|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
EV MEH DI DÎROKA KURDISTANÊ DE Hekar Findî - Duhok
|
|||||
Dîroka miletê me pire ji rudanên xweş u nexweş , ji serhildan û berxwedanan. Ne bisanahiye ku mirov bikare wan hemû rudanan bi yek nivîsandin xweyabike u heqê wan bidetê, lê min viya ez wan bi vi rengî xweyakim, anku rudanên her rojeke ji mehekê binvîsînim , dibe ez nikaribim gelekan binvisînim lê min kariye evên li ber destê min ketin biweşînim. Evca daxaza lêborîne ji xwndevanê hêja dikem u hêvî dikim ku ew li min biborin eger kêmasî tê de hebin. Her wesa daxwaz dikim ku her yek zêdehiyêke li ser wan bike ew jî xizmeta gel welate û em li hîvînene ku di rojên dahatîde namên we wergirîn û wan pêşinyar û nivîsara li ser zêdekîn. Meha Çirya Duwê - 1.11.1918an: Şêx Mehmûd Hefûd bû hukimdarê Başûrê Kurdistanê - 1.11.1997an: Wexera dawiyê ya cigirê serokê Perlemanê Kurdistanê, Nejad Ehmed Ezîz Axa - 2.11.1986an: Wexera dawiyê ya helbestvanê Kurd NASIH HEYDERÎ li Hewlêrê - 7.11.1986an: Wexera dawiyê ha hunermendê binavûdeng ŞEMAL DAYIB - 9.11.1908an: Weşandina rojnameya " KURD " - 10.11.1948an: Wexera dawiyê ya helberstvanê mezin ê kurd ZÊWER - 11.11 1973an: Weşandina kovara ROŞINBÎRÎ NÛ li Bexda - 12.11.1936an: Wexera dawiyê ya helbestvan EHMED HEMDÎ SAHÎBQIRAN - 12.11.1948an: Wexera dawiyê ya helbestvaê hêja DILDAR, xwediyê sirûda Kurd û Kurdistanê EY REQÎB li Hewelêrê - 14.11.1784an: Bajarê Silêmanîyê dibe paytexta Mîrînşîna Baban - 15.11.1922an: Weşandina rojnameya " ROJÎ KURDISTAN " li Silêmaniyê - 17.11.1942an: Wexera dawiyê ya helbestvanê kurd MIHEMED ŞERÎF MÎHRÎ li Hewlêrê - 17.11.1972an: Yakîtiya Nivîserên Kurd sêyemîn kongirê xwe li Bexda gêra - 18.11.1963an: Wexera dawiyê ya helbstvanê mezin GORAN - 18.11.1939an: Sêdaredana Seyd RIZA û hevalên wî li Dêrsimê - 20.11.1937an: Sêdaredana xebatker MEHMUD CEWDET - 23.11.1994an: Tîrorkirina heval AZAD DÊRKÎ - 24.11.1960an: Wexera dawiyê ya HEMDÎ BEGÎ BABAN - 25.11.1991an: Wexera dawiyê ya nivîser û rexnegirê kurd FERÎDON ELÎ EMÎN - 25.11.2000î: Wexera dawiyê ya helbestvanê kurd TEHA MAYÎ li Duhokê - 26.11.1969an: Weşandina kovara "BEYAN" li Bexda - 26.11.1992an: Weşandna rojnameya " HERÊM " li Hewlêrê ji aliyê wezareta rewşinbîriya herêma Kurdistanê ve - 27.11.1992an: Damezirandina Ajansa Dengûbasên Kurdistanê (A.D.K) ji aliyê wezareta rewşinbîriya herêma Kurdistanê ve - 28.11.1980ê: Dameziranda Berey CUD - 30.11.1973an: Wexera dawiyê ya hunermend REFÎQ ÇALAK - 30.11.1974an: Wexera dawiyê ya helbestvan ELÎ KEMAL BAPÎR
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |