|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
KOVARA HEYWAX Cankurd
|
|||||
Di va dema paşîn da, gelek kovarên înternetî yên bi zarê me yê şirîn, mebesta min bi kurmancî, derdikevin.. Eve jî nîşana demeke nû ye di dîroka [ji dûrbûnê hatiye] neteweya kurd da, demeke berhevhatin û hevnasînê ye, û lew re min di bin malpera xwe "Kurdayetî" da nivîsand ku ev malper bo berhevhatin û hevnasînê ye… Xwedê dizane ez çiqas dilşad im ku ev netew careke dî serhedên ku li sîngê wê bi têl û histirî û bombe hatine kişandin, bi rêya înternetê diçirîne û dibêje: "Ez li vir im.. Ez namirim..!" Bêguman zarê me jî ji ber pir nivîsandinê dê rojekê bibe zimanekî hîn maldartir û bêtir netewîtir..eve jî dîsa di saya înternetê da.. Lê mixabin! Hinek hene, tevî ku bi Kurdî bûne mamoste, hîn jî nikanin dev ji Erebî an tirkî an jî farisî berdin û kovarên xwe bi wan zimanan derdixînin û belav dikin. Ev bi rojekê an du rojan ji ortê ranabe, lê ez dibêm divê em zorê bêtir bidin zarê xwe yê ku wek me binzor û bindestkirî ye. Di malpera min da jî hinek gotarên bi erebî hene, û ez bi xwe jî gotarên ramyarî carcar bi erebî dinivîsim, lê armanca min ew e ku em tev li kelepûr û zimanê xwe vegerin… Di vê ortê da, hêja Jan Dost "Ewraq Kurdiye" wek kovareke înternetî avêtiye trata kurdewariyê tê da hinek pênûsên jîr û jêhatî hene, û bi alîkariya malpera "Amûdê" bi terzekî xweşik û hêja derdikeve û namdar jî bûye (EWRAQ KURDIYE kovara Malpera Amûdê ye û ne ya Jan Dost e. Jan Dost ji hejmara 0-4an sernivîserê wê bû! / NIVÎS),..Ez bi xebata Amûdiyan dilşad im û karê berpirsê wê yê ciwan, hêja Sirwan, bextewar dibînim.. Mixabin! Kurdên me di warê rexnekariyê da, û lew re ez dibêjim ku em pêdiviyê kovara "Heywax!" in, gava çewtiyeke piçûk [bi çûk] dibînin, zû dilteng dibin, xwe nagirin û yekser rexneyan dikin û bi lez dinivîsin [ji nivişt hatiye] û malperêd Kurdan jî wan niviştan bi zûkî belav dikin.. Azadî ye, kî dikare bo kesekî bibêje: "Wilo neke!..." Mixabin! Em di rexnekariya xwe da jî hev û din dikelînin, hîç pelekî nadin ber devên xwe, kî di wê sîvhatinê [qeherê] da bi ber pênûsên me keve, em canê wî di bêvilên wî re dertînin.. Lê bi rastî carinan em ji nav zeviyê rexnekariyê bi nav zevînê devavêtinê da dibezin. Gava em woşeyeke me berê nedîtî dibînin, ji me ye ku nivîskarê wê tew kurdî nizane û yekser em wê serrast dikin, diguhêrin an jî wek çewtiyeke rêzimanî û çonivîsî didin ber tîrên xwe yên dijwar.. Çi bi erebî û çi bi kurdî, em bi lez û bez in, em ji hev re dijwar in, tûj in, suwarên bi mertal û şûr in.. Gelo! raweste, ka ew mirov jî wek te Kurd e an ne?! Ma ew bêje rast e an ne?! Ji ber vê yekê jî hene nivîskar nema berhemên xwe bo belavkirinê bi rêya kesekî din dişînin. Her kesek dikare xwe wek "rexnekar" bide jimartinê, lê carinan "k" dibe "m"… We teva dît; çawa giranbiha Perwîz Cîhanî pirtûka min a ku bi navê [Alexander Jaba: Çêrokên Kurmancî] da ber qime û xenceran, bê ku metnê pirtûkê yê mak dîtibe an jî xwendibe, hema ji ber xwe texmîn kir ku wan çewtiyên di pirtûkê da tev ên min in û Alexander Jaba ew pirtûk bi xwe ne nivîsandiye, ew ji meleyekî kurd diziye an ji dev wî girtiye bê ku belgeyeke dîrokî li ser vê texmînkirinê û vê gumanê bîne.. Niha jî rexnekariya kek "Helîm Yûsif" ku çêrokbêj û çêroknivîsekî namdar e, li ser gotareke hêja Dr. Evdilmecîd şeyxo bi ber çavên min ket. Ez wek dostekî dipirsim: "Gelo! Ma rast wê hêja Heyder Omer rojekê gotareke dostê xwe yê kevin bidize? Ma rast wê kovara Pênûs ku bi sernûseriya kekê hêja Dr. Kamiran Bêkes derdikeve, wê rojekê tiştekî hatiye dizîn, belav bike?!" Ez bi xwe vê yekê hîç bawer nakim. Min bi xwe pirtûkên nivîskarekî kurd, ku li ba min mirovekî wefadarê gelê xwe ye, yek û yek xwendin û li ser wan jî hinek gotar nivîsandin. Bêguman bo kesekî ku bi zimanê tirkî xurt e, lê taze dest bi kurdî kiriye, wê çewtiyên zimanî hebin û dibe jî pir bin. Min wan gotar di înternetê da belav kirin, lê rexneyên xwe yên li zimên tenê ji wî re hinartin. Ez dibêm: Histobariya rexnekar ne tenê gera li gûzên fiç e di nav koma gûzan da, divê ez li nav baxçeyê [ "çe" bo piçûkkirinê ye, wek Helebçe, debançe, navçe û parçe…] dostê xwe yê nivîskar bigerim û binêrim, ka ew bi çi sîstemê dinivîse, çawa avahiya xwe ya wêjevanî lêdike, baranê bi çi terzî bi ser baxçeyê xwe da dibarîne an jî coyên avê çawa di nav zevînê xwe re birine.. Ez berhemên wî yên berçav û hêja bidim nasandinê, ne tenê ez li kêmanî û nebaşiyan bigerim.. Bo vê yekê, ez dibêjim: "Heywax! Kanî kovara Heywaxê li kî derê ye?!...Heywax, çima ez ne jî ne bûm "Rexnekar"?!
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |