NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Ferhadê Çelebî
Xwendevanên hêja!
Mehrecana helbesta kurdî ya dehemîn li Sûriyê di roja 25 meha bûrî de hatibû Lidarxistin, lê mixabin li du cihan (Efrîn û Qamişlo ) bi du komît û xelatkirinên başqe.
Ev perçebûna ku li mehrecana helbestê ket bû cihê dilêşeke mezin ji me re, û me helwesta xwe derbarî vê pirsê da xuyakirin. Lê tevî wilo, me dixwest ku em hemû nêrînên cure-cur di malperê û NIVÎSê de biweşînin.
Ji ber vê yekê jî me xwe gihand helbestvan Ferhadê Çelebî yê ku xelata mehrecana ku li Efrînê hatibû li darxistin, wergirt*, li kêleka helbestvanê ereb Nezîh Ebû Efeş yê ku li mehrecanê beşdar nebibû.**

NIVÎS helbestvan Ferhadê Çelebî li bajarê Helebê dît, û ev pirs jê kir***:



NIVÎS: Mamoste Ferhadê Çelebî, ez bi navê Malpera Amûdê û kovara wê NIVÎS xelata mehrecana helbesta kurdî ya dehemîn li Sûriyê li te pîroz dikim, û em dixwazin ku tu bo me nerîna xwe li ser mehrecanê pêşkêş bikî, û bi berfirehî li ser biaxifî. Herwiha em dixwazin ku tu hestê xwe bo me şirove bikî, nemaze ku te xelata mehrecanê wergirt.

Ferhadê Çelebî: Ez spasiya Malpera Amûdê û endamên wê dikim li ser karê wan î pîroz, û spasiyeke taybetî ji nûnerê wê re bo guhdana wan bi vê çalakiya han ku bûye kernevalek ji helbestvan û hezkirê wêje û çanda kurdî re li Sûriyê.
Bi rastî mehrecana dehemîn a helbesta kurdî li Sûriyê wek mehrecanên derbasbûyî pêkhat, tenê du tiştên nexweş tê de çêbûn, sedemên wan tiştan jî ev in:
1- Tunebûna komîteyek taybetî bo vê çalakiyê ku di xwe de bibînin û bikaribin bi kar û barê mehrecanan rabin, û ev komîte were bijartin ji wan kesên bîrbir û xwedî bawerî bi amadekirina mehrecanan, ne tenê bo fereziya xwe diyar bikin û havilek şexsî di mehrecan de pêk bînin, lê bo xwe jî.
2- Sedema diwemîn ji pêşîdertê ew e ku hin kes tevlî van komîteyan bûn ku tu îşê wan bi helbestan û çêkirina van çalakiyan tune bû, ango mehrecan û çalakiyên din ji xwe re kirin (hespê Tirwada) ku fereziya xwe yî winda bînin holê.
Ji ber van sedeman û tişt in dîtir, hin guftûgo li ser vê mehrecanê çêbûn, lê bûyera mehrecana dehemîn, wek min berê Got, wek ên çûyî pêkhat, bi taybetî ji alî cemawerê beşdar ve. Lê helbestên hatin xwendin kêm bûn, nemaze ku em wan beramberî mehrecanên çûyî bikin.
Erê me gotibû ku çend helbest kêmb in dê mehrecan bi ser keve û xweştir be, lê divyabû ku helbestên bêne xwendin bi bijartina komîteyê be, lê ne wisa bû. Ji ber wan sedeman û hin sedemên din ezê di gotareke berfireh de li ser wan binivîsim, û li ser mehrecanên ku derbasbûn, ji ya pêşî de û ta ya dehan bo Malpera Amûdê bişînim.

Helbestên ku di mehrecanê de hatin xwendin, di navbera nû û kilasîk de diçûn û dihatin. Dema ku dibêjin kilasîk ango bi kêşe û hevdengî, û ya nû jî ya bê kêş û hevdeng e, ne ji dibistana kilasîkî an ya nû ne. Belê helbesta kurdî ya hemdemî ye, pir ji helbestvanên ku bi şêweyekî kilasîk dinivîsin, amade bibûn û bi helbestên xwe yên şoreşî, konevanî.... beşdar bibûn, mîna Salihê Heydo û Mahîn Şêxanî, û hina jî bi helbestên evînî mîna Ciwanê Evdal. Herwiha çend xort hebûn ku bi şêweyekî nû û helbestên kesîtî mîna Cwanê Qado, Şêrgo û hinî din, beşdar bibûn. Ev helbest bi kît in biçûk ji helbestên birêvebirên mehrecanê, Fethullah Huseynî û Baran Baravî, dihatin xemilandin, lê axaftina wan û xwendina helbestê ne hinkafî birêvebiriya mehrecanê bû. Vê yekê sarbûnek xiste mehrecanê de.
Ji bo xelatkirina di vê mehrecanê de, tiştekî qenc e ku mirov kar bike û hin hebin karê wî bibînin, mafê wî di xelateke wisa de pêk bînin. Ez sipasiya komîteya mehrecanê dikim ku ez dame ber vê xelatkirinê ve. Wek min ji komîteyê bihîst, gerek bû ku ez di mehrecana heyştan de hatibama xelatkirin. Lê sedem in çêbûn ku ev yek ma ta vê mehrecanê. Bi rastî xelatkirin tiştekî xweş e, bi taybetî ku di cihê xwe de be. Wek min di mehrecanê de jî got, ez vê xelata xwe careke din diyarî her sê zarokên xwe dikim, Vînda, Lorîn û Loran, û ez dibêjim ku eger ev xelat li ber dilê min ne wisa giranbuhaba, min diyarî her sê zarokên xwe nedikir.
Careke din kak Azad, sipas bo we û vî karê pîroz ku hûn pê radibin .

20-11-2002


* Hêjayî gotinê ye ku helbestvan Ferhadê Çelebî bi gotineke bi zimanê erebî hate pêşkêş kirin û danasîn. Herwiha diyariya ku jê re pêşkêş bû, tenê bi zimanê erebî li ser hatibû nivîsandin (çawa di mehrecana helbesta kurdî de wiha dibe? Gelo bersiva vê nakokiyê dê li cem komîteya mehrecanê hebe? /Azad Beşar)
** Ji bo xelatkirina helbestvanê ereb Nezîh Ebû Efeş: helbestvan Nezîh roja berî mehrecanê bi şev li Heleb xew kiribû, û sibeha mehrecanê Ji hotêlê derdikeve û vedigere Şamê, bêyî ku ji kesekî re bêje "va ez çûm", û tu sedem nedan ji bo vegera xwe ta roja îro. Tevî wilo jî li mehrecanê hate xelatkirin û diyariya wî jê re çû Şamê!!
*** Ji ber dema kurt me hevpeyvîn dirêj nekir.


---------------------------------------------------------------------------------------

Ji helbestên wî:

Keça azariyê

Bi tena xwe
Ber bi mirinê ve diçim
Li pişta dengê xwe siwar dibim
Kî ser lêvên berfê
Dîlana zorba saz dikim
Asîman diçirînim û baranê bi lêv dikim
Bîna êşê ji bêdengiya min difûre

Keça azariyê.....
Derbasî awazê dilê Min bibe
Min ciz bike
Min şaş bike
Min tewş bike
îniya xwe di çavê min de pêxîne
ev e... ev e beyebana te di sîtava peyakî de

ji bêdengiya xwe were xwar
bila zikzik bihna xwe berdin
bila dar bêne neqişandin
bila çîçek bikenin
bila pîçiyên min nimêja xwe li ser laşê te berdewam bikin
û yezdan dîlanê bike .

Keça azariyê..
bi pençên kîjan mêkewê
berf tê bijartin?
her ku agir nêzî berfê dibe
dijwartir dibe..
li hev rashatineke asayê di demeke bi gincir de
wisan got...
û pala xwe da şikandina sedefan
û perdeyên meyî û bihntengbûna neynikan
û bi hatina pelan re, helbest giriyan û gotin
bila tu ji hina din re be
bila mirov tev xewnan bi te bibînin

Keça azariyê....
gelo ma tu navê min bi lêv bike
ezê serê xwe ji tere biçimînin?
yan ezê bi bermayê koçeriyê di xwîna te de bikinim
yan ezê bibêjim hîn gotin
birçiyê tîpan navê te ne
û tu nizane ku:
Gorek di nav gotinên min de!
Gulistanek di asîmanê min de!
Evîndarek di helbesta min de!
Alek di welatê min de!
û ez belavim li her cihî
dilekîbê xwîn.......
yara min...

---------------------------------------------------------------------------------------

Ferhadê Çelebî kî ye

- Di sala 1961an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye, xwendina xwe li wêderê kuta kir, li Şamê "Fakulteya Aborî" di sala 1985an de xilas kiriye, di gelek cûreyên edebî de nivîsandiye (çîrok, şano, helbest, gotar û wergerandin)


- Pirtûkên çapkirî ev in:
1- Riyad Salih El-Husên (helbestên bijartî ) - wergerandin
2- Yara min - helbest

- Destnivîs û li ber çapê:
1- helbestên kurdî (nerînek taybetî) - lêkolîn
2- kovarên kurdî yên qedexekirî
3- Sîsirkê Hesinî - wergerandina romana Selîm Berekat

- Du xelatên çîroka kurdî yên Koma Xanî li ser çîrokên (tirên, tawanbar) qezenc kiriye

- Di van kovaran de dixebitî: ZANÎN ( damezirîn û berpirsyar - tev hevalekî xwe), GULISTAN (4 sala berpirsiyarê wê bû), BIHAR ( endamek ji berpirsyarên wê ), El-MUSEQEF EL-TEQEDUMÎ ya bi zimanê erebî (komîteya kovarê)


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]