NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 22 - 24.11.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [SERNIVÎSER] [ERŞÎV]

 
       
   
  Bîst û didoyê meha dehan, roja helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.
Helbestvanên kurd evê rojê bi navê mehrecana helbesta kurdî bi bîr tînin…Salek, didu, û sê bi vî awayî hevrikî û pevçûn, lê têk diçû bê ko kes bizane mehrecan ji bo çi hatiye? Ji bo çi evan helbestvanan dide hev û li ser xaleke girîng komcivîneke mezin pêk tîne? Yan armanc jê çi ye?

Tenê dizanin ko navê wê "mehrecana helbesta kurdî" ye, û helbestvanên amade dibin, her yek helbesta xwe dixwîne!! Dawiya mehrecana helbestvanek taybetî ko ji berî salekê de bi nav bûye, xelata mehrecana werdigre!

Helbet mehrecan ji destpêkê de di bin bandora partiyekê de bû, bi behana Cegerxwîn milk û malê bavê wan e!!
Ev rewş bi partiyên din ne xweş bû, partiyên din jî dest dirêjî kirin! Rebena mehrecan li ber hevrikiya wan çû, û ji wateya xwe derket ta ko bû du mehrecan bi saya Xwedê û saya partiyên me, weke Newrozê, weke helbijartinên perleman, û weke mahrecana şanoya kurdî "xwedê wî bi dilovaniya partiyan şake"!!

Ev bû deh sal rewş wisan diçe. Ta niha helbestvan li azadiya xwe hay nebûne, yê ko serê xwe rake, di civakê de wî pûç dikin bi melûlî li mala xwe rûdinê û dibêje: çî min jê tê?
Tiştekî din balkêş di xelatkirinê de heye, berî ez ji bîr bikim: mehercan xelatkirina birayê xwe, helbestvanê ereb jî ji bîr nake. Her sal helbestvanekî ereb xelat dikin, qencî bi qenciyê di vegerînin!?

Tiştekî hindik li ser "rewşa mehrecanan" îsal dizanim, lê li gor gotarên me li ser wan xwendin weke her sal paşûpê vedigere!

Mahîn Şêxanî ji "Kurdistana Dirbêsiyê" çend têbînî li ser mehrecana "Kurdistana Efrînê"ji me re guhastine; û nivîskarê hêja Meşel Temo ji "Kurdistana Qamişlo"yê, lê li mehrecana Efrînê bû, hinek gilî û gazin kirine. Birayê min, kî dengê te dike? Ji berî heft salan me dizanîbû ko mehrecan ne bi destê nivîskaran hatiye avakirin; lewra paşeroja wê dê bibe diwanizde perçe çimkî rewşa tevgera kurdî wisan nîşan dike!

Gotareke din min xwend, doza komîteke serbixwe ji mehrecan re kiriye! Li rewşa kovarên kurdî binêre û di dûv re doza komîteke serbixwe bike: Heger nivîskarek ji derveyî partiyan be, çiqas astengiyê di belavkirina berhemên xwe di kovarên partiyan de dibîne!!
Lê bi bext mirov bibêje, li ser bergê pêşîn "kovareke çandeyî, giştî û serbixwe ye" dinivîsînin!

Û rewşa mehrecana ne bi gelekî ji ya kovaran çêtir e. Ev bû deh sal û ez vê peyvê tekez dikim, heger nivîskarek du salan li ser hev li mehrecana amade bû be, helbet ji bilî komîtên berpirsiyar … Xêr e? Çima ????????

Mahîn dibêje:"Mixabin helbestvanên mezin li mehrecan amade ne bûne."!! Heger mafê helbestvanê mezin bigihayê, û şêwra wî girîng ba di amadekirina mehrecanê de, bêguman bi hemû hêza xwe dê alîkarî di serketina mehrecanê de bikira..
Çîrok, çîroka şûjinê ye.. bê dawî ye. Hûn tev de çîroka şûjinê dizanin, ne hêjaye ez ji we re dubare bikim…!!
Lê berî hejmara mehrecanan bi qasî ya partiyan bibe, çend pêşinyarê min hene bi destûra we be ezê bêjim:

1- Girînge nivîskarên kurd yên dûrî rêxistinan û bandora wan, xwe bilivînin bi bal damezrandina "Yekîtiya Nivîskarên Kurd" û lîsteyekê bi navê hemû nivîskarên kurd ji wezareta ragihandin û çandeyî li Sûriyê re hildin, û armancên damezirandina yekîtiya nivîskaran bidin xuyakirin. Heger wezaretê bersiv neda, û sedî not û neh nade, dê ev beyana damezirandinê bêguman cihekî bigire, çi li Sûrî, çi li derveyî Sûrî be. Bi vî hawî nivîskar dikarin ji bandora partiyan rizgar bibin. Çimkî partî evî karî nakin û nikarin bikin, û li aliyê din dê nivîskarên serbixwe nêzîkî hev bibin, bi xurtî dê bikaribin karên xwe yên toreyî bikin, ji şevbuhêrkan, ji mehrecana û hem komcivînên toreyî. Di nerîna min de û hêviya min ew e ku dê serketî bin…
2- Da ev gava girîng pêk bê, divê li her bajarî ji Şamê ta bi Dêrikê girûpên yekîtiya nivîskaran çêbibin..
3- Hilbijartin in bi sinçî û berpirsiyarî di nava girûpan de pêk bên, nûnerê her girûpê li hev bicivin û komîteyeke bilind damezirînin, da bi navê Yekîtiya Nivîskaran bi peyive…

Helbet ev tiştê ez pêşinyar dikim ne nuh e, ji berî 15 salan nivîskarê hêja Qado Şêrîn û çend nivîskarên din beyannameyeke wisan belav kirin, lê mixabin ne giha serî, sedem jî partiyên kurdî bûn. Wê hingê digotin ev jî dixwazin partiyekê ji xwe re çêkin!!? sedem Helbet berî çend salan li Şamê dîsan hewildaneke wisan hat kirin û civîneke mezin pêk hat, lê ew jî ne çû serî ji ber destê hinek partiyan tê de bû.…!!

Gotina min î dawî:
Em ne dijî tevgera netewî ne, lê divête dev ji nivîskaran û hêvî û daxwazên wan berdin.. karê rêxistinî li gel karê toreyî nabe. Ji hemû nivîskaran jî tête xwestin ko ji bend û kilîdan rizgar bibin…


14/11/2002


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]