|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 22 - 24.11.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [SERNIVÎSER] | [ERŞÎV] |
|
ÇAND Û WÊJEYA KURDÎ Û SEDEMÊN LI PAŞMAYÎNA WÊ Îkram Balekanî*
|
|||||
Lê mixabin gelê kurd girîngiyê nade vê yekê û li çand, wêje û zimanê xwe xwedî dernakeve. Lêkolîner kêm in û li ser mijarê naxebitin. Ku hebin jî bi zimanê biyaniyan karê xwe dikin û ew bi çavê biyaniyan li mijarê dinêrin jî. Kesên ku bi kurdî dinivîsin û dixwînin jî kêm in. Sedema yekem û ya herî bingehîn ol e. Eger kurd hemû li ser yekê olê bûna dê ev nakokiyên heyî ji holê rabûna û niha wêjeyek xurt û zimanê yekgirtî yê kurdan jî hebû. Ji bo mînak mirov dikare gelê ereb nîşan bide. Heke mirov bala xwe bidê, erebekî şamî ji yekî riyazî yan bexdayî fêm nake. Lê hebûna Quranê ku pirtûka wan a olî ye bûye sedem ku zimanê wan yê yekgirtî pêk bê û ew baş ji hev fêm bikin. Heman tişt ji bo kurdan jî derbas dibe. Em bêjin ku kurd hemû zertuştî bûna wê çaxê dê pirtûka wan a olî Avesta bûya. Lewre her kesê dê ji Avestayê fêm bikiraba û dê zimanê yekgirtî yê kurdan jî pêk bihata. Yan eger ew êzîdî bûna dê her kesê ji Mishefa Reş fêm bikiraba û li gorî wê qise bikira. Niha heke êzîdiyekî ji Urmiyê bê bal êzîdiyekî Midyadê tu cudahî di navbera devako wan de nîn e ew jî bi saya Mishefa Reş pêk hatiye... Sedema duyem. bikaranîna tîpên cuda dîsa darbeyekê li pêşketina çand û wêjeyê dide. Em bibêjin ku li Başûr jî tîpên latînî bihatina bikaranîn û ew berhem hemû biketina destê kurdên li parçeyên din, dê bi awayekî erênî bandor li mijarê bikiraba û dê xizmeteke mezin ji bo pêşketina wêjeyê hebûya. Her wisa berevajî vê yekê jî rast e. Sedema sêyem jî şert û mercên erdnigariyê yên welêt û herêmê ne. Ji ber ku di navbera me de sînor hene (ligel vê yekê sînorên derûnî û pîskolojî jî hene), hatin û çûyîn di navbera kurdan de kêm e. Her yek ketiye bin bandora cîranên xwe û ji ber danûstandinên rojane zimanê wan û têkiliyên wan mirov bixwaze nexwaze guherîne. lewre wêje û çanda dîsa li paş dimîne. Heke ew sînor nebûna û hatin û çûyîneke navxweyî hebûya, bêguman dê çandeke dewlemend û zimanekî yekgirtî jî pêk bihatiba. Sedema çarem bêbaldariya kurdan a li ser dîroka wan e. Em bibêjin ku ew nivîskarên kurd ên ku bi kurdî dinivîsin, piraniya wan çavgirtî û çawa lêhat dinvîsin. Bêyî ku ew li ser dîroka, siyasî, wêjeyî, çandî û zimanê xwe lêkolîn û lêgerînekî pêk bînin, radibin û tiştekî dinvîsin. Ez bi dilekî rehet dikarim bibêjim ku nivîskarên kurd ji bilî çend kesan tu agahiyek der heqê dîroka wêjeya kurdî de tune ye. Her yek ji wan çend navên wêjekar û nûserên biyanî li ber dikin û her tim wekî tûtik dibêjin. Her wekî hin ciwanên me ku dibêjin em siyasetê dikin. Gava ku tu ji wan bipirsî 'CHE' kî ye, ewê ji cil û bergên wî heta xwarina ku wî dixwar jî ji mirov re bibêje. Lê ku tu jê bipirsî: "Qazî Mihemed kî bû?" yan "Berzencî, Şêx Seîd kî bû?" Bi rastî nîvê wan nizanin û min ev yek bi çavê xwe dîtiye. Heman tişt ji bo nivîskarên me jî rast ku mirov bibêje ku ew nûser û wêjekarên kurd ên dîrokî nas nakin. Ez bibêjim piraniya nûserên me Mestûre Kurdistanî nas nakin, ligel ku ew jinek bûye, û dîwana wê heye û nêzîkî bîst hezar helbest nivîsîne. Nivîskarekî ku wê nas neke, Xato Mey Zerd nas neke û bi dehan jinên helbestvan ên yarî nas neke, gelo dê çawa wêjeya kurdî xurt bike. Her yek radibe tiştekî dinvîse û bêyî ku bizane tiştakî wisa hatiye nivîsin, îdîa dike ku pirtûka wî/ê yekem pirtûka kurdî ye ku di wî warî de hatiye nivîsîn. Yekî ji wan li ser dîwanên helbestavanên kurd xebat nekirey û berhemên wan nexwendine... Sedema pêncem jî di serdemekê de hebûna mîrnişîniyên kurdan e. Gava ku mîrnîşîniyên wekî Baban, Soran, Botan, Erdelan û hwd. pêk hatin. Her yekî di herêma xwe de karek meşand û li gorî devoka herêma mîrnîşîniya xwe xebatên wêjeyî kirin. Em bêjin mîrnîşîniya Botan, devok cizîrê, ya Soran devoka Silêmanyê û ya Erdelan jî goranî bi kar anîn. Lewre cudahiyek ber biçav kete nava devokan lewer jî zarave bêhtir ji hev cuda bûn. Piştî ku zarava cudatir bûn, bandoreke mezin li pêşketina çand û wêjeyê kir û heya niha jî didome... Sedama şeşem jî nebûna hêza siyasî û desthilatiyeke xurt a kurd e. Ku desthilatiyek nebe, tu kes nikare bi gel bide selmandin ku divê kîjan zarave yan devok bê bikaranîn an ji bo wêjeyê divê xebatên çawa bêne meşandin. Lewre biryarên ku têne girtin ji aliyê gel ve nayên bicihanîn. Gel gulê xwe nade kesê û her yek li gorî rêz û rêçikekê kar dike. Wekî mînakdi salên 1932'yan de li Soviyeta Kevn ji hêla nivîskar û rewşenbîrên kurd ve zaravayê kurmancî wekî zimanê yekgirtî û wêjeyî yê kurdî hate qebûlkirin, lê ji ber nebûna desthilatiyeke siyasî ku biryarê bi gele bide selmandin, ew têk çû û kesê guhê xwe neda wê. Her wisa li Başûr jî li Silêmaniyê zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) wekî zimanê wêjeyî yê kurdî hate îlankirin lê dîsa nebû. Bes tunebûna desthilatiyeke siyasî jî bandorê li vê yekê dike ku ziman û çand bi pêş nakeve. Sedema heftem jî ev e ku di nava nûserên kurd de, çavlêkirin heye. Heke yek radibe dest bi nivîsîna helbestan dike, êdî her kesekî/e ku wî/ê nas bike, dibe helbestvan û bi dû şopê dikeve. Ligel ku helbest di pêşketina wêje û ziman de ew qas ne bandorker e jî her kes dibe helbestvan. Em bêjin her kes bala xwe bide xwe û bifikire; gelo ez dikarim karekî çawa bikim, ez ji çi hez dikim, ezê di kîjan warî de bi ser bikevim û bikarim xizmeta wêjeya xwe bikim û hwd. dê gelekî baş bibe û wê çaxê dê berhemên baş jî derkevin holê. Di encamê de derdikeve holê ku sedema lipaşmayîna çand, wêje û zimanê kurdî çend tişt in: *Tunebûna lêkolîner û wêjekarên xurt di navbera kurdan de. 1- Tunebûna oleke hevpar 2-Bikaranîna tîpên cuda di nivîsîna berhemên kurdî de. 3-Hebûna sînoran di navbera kurdan de û kêmbûna hatin û çûyînê. 4- Bêbaldariya kurdan a li ser dîroka, çand û wêjeya wan. 5- Hebûna Mîrnişîniyan di serdemekê de. 6-Nebûna desthilatiyeke siyasî ya kurd. 7-Çavlêkirina bêçine ya kurdan... ------------------------------------------------------------------------------- * Rojnamevanek ji Bakurê Kurdistanê
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |