serma û germê ney nazîn im. Hîv û Stêrkê wan dirijîn im, Şûnê ziqitkê, jaarê derdêxîn im. Ez şêr im, şêrekî çar-rengîn im, Zincîrê dilê diqetîn im, Hêviye Gurê Boz dişkîn im, Heyfa netewey xwe heltîn im. Ez...bum, niha Hemreş im, Bo Kurdistan ez keleş im. Heya goristan ezê bimeş im, Ez bi Kurdiya xwe pir dilxweş im.
Lo birayê gundî an êzingvan Vê sibê birbangî kuda diçî?! Dest te de bivir, li pişta te nan, Waha bi lez î! çima; jo bo çi?! Tu rikdar î bi kerbî, lê ji kê? Ji daran? Ji mal an li jinikê? Şev, roj dixebitî bi nanzikê, Lê hîç ji xwe napirsî ûşta wê! Derdêxînî kerba xwe ji daran, Devjî jêr nifjê nû ên wek lawan, Bê dilêş dikşînî mal bi baran; Difroşî, lê dernê miza destan Bê veqetandin, terr û hişk didî sewat Tu dikujî dêmen û rindiya welat, Şûv û çandinî te hiştin za û mat Nezanî... Belengazî gişt ser te de hat! Lo Kurdo, malva, tu çiqas bê heş î, Li her kirinên xwe gêj û serkeşî! Jîna merovtî û xwêş herdem bê bes î, Lê ji bona neyaran te her "Çav reşî" î! Rev, koç, derketin û xwewindanekirin; rûmet, wefadarî û liserxwemayîn. Qeder, qismet, xweşî û nexweşî Bêgotin çîrokine me merivên derketî hene. Hûn dixwazin em jê re koçber, penahende, sirgûnkirî, revok an serguzeşteperistî û serborîperistî bibêjin. Heryek serborî, çîrok an serpêhatiyeke me heye. Lê di mijara sorborî an çîroka me wek çîroka ew fileyê ko derketî û dîsa vegeryayî ye. Dibêjin, li gor çîrok û çîrçîrokê: Yekî derketî hema gerî û gerî; çû û çû. Li gelek welatan bêjeyan geriya. Wî ji dûrketinê zehf hez dikir. Li ser çiyan re derbaz bû, di nav geliyan re derbaz bû. Gelek şênî, bajar, memleket û war geriya. Lê rojekê ji rojan got, "kuro hema evqas bes e, ezê dîsa vegerim li ser ûrta bavûkalên xwe. Vegerim li ser kevir û kuçikên xwe, vegerim gund û êla xwe, vegerim li ser kanî û avxêzka xwe, vegerim war, zozanên xwe." Bi vî avayî vegeriya. Lê gava vegeriya welatê xwe; dît ko ew însan, ew war, pismam û nas diha wî bûne xerîb; ciyê ko lê av vexweriye, hesp ajotiye, bi keçan re çav qirpaniye, di heyveronê de govend girtiye diha ji wî re, ji bona wî ji vir û ha bûye xerib, ecnebî û nenas û biyanî. Diha gotiye: "Min mal xerabo, va ye ez bi xwe-xwe diha bûme biyanî û ez ne ew 'ez' im." Ma gelo ev çiroka me derketiyan nîn e? Rast e, çîroka te, ya min, ya heval û hogirên te hema-hema wisa ye. Em derketin û hatin li van deran. Rast e ko zarên me ne wek me ne. Rast e ko em her dizanin ko em bûne tiştekî, an em tiştnan dizanin. Rast e ko me hinekan Euro û mal-milk jî heye. Lê, gava em herin pêşiya neynikekê û rind li xwe temeşe bikin an di neynikê de xwe û bi xwe binhêrin, ma gelo emê bi xwe-xwe razî bin? Tu dixwazî, biceribîne! Ez dibêjim, Hemreş Reşo dikare here pêşiya vê neynikê; ne ko wî kovara HAWAR çap kir û helbist nivîsin. Ji ber ko ew dê di vê îmtihana pêş neynikê de bêgotin qezenç bike, da ko wî xwe winda nekir. Bi malê dinyayê secde neanî. Lê dû xwe tiştin jî hîştin. Herçend niha hinekî tenduristiya mamoste ne baş be jî, jê re xweşhaliyê bi dil û can dixwazim. 1 Hemreş Reşo peran deyn distîne ko bikribe HAWARê çap bike. Hin hevalbendên wî pera deyn didinê, û ew bi nefspiçûkê diha nabêje hûn mecbûr in; lê ji wan re spasî jî dike. 2 Nûbihar, hêjmar 84, rûpel 22, Kaleciwan, Peyayê Hikûmdariya Roskan, Mihemed Axayê Kelhokî 3Hemreş Reşo niha li Ratingen/Almanya dijî
|
|||||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |