|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 21 - 21.10.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
ÇIRAXÊ ŞEV Kovan
|
|||||
Ne ji nişkvîn Ji cawîdan Lew di şev çirax amêz Ev çiraxê geş, tengijî Pijikî ji evîna şev Hilavêt keştî'a pirjîn Ber pêlên deryayê vale, tarîk Ne çêker diyare Ne dîrok Ne bender diyare Ne deriya Rêvingim di rêvingê da Xelekim ji zincîrê Genc bum Pîr bum Di dangê da Rû çirmisî Ser lerizî Çok şikestin Mêhtim Hilavêtim Li jêr Li jor Li ber pêlan Di vê geşta gerok, zivirk Gêj bum Ne pirsin ji min Ne ji hatin Ne ji çon Ne dê çê kur Ne ji kur tê Bi xwe pirsim Di pirsê da Wek min rêzin, di vê şopê karwanim bê ser, bê pa Lew pêngavan bi tirs Bi leriz, di havêjim Ji nediyariy'a çon, hatin Di deriyayekî meng Pir ji gokên gerd Tenha gemiyên xweliyê tê di leyizin Bi leystek fûsonger Gemîvanek veşartî Mam sergerdan Bi vê leystoka sermed Bi jîn Bê jîn Hergiz bi livîn, bizav Her tiştê nebîtin livîn Nîne bi xwe nîne! Ev cadûgeriy'a di bin poşiyên xweliyê da Li hawir çirax bi govendin Bi henaseyek bê deng Li ser mendehoş bum Dil lerizand Lew çom sernixûn Bi peristiş Bum ol perist Li ber çiraxê vînê bum perwa Li ber tîşkên wî Di şev tariyan Ne ji nişkvîn hêname jîn Ji hebuna sermed Xistim xewa beng Dîsan hatim jiyanê Li vê tarîka bê deng Jê di çît hezar awaz Bun kevil Pîst li ber min Bi wê şad bum - aheng Eveye govenda postanên weke min Dîlana kuran Bi hevra bun rist, rêz Wek berbûkîyên rûs, xwas Li wextekê Li dûv zik di çon Di geran Keftin warên jînê, jiyaran Kar li hev par vedikirin Xak kelaştin Ta hev di nav da veşêrin şaxên postanan, pîlan Rist bi rist Xistin gerdenê Li ber bejinê Iro bi jiyarin mirovin Ji bergên armuş Bi perde, poşî Li ber bejina hemban ji goşt Meşkên xwînê Koncin mîna bêjîngan Weke biluran Ji bu bayê jînê Lê mirov ne hat xwar ji asiman Ji siroşt berhem Li xwe paşvak Mirovin bi pileyan Ji pileyan çend mirovin ? Eveye şerenîx'a mezin Gengeşe'a bê dawî Bê serencamek bi berhem Bi bersiv Di nav bera >>ez << û >>min<< Ji hev - hev dikêşin Xwe di hevda Di nihênin , vedişêrin Bê hevdu binasin Ji şev rêvingim bu şev Ji vê çend di xwe digehim ? Vê pirsê hilfirandim, pijikandim Belav bum li ser deriya Li kîşweran Xistim parsê Ji astan ta bi astan Li dûv xwe bum gerok Li ser rûyê gerokê Bum ez kîme? kanê ? Vê tarîkê hejandim Belengaz kirim Wek tevnek alizî Ne bîrker Ne tevin ker Li ser şepirze bûm, lerzîm Weke pîrên ji Sêrtê heta Bêrtê Bun xwîniyên hev Yên >>ez << û >> min<< Bum goyîn Li ser xwe dinalim Li dûr xwe alizîm >>Ez<< xwe di >>min<< pêça Ti wexit ji hev nabin Kevilê xwe nû dikem Ji şan ta bi şan Carek din dihêm gorpanê, jiyanê Lewra yekim Di yek rikehê da dijîm Bum goka li ber kaşoyan Li ber çewkanên dîrokê Ji ber ku >>min<< >< ez<< nelivand Vê rastiyê paş vegerandim Lê ne xwe dibînim Ne ji şopan Paşhatî ji bun xodîk Li pêş min Me xwe di hevda dît Em têkel hev bun Bun yek dîmen Dîsan rêvingê ji şev ta şevim Dê were >>min <<>>ez << bibîn Ez û tu Dê çiraxê jînê maç ken Eveye rûgeha evînê şev arxeyan Çirax jêder, omêda jînê Lew bi şev çirax rewşen Ew melbenda evînê Aarhus Danmark 25.05.02
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |