|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 21 - 21.10.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
DI EDEBIYATÊ DE MÎZAH Û PIRTÛKA EVDILE KOÇER: GOVENDISTAN Lokman Polat e-mail: lokmanpolat@hotmail.com |
||||
Di edebiyata kurdî de berhemên mîzahî hindik in. Edebiyata kurdî a devkî ji hêla mîzahî ve gelek dewlemend e. Qelsî, xwe di hêla nivîsê de dide nîşandan. Nivîskarên ku berhemên mîzahî diafirînin çend kes in, loma jî pirtûkên mîzahî hindik tên weşandinê. Berê, çend kovarên mîzahî ên kurdî hebûn, niha tenê yek kovareke mîzahî a kurdî heye, navê wê "Pîne" ye. Ew jî kovara mehane ye û hêj nû dest bi weşanê kiriye. Di piraniya kovarên kurdan yên ku têne weşandin de beşên mîzahî tune ne. Kovarên partî û rêxistinên siyasî jî, ji bo ku pir ciddî(!) ne, rûpelên xwe ji nivîsên mîzahî re venakin. Di kovarên çandî, edebî de jî beşên mîzahê tune. Bi min, divê kovarên kulturî, lîteraturî de beşê mîzahê hebe. Karîkatur û mîzah wek xweşk û bira ne. Wek ku dil û kezeba wan bi hevre be, ji hev venaqetîn, hevûdu temam dikin. Piştê salên 1980yî li Swêdê kovara "Zengil" , "Mîrkût" û "Îsot" derketin. Hersê kovar jî mîzahî bûn û di nav rûpeln wan de gelek karîkaturen balkêş hebûn. Niha li Swêdê tu kovareke kurdî ê mîzahî dernakeve. Piştê salên 1990î jî li Stenbolê kovara "Tewlo" derket. Paşê kovareke mîzahî "Pîne" derket. Piştê weşandina çend hejmaran û guhertina çend navan, ev kovar jî hate girtin. Demeke dirêj, anku çend sal kovarên kurdî ên mîzahî derneketin. Niha kovara "Pîne" dîsa dest bi weşana xwe kiriye. Kovara 'Pîne" niha mehane derdikeve. Di kovarê de bi giranî karîkatur û romanên xêzikî hene. Helbet di gel vana gelek nivîsên mîzahî, pêkenok û hwd, hene. >> Berdewam bike.. (PDF* - 7 rûpel) ------------------------------------------------------------------------ * Bo xwendina vê nivîsê, programa ACROBAT READER pêwîst e!
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |