NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Cemîl Oguz
Ez we nizanim lê ji bo min çav her tişt in.
Çav divê biherikin nav dil û mejiyê mirov, carinan mirov hembêz bikin, carinan bicoşînin û carinan jî mirovan xemgîn bikin ku mirov were ser xwe bi wê xemgîniya dil.
Divê çav bi wate bin, dilgerm û tenê ji bo mirov bin ku ger hin jê re bibêjin 'arizîbûn ne baş e' jî bila bêjin.
Di rojeke wiha de ku ez di nav van fikran de bûm, çavên min li çavên te ketin. Tenê çirkeyek (saniyeyek) bû çavên min xwe berdan nav çavên te lê wan çavan kir ku pênûs rabe dîlanê, hilde hêza evînê û dest bi rijandina hevokan bike. Fermo çavên ku ez dorpêç kirim, min dîl girtin û kirin ku van peyvan ji nav bîra dilê min ê kûr û evîndar bikişîne der.
Belê, fermo...

***

Çavên reş bûn ez xistim bin bandora xwe. Gava min li wan dinihêrî ez bi dînîtî herikîm wekî çemekî bê ser û ber.
Awirên wan çavên te bûbûn wekî tîrêjên roja meha tîrmehê û min dixwest wisa li min binêrin, ji bo min bibin rêya karwaniya evîndariya min ku ez di nav wan tîrêjan de gav bi gav, metre bi metre bimeşim û ber bi wan ve biçim.
Ew çav evîn bûn, bîra coşê bûn, ez difetisiyam di nav wan de, tîna rojê bûn, ez dihelandim, min mest dikirin.
Carinan jî ew çav dibûn serma û seqem. Di wê kêliyê de tevzikên sar û seqema meha rêbendanê ji canê min diçûn û dihatin.
Û dîsa gava min li wan dinêriyan, ew çav dibûn xwîn, ew xwîn dikeliya, xwe ber dida nav damarên min û soberî dikir di nav wan de.
Dibûn roja bi tîn a meha havînê ya navînê û ez germ dikirim.
Carinan jî ew çav ji bo min dibûn stêrka gelawêjê ku di berbanga meha 8'an de dibiriqîn û rê şanî min didan.
Belê ew çav. Ew çavên ku hê xwediyê wan nîn bûn. Çavên ku her kesî dixwest li wan bibe xwedî.
Ew çavên ku min dixwest her deqîqe, saet, her roj, meh û sal li min binihêrin, bikevin dû min, wekî tajiyek ku ketibe dû kîvroşkekî, wekî sîxurek ku ketibe dû nêçîra xwe.
Ew çav bûn, ez bûbûm evîndarê wan û di laşê min de wekî tîrên rimbazan birîn vekiribûn. Ji wan birînan xwîn diherikî, ew xwîn li benda hekîman bûn ku were wan derman bike, lê hekîm dîsa awirên wan çavan bû.
Belê ew çav. Ew çavên reş ên ku ez sermest dikirim, min nedikarî li hemberî wan ber xwe bidim û ez jixwe diçûm.
Ew çav ji min re bûbûn wekî helbestekê û diherikiriyan ber bi asoyên bê ser û ber ve.
Min dixwest ew çav bibin wekî taseke ava sar û ez jî wê avê jê bixwazim, vexwim û pê tîna bin bişkê.
Min dixwest bibin wekî egela şervanekî, di şeveke zivistanê de xwe li min bipêçin wekî lihêfeke ji hiriyê.
Û min dixwest çavên te ji bo min bibin pirtûkên pîroz û ez wan bixwînim. Piştî vê kêliyê min fêm kir ku ew çavên te tenê li ba min bin bes e û bi têra hemû cîhana direwîn dike.

-------------------------------------------------------------------------------
* Rojnamevanek ji Bakurê Kurdistanê



<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]