|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 21 - 21.10.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
MÎR GIRIFTARO Mihemed Şêxo - Tirbesipiyê
|
|||||
Herdem tiliyên me dixwerîne... Ji rû toza xewanan... diweşînim. Bûme pêlek kevzê Çirîskan li ser hev datînim; Min ranexistiye şeva bê deng Gurzên pirsan Bihane, şûr Bihna xwe ji wan digre Û xwe ... vedide Eger biryarên te mûm bin? Berfa kirinê wê ête pişavtin Tîpên me sazkirin Hemberî çûnê.....vane Vane sawîrên keyqubad......! Li ber deryê mebestê kanî peyger..??? Şevê salan vedidim Di festîvala wî de: Gewd bûne hempa ji hev re Mêjî û pergal Vajî hevin.. Bê durf û bihane Alozî li me bûye mîr .....
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |