|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
DU ROJNAME BEŞDARÎ MEHRECANA
HELBESTA KURDÎ LI SÛRIYÊ YA DEHAN NEBÛN |
||||
|
Ji komîteya amedekar a festîvala helbesta kurdî ya dehan re: Rêz û silav ji we re. Piştî ku komîteyên birêvebir ên rojnameyên DENG û NEWROZê vexwendina we bi dilşadî wergirtin û li ser rawestîn, bersiva wan ji we re ev e: Girêdana festîvalên weha toreyî zor giring û nirxbuha ye. Lê dê hîn nirxbuhatir ba gava di bin siya yek komîteyê de pêk bihata. Ticarî çênabe ku em karekî baş bikin û ew bi xwe jî encameke ne baş bi xwe re bîne (cudatî û jihevdûrbûn). Ji ber vê yekê biryara me ew e ku em îsal li van herdu festîvalên helbesta kurdî beşdar nabin. Li me biborînin hevalno. Komîtêyn rêvebir ên rojnameyên Newroz û Deng --------------------------------------------------------------------- Têbînî: Rojnama DENG rojnameyeke siyasî bi zimanê kurdî ye, ji hêla Partiya Hevgirtina Gel ya Kurdî li Sûriyê ve tê weşandin. Rojnameya NEWROZ rojnameyeke siyasî bi zimanê kurdî ye, ji hêla Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ( YEKÎTÎ ) ve tê weşandin.
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |