NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Sirri Ayhan
Di cûtaya leşkerî de Elî tê girtin û rastî gelek tad û nerehetiyan tê. Ew digel ku li gelek cihan tê şikencekirin û du mehan di bin çavan de dimîne jî tu sûcekî qebûl nake. Di vê navberê de ligel nerehetiyên cur bi cur bi nexweşiya weremê dikeve û tenê çerm û hestî dimîne. Piştî ku wî derdixin pêşberê dadger wî dişînin girtîgeha Dîlokê.
Gardiyan wî dikişînin goşeyekî û gazî berber dikin, serê Elî ditiraşin.
Elî li goşeyeke didin sekinandin û gardiyan li ser serê wî berhev dibe. Ew bi hinceta ku dê lêgerînê pêk bînin, hemû cil û bergên wî jê dikin û wî dikin mijara henekan û biçûk dixin.
-Kuro ka destên xwe dirêj bike! Berberê kominîst, ma me ji te re negot, careke din neyê bal me?
Bi daran li ser destê wî didin û dibêjin: "Te ew belavokên jehirdar bi van destan dinivîsîn na?" Bi pihîn û mistan li wî didin û destên wî dipelçiqînin. Berçavka wî dikeve aliyekî û bi xwe jî dekeve aliyê din. Elî zimaê xwe digeze û li hember lêdanê li ber xwe dide. Lê ew wî neçar dikin ku xeberan bide û çêran bike. Tiştên wî belav dikin û her yekî davêjin aliyekî. Dermanên wî yên ku di nav kincên wî de veşartîbûn derdikevin holê û gardiyan bi bihînan hem berçavka wî û hem jî dermanê wî dipelçiqînin û pêpes dikin. Elî ku dixwaze bi pê wan bigire û nehêle, ew bi hêrs û çêra dikin û ji mirinê re li Elî didin. Elî gava ku dibîne berçavka wî û dermanê wî têne pêpeskirin destê xwe dide ber serê xwe da ku derbe li serê wî nekevin û bi dilekî şewitî digirî.

-Kuro ev çi ne? Te ev ji ku anîne?
-Ew dermanên min in. Wan bidin min. Dest nedin dermanên min. Ka berçavka min. Ma dê çi be, berçavka min bidin min!
-Negirî kuro! Ma tu ne mêr î? Tu çima wekî jinikan digirî! Ker kurê ke…! Hûn her gûyekî dixwin û paşê wekî jinikan jî digirîn!
-Ka dermanên min. Çi dibe ma, wan bidin min. Heke na ezê bimirim ax! Gardiyanekî pîr ku li goşeyekî sekinîbû, got: "Ka ez lê binêrim ev dermanên çi ne?"
-Ev dermanên weremê ne. Min ev bi zor peyda kirine. Ma dê çi bibe…ax… Gardiyanekî din kete navberê û got: "Tuyê hem mirovan jehdar bikî û hem jî wekî jinikan bigirî. Ew lêban dike.
-Ka wê de herin. Bisekinin min gote we bisekinin! Elî hê jî digiriya.
-Kurê min negirî. Ka bibêje ev dermanên çi ne?
-Bêhna xwe kişand; serwerê min ez nexweş im. Heyî û tuneyiya min ev derman in. Ma çi dibe dermanê min û berçavka min bidin min.
-Ehmed ka bixwîne li ser van heban çi dinivîse.
-……..dinivîse dermanên weremê serwerê min.
-Zû herin ser karê xwe. Kurê min ji kengê ve heya niha tu di bin çavan de yî?
-Serwerê min ev du meh derbas bûn.
-Tu derevan nakî na?
-Na!
-Hevsûcên te li ku ne? Tu çima bi tenê hatî?
- Serwerê min tu kes tune ye, ez bi tenê hatime girtin.
-Çawa bi tenê? Ma tu ne siyasî yî?
-Erê serwerê min.
-Kurê min derevan neke. Hevsûcên te li ku ne?
-Min hevsûc tune ne.
-Tu ji ber kîjan bûyerê hatî girtin?
-Tu bûyerek tune ye serwerê min.
-Ango çi? Te çi da girtin?Te kî kuşt?
-Min tu kesek nekuşt. Li ser min jî tu tiştek nehate girtin.
-Kurê min derevan neke! Sûcê te çi ye? Ji bo çi tu girtinî? Tu ser bi kî û kîjanê yî?
-Ez benî ez bi tenê hewadar û sempatîzan im.
-Ew çi ye?
-Ez ji çepgiran hez dikim.
-Tenê ji bo vê yekê tu girtinî?
-Erê serwerê min…ewk…
-Baş e. Tu berê qet li vir razayî. Wê çaxê sûcê te çi bû?
-Wê çaxê jî ez ji xala 142'yan hatibûm dadigehkirin û girtin. Berî cûntayê dosyaya min hatibû girtin û ez azad bûbûm. Ku leşker hatin ser kar dosyaya min dîsa vebû. Lewre ji ber hema sûcî ez dîsa girtime.
-Kurê min ha berçavka xwe bigire. Êdî tişt û miştên xwe berhev bike û bide ser hev. Ezê te bişînim cihekî din. Kincên xwe li xwe bike. Tiştên xwe kom bike tuyê piştî demeke din herî.
Elî bi tenê di odeyê de dimîne û kincên xwe li xwe dike. Ew bi xemgînî dermamên xwe yên ketî erdê kom dike û difikire. Ew li destê xwe yên werimî û birdîndar dinêre û dibêje: "Ezê binivîsim. Ezê binivîsim, çi dibe bila bibe, ezê binivîsim. Ezê di riya xwe de bimeşim."


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]