NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Xemcivîn
Hey buhar im,
bi te hatim…
bi te hatim…
wa bilbilim, te geş bikim;
wa qazim mizgînê bi te bidim
hey buhar im,
ez çi me?
deşt û mêrg im
lema bîstanê hêviyê me?
li serê şaxê pişko jim;
rengekî xweş im,
bihna şevnemê
min ji kenê te vedida …!!
dilê min , bi te hatim…
bi te hatim …
ronî bûm
di roniya te de wenda dibûm..
bi weşîne bayê viyanê
ji te hatim , bi te hatim
hey buhar im;
dilê min,
li mêrga evînê distira..
dengê azadî,
qebqeba çiya,
ser bilind li kohê Metîn
li Agrî,
li Zagros,
û li Kurdaxê
wa distira…!!
Hogirî
berqef û şikeftên xwedî nas
koz û çalên mêraniyê…,
evîna çiya
û berfa zinaran dibûm…
ji te hatim,
bi te hatim,
roka azadiyê,
bayê bîn vedanê
û dengê destar û hêranê
li ber kevirên laleş
perestê hebûna te,
ez sernixûz dibûm… !!
wer ez hatim,
wer ez dimînim…!!
Bi dilê te dîl im
girtiyê sîwana hezkirinê me…
hey bûhar im;
geşbî li me
baran e, berf e…
hey tilûr im,
evîndar im,
rengê te bi min
herdem jîn e …


21/12/2001


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]