|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 21 - 21.10.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
GERA KESAYETIYÊN CÊWÎK Salih Turan
|
|||||
Ez li xwe mikur têm, hûr hûr difikirim. Hişê xwe li ser xwestekên xwe yên nejiyayî yên ku mafê jiyînê bi bersivên reşbîn ên beramberan jê hatine standin de didim hev. Yek didu sisê wek jimarên bêdil ji ser zimanê ku ji ber gotinên hêvînekirî bi caran li xwe vegerandibe bi zingîniyekê li ber guh dikevin. Hemû jî pêşî mîna stêrên bi tîna ronahiya xwe li dilê bêsiûd diqelibin dixuyin di destpêkên bikêf de. Yên ku tarîtiya şevê bi şewqa xwe dikujin û bi coşa hevşabûna evîndarên jiwxeçûyî bi ser hev de dişemitinin jî jixwe her tim ew in. Çavên ku bi şewqa xarikên reş ên cewherparêz li hev dikevin, hê ne jiyayî sonda xwe ya domdarkirina hevşabûnê didin. Ew ji kirêtiya hawîrdorê dûr, di katedemeke serbixwe de li hev dipijin. Wan katedema xwe ji nav tevahiya dahatû û rabirdûya şêniyên yek naşibe hev û bêyî hev jî nayên fikirîn bi hurbînî neqandiye. Demên bijartene ew demên ku di katedemên jiyanên me hemûyan de cihê xwe dibînin. Yek ji me neşibe yê din jî bi hest û ramanên xwe em pirî caran mîna hev in. Çavqurpîna setêra çavên ku ji xarikên reş mîna şopa labîrentê dikevin dil, me hemûyan gêj dikin. Laşê ji goşt û hestî pêkhatî pêşî dibe du filq û ev filq jî ji kurahiya ramanên hestiyarî li hev tên pêçan di nav rihekî de. Rojên me yên bêyî daxwazê bi qasî ku dişibine hev hew qas jî ji hev cihê ne. Hest û ramanên kevnar tevî yên ku nû têne jiyîn li nav hevdu dikevin. Ango du kesayetiyên cêwîk li nav hest û ramanên me bi cih û war dibin. Çav, her û her bi dîmenên nû û awirên kesên hêja nû hatine nasîn ve xwe dialiqînin. Ew fera xwe bi wan deman diparêzin. Çendî ku bergeha jiyanên cihereng li xwe firehtir dikin, bextewariyên demdemî jî li mirov peyda dibin. Dem û kesên ji nav bêjinga hestên taybet yên sereke hatine neqandin, ligel bextewariya demdemî dîsa jî li mirov vedigerin di tenêmayînê de. Zimanê ku li nava lêv û argûşkê, di wan şevên tenêbûnê de hatiye derbendkirin, peyv û hevokên ne sazkirî di xwe de vedişêre. Dil diçe aliyekî, mêjî li ramanên hestên hundirîn diqelibe, naşuxile. Bejn û bala tenêmayî li ser runiştgeha jibîrveçûyî dimelise û çav jî li aliyekî din di ser cihekî ne xuya ve bi awirên matmayî li hêviya rijîna hêsirên bêxwe ne. Serpêhatî giş, ligel roja ku hê germahiya xwe diparêze, tevî dahatû û rabirdûyê mîna şerîta fîlmekî di ber çav de derbas dibin. Ziman hîn jî lal e, bê lebat e di nav bera lêvan de bi diranan hatiye rapêçan. Ne di peyive ne jî êşa hundirîn ya ji dil ve dipejiqe bi ser mêjî de hîs dike. Demên tenêmayî ji demên ku serdemên destpêka şaristaniya marovatiyê ne, kêmtir nîn in. Di naveyna wan deman de bi qasî qirneyan bendewariya civakîbûnê heye. Çawa ku her tişt bi zimanê ku xwe ji nav bendîxana lêv û diranan rizgarkiriye destpêkiribe, di demên tenêmayî de yên ku wateya xwe ji bêdengî û bêtevgeriyê distînin de jî her tişt ji nû ve bi wê şiyarbûna hundirîn dest pê dike ji bo mirov. Ez, tu, ew û yên din van deman baş dinasin, digel kesên bi hest, raman û nêrînên xwe yên çavê hundirîn an jî derveyî ji hev û din cihê ne. Di wan deman de, hemû labîrentên ku me bi mebesta hew kes karibin bi ser de herin avakirine, yek bi yek dertên pêşberî me. Em dikevin nav heyreke mezin. Gelo ji kîjan serî ve xwe wer bikin nav wan benên lihevpêçayî? Dimînin bê bersiv hemû pirsên ji bo destpêkirina gihana dawiya labîrentê hatine pirsîn. Li hundir jî, bi piranî ji nav dilên ku bi tevrên ko hatine birîndarkirin, bizotên bi av û xweliyê jî nekarîne bêne vemirandin, weke tîna şewatekê xwe li bedenê dipêçe. Bîna şewata bizotên ne vemirî ku ji kurahiya dilê birîndarkirî ve tê, hêdî hêdî ber bi gewriyê ve bilind dibe. Zimanê lal ji tanên bizota agirê hundirîn êşê dikişîne. Ew dikeve şermê, hê ku ji hilmên lêdana dil ne heliyaye xwe bi lez disipêre mêjî. Ziman di nav hişê belavbûyî de westiya ye. Ew bêdeng, bêlebat, bêtevger maye. Xwe kişandiye ber bi paşiya hundirê nava dev ku li ber hilma ji gewriyê tê bûye qelpax. Bîna çikiyayî nahêle ku dil bi hêsanî lê bide. Ew di nav labîrentên bedenê ku mêjî jî nikare wan ji hev safî bike de maye asê. Çiqas bişewite jî di nava xwe de cihê jêderkê jêre namîne.
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |