|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
GOTINA MEHRECABA HELBESTA KURDÎ YA DEHAN LI SÛRIYÊ (Efrîn) |
||||
|
Mêvanên delal… Helbestvanên hêja… Di destpêka çalakiyên festîvala helbesta kurdî ya 10an li Sûriyê, em sipasî û pîroziya hatina we dikin. Diyar e ku ahenga me îro ji bo roja helbesta kurdî ye ya ku di civata Sûriyê de weke yek ji jêderên nasnameya me ya netewî Sûriyê ye. Ji xwe ev nasname berhemeke ji pirşareza, pirnetew û pirçandî ye di vî welatê me de. Helbet ev pirbûn taybetiyeke dîrokî û hayînî dide civata me ya ku em bi hêvî ne ku pêşerojeke tekuz ava bibe, tê de hevpariya rewşenbîriyên Sûriyê diyar be di giringtirên tabloyên beşdar, vê re jî derfet ji bo afirênera xwebera mirovantiyê vebe. Di vî warî de jî helbest weke hunereke afirêner bandora xwe a taybet bi dest dixe û dibe dernewek ji êş û dûrbîna taybetiya xwe, heke em nebêjin xemgînî û birînên xwe jî . Helbet helbest gava hayîna jiyanê ber bi çav bike, wê berxwedanê dijî vê bê çarebûna helkewtê pêş de bide. Ji ber rola helbestê vejîne, vejîneke di riya asoyên wêneyan, xewnên mirovantiyê tev li serpêhatiyan dike û derbasî azûma zimanan dibe bi armanca vegera mirov ji mirovantiyê re. Mêvanên berêz! Pêwîste ku em bêjim, ahenga bi roja helbesta kurdî li Sûriyê tête girêdan bi ûmîda ku taybetiya me diyar bibe, bi awayên helbestvanî û di giştiya Sûriyê cih bigre, weke civatek avabûna wê li ser paşmayên pirşareza hatiye kirin, tê de pirbûn û pirnetew hevparin. Lewma gava em çalakiyên vê rojê di xuristiyê de pêşkêş dikin, em bawer in ku xuristî landika herî pak û çelenge, ji xwe bûye di gelek waran de naverok ji helbestên kurdî re, çimkî her ziman bedewbûna xwe ji binkokên afirênera xwe destine ya ku dibe amraza hebûnê, vê yeka di helbesta kurdî bi cih bûye û diyaroka wê jî tenikbûn û candariya mirovantiyê ji helbestvan re dide nîşan. Ango afirênera ku dihêle helbestvan bibe helbestvan, ne şongirtekî sêyasî an aborî be .. Birayên hêja .. Çiqas helbest huner û afirêner be, bi retim û hastên xwe ve, hewqas mûzîkeke bi bandor tîne holê, ji ber mizdana hasten mirovantiyê dike û ji nû ve candariya jiyanê derveyî nexşeyên birîndar û girtî ava dike. Nuha jî em we vexwendiyî tamkirina hin ji helbesta kurdî li Sûriyê dikin, bi zimanê zikmakî yê ku parçeyek ji heyîna netewa Sûrî bi tevayî ye, bi hêviya ku bi hestên helbestan şad bibin, ev helbesta ku ji hunavê mirovê kurd li Sûriyê hatiye hûnandin. Dîsa em xêrhatinê li we dikin û bi hevre keserên xwe dibare dikin û xewnên xwe di azûmana welatê xwe Sûriyê belav dikin, bi ûmîda ku di pêşeroj de em karibin di navendên çandî Sûrî de, çalakiyên xwe pêşkêş bikin . Sipas ji guhdariya we re. Komîta amadekar a festîvala 10an Meşal Temo Fethulla Huseynî Baran Baravî Xebat Fendî Elî Hibo Yasîn Huseyn 25/10/2002
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |