NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Imre Kertész
(Wêne: Martin Fejér - festspielfreunde.at)
Imre Kertész, nivîskarekeî majarî, xelata NOBELê ya wêjeyê ya sala 2002an wergirt.
Imre Kertész di 9.11.1929an de li paytexta Majaristanê Budapest ji dayik bû. Ew ji binemaleke cihû ye.
Gelek ji 11 berhemên wî hatine wergerandin bo zimanên elmanî, ingilîzî, firensî û swêdî.

NIVÎS daxuyaniya "SVENSKA AKADEMIEN" (Akadêmiya Swêdî) a Nobêlê bo xwendevanê kurd wergerand.

Dayuyaniya Nobel a sala 2002an

Di vê serdema ku hêz û bandorên derdorane yên civakî her tişt bi awayekî gelemperî dagîrkirine, nivîskarê majarî KERTÉSZ gengaziya ku takekes jiyan û têramandina xwe berdewam bike, pêşkêş dike. Hemî berhemên KERTÉSZ bi guherîna bingehîn a jiyana wî ve girêdayî ne, ango bi wê dema ku 15e salî bû û ji alî naziyan ve hatibû girtin û radeyek ji temenê xwe di serbazxaneya Auschwitz qedandibû, girêdayî ne. Ew serbayxane ji boyî KERTÉSZ û li gorî pêvajoya Ewropa Rojhilat ne hema tiştekî biyan û surdar û wisa ji nişkê ve bû, ew serbayxane ji boyî wî bi gewdekirina dijwar a rastiyê bû; rastiya ku di jiyana nûjen de êdî mirovatî bi şûn ve vedigere.

KERTÉSZ di pirtûka xwe ya pêşîn de (Mirovê bê çarenûs) ya ku sala 1975an weşandiye, çîroka xortekî bi navê Köves dibêje. Köves ji alî naziyan ve tê girtin û bo serbazyaneyekê têt veguheztin, êdî da ku rizgar bibe xwe li gel serbazyaneyê vediguncîne.. Nivîskar alava xapamdina bareyan bi kar tîne û serbazxaneyê wek rewşeke realîst û ber bi çav dest nîşan dike, di gel hemî zordarî û qiriktalî û dijwariyan hewl dide ku jiyana rojane ya serbazxaneyê jiyaneke asa pêşkêş bike. Di heman wextê de wê jiyanê ji kêfxweşiyê jî bêpar nahêle.. Köves bi çavê zarokan li derdora xwe temaşa dike, ne têdigihêje û ne jî derdora xwe wek rewşeke neasa fam dike, sedem jî ew e ku hê baweriyên amadekirî yên mezinan wernegirtiye. Reng e ew rasteqîniya pesindanê ya ku xwendevanan dihejîne ji vê yekê hatibe ku KERTÉSZ ne xawen çi rikdariyeke sincî yan jî dijberiyeke mîtafîzîqî ye. Yê xwendevan ne tenê bi hovîtiya kirin û çalakiyan dilerize lê bi awayê neagahane yê bikaranîna wan kirin û çalakiyan vediheje. Yê serbir û yê qurban bi movikên jiyana rojane û sade dadikevin û dozên mezin wenda dibin. Nameya ku KERTÉSZ dixwaze di vê pirtûka xwe bigihîne ev e (ger tu bixwazî bijî, gerek tu xwe biguncînî). Hewldana hustxwarkirina bar û doxên dijwar ên Auschwitz serencama heman baweriyê ye; baweriya ku wergêra xwe di hemjiyana rojane ya mirovan de dibîne.Bi vî awayî yê nivîskar pêrgî teoriya felsefî ya kevneşopî dibe, teoriya ku jiyanê wek dijmina giyanê mirovatiyê dibîne.

Di (nimêjek bo zarokê ku ji dayik nebûye) ya ku sala 1990î hatiye weşandin, KERTÉSZ weneyeke neyênî bo zaroktiyê pêşkêş dike. Ku pişt re hestên dijber yên Köves şirove dike ku çawan li mala xwe ye lê ew li serbazyaneya naziyan e.
Û dawiya dawî vê şiroveya xwe ya reşbînane û realîzmane wisa kuta dike: dijwartirîn pileyên li peyçûn û guncînê evîn e, ango radestiyeke reha ye bo arezû û daxwaza jiyanê.

KERTÉSZ dibîne ku radeya giyanî ya mirov di neguncîna wî ya di gel barûdoxên jiyanê de dest nîşan dibe. Ezmûnên takekesane li hemberî berjewendiyên gelmper bêkêr û sade dixuyin.
Ramanên KERTÉSZ di pirtûka wî (Jinenîgariya Dîlekî) de ya ku di sala 1992an de hatiye çapkirin, berceste dibin. (Bahaneya teorî hema hema avakirin e) wisa dinivîsîne. Lê di heman demê de rêçên hevpeyivîn û diyalogê di gel dîroka payebilind a rexneya wêjeyî vedike, ango rêçan ber bi Pascal, Goethe, Schopenhauer, Nietzsche, Kafka, Camus, Beckett û Bernhard ve vedike. Û KERTÉSZ wek çend kesan di kesekî de xuyanî dibe. Li paşnavê xwe yê cihûyane wek paşnavekî ku dijminan bi wî ve çesipandiye temaşa dike. Lê di dema şirovekirinê de ber bi zanîn û hişyariyên mirovatiyê ve û serdema ku tê de jiya ye sernişîv dibe. Em dikarin bibêjin ku berhemên li pey (Mirovê bê çaremûs) û (têkçûna Dijwar) sala 1988an û (Nimêja bo zarokê ku ji dayik nebûye) hatine, berdewamiya berhema yekemîn in.
Di dema ku nivîskar li bendî nepejirandina romana xwe ya derbarê serbazxaneya naziyan Auschwitz bû, bi şêweyekî Kafkayî berê xwe dabû nivîsandina çîrokeke nûjen. Çîrok bi xwe saloxdana Ewropa Rojhilat e, wek saw û metirsiya cîgehên girtî ye (Klostrofobya), lê dawî wî agahdar dikin ku pirtûka wî di gel hemî alotiyan dê çap bibe. Hestên valahî û bêhûdeyiyî wî dagîr dikin. Ger pirtûk li ser refên pirtûkxaneyan bi cih bibe êdî qehremanê wî dê bibe alaveke bê nirx, dê raz û nehêniyên wî bibine pêkenok.

Serhişkiya KERTÉSZ di şêweyê nivîsandina wî de diyar dibe. Bîranînan di nav perjan û dirkên dijwar re bi rê ve dibe.
şêweyekî wisa ye ku hergav di navbera kêlîkekê û kêlîkeke din de çavdêriya serdana mêvanine nenes dike. Lê belê xwendevanên xwe ji giraniya hestên cîgirane vedihesîne û rêçeke taybetmend bo azadiya têramandinê pêşkêşî wan dike.


>> Malpera NOBEL


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]