NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Cîhan Roj
1. Di civakan de hin însan, piştî kedeke şîrîn, bi asanî nikarin li ser navê xwe biryara werbigirin. Helbet dîsa jî vîna însan a azad di ser her tiştî re ye lê divê însan merc û hewcedariyên civaka xwe li ber çav werbigire. Îro ro, piştî Cîgerxwîn, di helbesta kudî de çend kesan rê li xwe kifş kirin û şêweya xwe afirandin. Jê yek jî Ehmedê Huseynî ye. Ji bo min ew "Siwarê ziman" e.

Di pêvajoyek wanî de ku zimanê kurdî hêdî hêdî ji bin belekiyan de zîl dide çima? Me gotibû ku em li hember vîna azad bi hurmet in, lê çima? Belê ez jî di wê baweriyê de me ku Huseynî hîç nenivîsîne jî di şevbûhêrkên helbesta kurdî de li ser doşeka xwe dê her tim runiştîbe. Lê ji bo çi?

Dîsa em pê dizanin ku Ahmet Arîf hew bi berhemekê nav û deng da; lê Çima siwarê ziman?

Berhemên Huseynî di serî de ji bo helbestvanan ji alî ziman û hêmayan ve dibistan in. Bi qasî helbestên wî min helbestên bi kurdî nedîtin ku xwêdanê bi ser însan bixe; carna însan biqehirîne, carna însan biavêje ser baskê xwe û li her deverê welat bigerîne...Carna ristên wî dişibin gencîneyan; ji bo ku hûn gencîneyê bi dest bixin, we divê hûn bi bivir bi sev û roj pîkol bikin... Hêla me Kurda ya romantîk heye û bas e ku tîr e. Lewre ez naxwazim dirêjahî bidim nivîsê. Dibe ku nivîs bisibe ayetek ji pesnan lewre bi kurtasî;

"Ji bo derbirîna zimanê bi ês û birîndar..." Belê ji bo xatirê zimanê ku li çol û çiyayan, li newal û beyaran bi teyr û tuyan re bû heval, ji evînan de dapalî, weke keçek ku feodalan ew avêtibin hembêza kalek hilhizî, ji bo xatirê derbirîna...ev pirs; ji bo çi?


2. Pirseke pir hêja bi giranî di wêjeya kurdî de cih dide xwe. Pirs ev e: "Ji bo çi rexnegirî pêknayê?"

Ez her sedemê diavêjim paş guhên xwe û pêşniyarek pêşkêş dikim: Kesên bakurî wextê helbestên xwe dinivîsînin bila heman helbestê li tirkî jî werbigerînin û pevre biweşînin! Hin ji me Kurdan bi heman awayî bila bi erebî binivîsînin. Ên dî bi farisî, ên dî bi ûrisî..!
Dê karê rexnegiriyê jî bi asanî bi ser riya xwe bikeve! Wê derbikeve holê ku helbest bira bira bi kurdî ye an bi mantelîteya zimaneke dî hatiye nivîsîn? Ger ku helbesta we bi kurdî hatibe nivîsîn bila dilê we şad be ku dê ew helbest nekeve paşilka gelek xwendevanan!

Tinaz li dera ha, sedema herî li ber çav ev e ku em bi zimanê xwe gojî nebûne, bi zimanê xwe biyan in lewre jî ew wêrekî li me peyda nabe. Ji bo ku hûn helbestekê binirxînin we divê hûn aspervanê zimên bin. Divê wateya ku ji alî gel ve bi hezaran sal in li ziman hatî barkirin bête zanîn.

Vê havînê Îrfan Amîda gazinc dikir ku gelek helbestvanên bakurî ji dêlva ku bixwînin, lêbikolin, ked bidin riya herî asan bijartine, rist hew kinc û cilan li xwe diguherin û di rûpelan de cih didin xwe. Wî bi bîr xist ku "Çavên xezalan" ji bilî bedewiyê hêmayek dî jî dihewîne ew jî ev e ku çavên xezalan hertim vekirîne..! De îca xwendevan bi van derbirînan nizanibe û hûn vê hêmayê bi kar bînin dê xwendevan çi çêj û tam ji werbigire? Lewre dibêjim em hê bi lekanan tevgirêdayîne daku di sepeyên berfrê ên bi xof de rê bidin xwe...


3. Hay însan ji rastiyên civakan tunebe însan nikare hew bi kirîterên sayakî berhemên wêjeyî ên zimanekê binirxîne. Gelek caran rexne li min hatine girtin ku di gelek helbestan de kêmaniya dîmenek tabloyî (çarçoveyi, dîmenek yekgirtî) xwe dide der. Rastiya vê jî heye lê ev rastî ji rastiyek dî dertê. Li welatek ser hebe (ne hewceye ku hûn rasterast di nav ser de bin, hew di wê demê de hûn li ser wê xakê bin bes e, hûn di nav bajêr de bin rastiyek e, hûn li gundan bin rastiyek hê kûr e) hiş li însana wêneyek parçebûyî ye. Weke helbestvan hest û nêrîn mîna hewrê reş pênûsê radipêçe. Hûn carna hewl didin gelek tiştan derbikin lê dawiya dawî berhem tazî dibîne! Ev hêlek. Hêla dî jî ev e ku divê em hinek tadeyî bidin xwe gelo helbestvan di helbestê de li dû çiye.

Rastiya bi êş ev e ku li bakur kesên bi tirkî sitewiyayî û hew di wateya ferhengî de bi peyvên kurdî dizanin îro ro berheman dinirxînin an jî biryar werdigirin. Heya dibistanên bi kurdî têje bin, sagirt bi kurdî gojî bibin, bi kurdî çêj ji berhemên wêjeyî werbigirin dê ji me gelek biqehirin û êsan bikêsin! Lewre jî ez dibêjim gere pir zêde ne xembe ku gelo ji bo çi bi hezaran berhem nayên firotin (di vê çarçoveyê de). An çima helbestên me bi kesan giran tê...Dem merhema devê birînan e di heman demê de...


4."Ji bo çi ruhêm...gelo ...hiii...."?


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]