NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Salihê Kevirbirî
Wekî tê zanîn, bi sedên salan gelê Kurd, çi misilman çi jî êzîdî, li herêmên curbecur ên welêt jiyana xwe bi hev re derbas kirine. Ligel ku piraniya vê jiyana hevbeş di nava aramî û dilxweşiyekê de derbas bûbe jî, carinan ji ber sedemên nezanî û polîtîkayên xêrnexwaz ev gel ku bi tenê ji hêla dîn ve ji hev vediqetin, li hev sor bûne, talanên hev birine, mêr ji hev kuştine û bar kirine. Bi taybetî di 150-200 salên dawî de gelek qewimînên nexweş pêk hatine û ev yek jî bûye sedem ku êş û janên giran bikeve nava misilman û êzîdiyên Kurd. Ev êş û azar, ji ber ku nehatine nivîsîn, bi saya serê dengbêj, çîrokbêj, goyende û goranîbêjan ve heta îro hatine.

Yek ji van şerên qetilxwînî jî, 'Şerê Mîrzikê Zaza û Derwêş Nebî' ku di nav gel de wekî 'Şerê Qewalê Êzîdiyan û Sofiyên Misilmanan' tê zanîn bixwe ye. Ev bûyera ku ku li Herêma Deşta Xerzan ango li nav sînorên Sêrt, Batman, Qûbînê (Bişêriyê) û Misircê (Kurtelanê) pêk hatiye û li vê herêmê ji hêla piraniya kesan ve tê zanîn, li seranserê welêt ji hêla bi dehan dengbêjan ve tê gotin. Min bixwe kilama vê qewimînê cara yekem ji devê Xalê xwe yî dengbêj Salihê Qûbînî ve di sala 1994'an de li Batmanê guhdarî kir û di payîza 2000'î de jî ji devê wî nivîsî. Piştre jî di destpêka sala 2002'an de li gundê 'Solxoza Çaran' a Erîvana Ermenîstanê min ji devê Dengbêjê 102 salî Karapetê Xaço guhdarî kir û qeydê ser şerîd û rûpelên spî kir.

Ji zû de nivîsîna vê qewimînê ligel kilama wê di serê min de hebû. Lê gotinên helbestvanê eyan î Kurd Eskerê Boyik ên bi rengê: "Salihcan, tu ji Herêma Xerzan î, tu serê xwe gelek bi kilam û stranên gelêrî ve diêşînî gelo tu çima li ser 'Mirzikê Zaza û Derwêş Nebî' tiştekî nanivîsî...?" kir ku ez di demeke nêz de vê nivîsarê binivîsim. Di destpêka Ilona 2002'an de di Civîna PEN'a Kurd a ku li Mülheima Almanyayê pêk hatibû te Mamê Esker ligel Mamoste Zerdeşt Haco Mamoste Mustefa Reşîd ev gotinên gazindeyî ji min re gotibûn.

Beriya ku em dest bi qewimîn û kilama vê meseleyê bibin, dixwazim rave bikim ku naveroka qewimîna kilamê ji çend kesên navsere yên ji dorhêla Xerzan hatiye wergirtin. Ji ber ku kesên ev agahî dane min kurdên misilman in, dibe ku li gorî ol ango baweriya xwe rave kiribûn. Min xwestibû li ser vê meseleyê bi çend kesên êzîdî re gotûbêjan pêk bînim lê mixabin kesekî ku ez pê re biaxivim min nedîtibû. Ji ber vê hindê dibe ku aliyekî vê meseleyê kêm be. Her wiha îhtîmal e ku ji gelê me yê êzîdî dilê xwe ji hineak xalan bigirin. Lê dixwazim bibêjim ku hûrmeta min ji gelê me yê êzîdî re gelek heye û tekane armanca min ew e ku ez ne bi çavekî siyasî û olî lê bi çavekî dîrokî, edebî û zargotinî li vê bûyerê dinêrim.

Kurteserpêhatiya Bûyerê:

Mîrzikê Zaza li gundê Ridwanê ya Batmanê, Derwêş Nebî li gundê Têlanê ya Misircê (Qurtelan) dima. Mîrzikê Zaza mezinê Êzîdiyan bû. Mîrzikê Zaza û Şêxê Mala Qedirya Derwêş Nebî hevnas û dostên hev bûn. Rojekê du heb feqiyê Derwêş Nebî dibêjin: 'Wele malbatên me birçî mane û dabara me nemaye...!' Derwêş Nebî dibêje: "Herin li Ridwanê cem mala Mîrzikê Zaza, silavên min jê re bibêjin. Bila her yekî we zad, genim, xwarin û vexwarina salane bide we..."

Her du feqî radibin diçin Ridwanê ba Mîrzikê Zaza. Ew ji Têlanê diçin Ridwanê û silavê Derwêş Nebî jê re dibin. Mîrzikê Zaza pir kêfxweş dibe û rêz û hûrmetê nîşanî wan dide. Du heb feqirê Êzîdiyan jî êvarê têne mêvaniya Mîrzikê Zaza. Ew dibêje, du heb feqiyê misilman mêvanê me ne û du heb feqirê me jî hatin. Dê îşev şevbihûrka me xweş derbas bibe.

Ew mijûl dibin û li rewşa hev dipirsin. Ji koçekan re dibêjin du feqiyên misilman jî mêvanê me ne dê îşev şeva me xweş derbas bibe. Ji feqiyan pirs dikin û behsa axretê ji wan dipirsin. Feqî dibêjin:

- Mîrzik wele ya me kitêba me heye, Qurana Kerîm heye ku ji aliyê Xwedê ve ji bo pêxemberê me hatiye û behsa îslamiyetê dike...

Ji koçekan behsa axiretê dixwazin. Ew jî li gora xwe şirove dikin. Ew jî dibêjin:

- Ji me re heft kat binerd û heft kat jî ji asîmanan xuya ye!

Dibêjin:

- Wê çaxê dînê îslamê jî wekî dînê me gelek bi qewet e, Xwedê mertebeya we mezin bike.

Êvarê dema şîvê tê. Şîvê tînin, sifra koçekan cuda tînin û goştê wan dixin bin sêniya wan. Û ya feqiyan jî cuda tînin û goştê wan dixin serê sawarê. Dibêjin kerem bikin xwarina xwe bixwin. Koçek naçin ser sifrê. dibêjin:

-Hûn çima nayên xwarina xwe naxwin!

Ew dibêjin:

- Em rêberê we ne, ku xelasiyeyke we hebe bi destê me ye. Em tên dibin mêvanê we hûn tu qîmetekê nadin me. Du heb feqiyên misilman hatine mala te û bûne mêvanê te. Tu qedrê wan digirî. Divê tu qedrê me bigirî ku em herin li her derê pesnê te bidin û bibêjin mezinê Êzîdiyan ew qas qedrê me girtiye û tu qedrê me nagirî û te goşt daye feqiyan û te nedaye me.

Mîrzik dibêje:

- Heyran ew dibêjin kitaba me heye û em li gorî kitêbê, Xwedê çi bibêje, em jî ji gel re dibêjin. Lê hûn dibêjin em heft kat li asîmanan û heft kat li binê erdê dibînin, tu çima sê santîm goştê di bin sawarê de nabînî? Weleh tu derewan dikî..."

Ev yek pir li zora koçekan diçe. Berê katibê her axa û mezinekî hebû. Mîrzik jî gazî katibê xwe dike û dibêje:

- Bila herin Darûselê, ba Mala Çelê, Bila Çelê her yekî barekî genim bide van feqiyan bila ji xwe re bibin...

Darûsel di nava Mûsikan de û dikeve pişta Çiyayê Bêkendê. (Bêkend, gundekî Kurtalanê ye). Koçek diçin cem katib û dibêjin:

- Tu li ser navê Mîrzik binivîse ku Çelê va du heb feqî min şandin ba te. Tu wan bikuje."

Koçek vê yekê ji katib re dibêjin bêyî ku haya Mîrzik jê hebe. Çelê jî dewlemendekî Êzîdiyan e û li Darûselê dimîne. Feqî radibin nameyê dibin Darûselê diçin mala Çelê. Wan dibin xanî û xwarinê ji wan re dibin. Cihê wan çêdikin ku wan bikujin û veşêrin. Bûkeke Çelê heye ku wê rewşê dibîne tê çav li feqiyan dikeve du heb xortên wisa delal in, dilê bûkê bi halê wan dişewite û digirî. Di vê navê de di nava her du feqî û bûka Çelê de ev gotin derbas dibin: dibêjin:

- Kirîvê tu çima digirî?
- Ez bi halê we digirîm.
- Çima?
- Wê niha we bikujin!
- Çima dê me bikujin?
- Wele wê niha we bikujin. Niha li hewşê di binê dara çilo de çalekî dikolin ku we tê de veşêrin. Dê we bikujin bixin wê çalê...
- Riyeke revê ku em xelas bibin tune ye?
- Wele ku hûn bibin teyr û bifirin jî hûn xelas nabin...

Feqî radibin bi erebî tiştekî dinivîsin û dixin nava Qurana xwe. Û deriyê wê digirin. Piştre jî her du feqî têne kuştin û çalkirin. Derwêş Nebî jî, qet li feqiyan napirse û dibêje qey ji xwe re genim anîne û çûne mala xwe. Heta ku dibe havîn. Êzîdî dibêjin; "Emê Quranê bişewitînin" lê dîsa naşewitînin û dibêjin; "Gava ku em çûn Sêrtê an jî Misircê, emê bifiroşin û ew jî pirtûkeke dê pere bike."

Dibe havîn, zadê wan dertê, zadê xwe li heywanan dikin ku bibin li Sêrtê bifiroşin. Ew wê Quranê jî bi xwe re dibin ku bifiroşin. Ew digihîjin binê Dirênca Têlanê, rastî du feqiyan tên ku ji Têlanê tên û diçin Sêrtê. Feqî xwe naxin nava karvanê êzîdyiyan û ji dûr ve diçin.

Yek ji Êzîdiyan dipirse; "Kirîv hûn çi kes in?" Ew dibêjin: "Em feqî ne." Ew dibêjin; "Kitêbeke we bi me re ye hûn nakirin?" Feqî dibêjin: "Weleh kitêbên me kêm in em diçin herin Sêrtê ji xwe re kitêban bikirin.Ku ji me re lazim be û hûn jî erzan bidin, emê bikirin." Dibêjin; "Bila yek ji we were lê binêre..." Ew jî dibêjin; "Bila yek ji we kitêbê bîne vir em lê binêrin." Baweriya wan bi hev tune ye.

Yek ji wan Quranê tîne û dide destê wan. Gava ku feqî deriyê Quranê vedikin, ew nameya ku feqiyên kuştî nivîsîbû, derdikeve. Ew nameyê dernaxin û wisa dixwînin. Feqiyan her tişt heya ku çawa çûne mala Çelê jî tê de nivîsîne. Hevalên wan dixwînin. Deriyê Quranê digirin û dibêjin: "Kirîv, kitêba ku em lê digerin ev e. Lê li ser me pere tune ye. Niha em diçin herin Sêrtê û hûn jî têne Sêrtê. Misilman zekat û pere didin me.Cihekî ji me re bibêjin, emê bên û vê pirtûkê ji we bikirin..." Gotina xwe dikin yek û cihekî ji xwe re kifş dikin ku li Sêrtê hev bibînin.

Gava ku feqî diçin Sêrtê, giliyê wan dikin. Ew ji feqiyan re dibêjin ku rast be hûn herin bazara xwe bikin emê bên. Ew diçin bazara xwe dikin di nava destê feqiyan de berpirsên asayîşê Êzîdiyan digirin. Diçin mala Çelê û di bin dara Çilo de cendekê feqiyan derdixin.

Paşê haya Derwêş Nebî jî pê çê dibe û her kes pê dihese. Derwêş Nebî dawa fermana Êzîdiyan dike. Ji ber ku di dema dawîn a Osmaniyan de ev bûyer qewimiye, paşayê ku wê demê li ser kar e xwestiye Kurd bixwe koka hev biqelînin. Lewre jî ji Derwêş Nebî re gotiye;

- Here tu çi dikî bike, tu bi xwe here tola xwe hilde....

Bi fermana Derwêş Nebî ji her derekî misilman tên û bi ser Êzîdiyan ve digirin. Şerekî giran derdikeve. Li binê Qubînê li Delawa Paşo şerekî mezin derdikeve. Xwîn cendekan dibe. Li Erenzê; Asafê Cibo ji beriyê hatibû û siwarê Kehêlê bû û zirêhpûş bû û tu tişt tê nediçû. Ava Erenzê berdan ser mexelê. Mehîneke bi fel di navê de girê didin. Gava ku Asafê Cibo vê carê jî tê bi ser wan de. Ew ber bi cihê ku avê lê berdane û mihîn lê ye ve direvin. Şihînî bi mihîna fal dikeve û hespê Asafê Cibo jî mihînê dibîne û qesta mihînê dike. Asafê Cibo dike û nake bi hespê xwe nikare. Gava ku hespê Asafê Cibo ber bi mihînê ve diçe, cihê ku av ji êvarê ve berdane wir, hespê Asafê Cibo heta ber singê xwe di heriyê de diçe. Tên lê dixin û Asafê Cibo dikujin. Mîrzikê Zaza Jî di vî şerê de tê kuştin:

Kerem bikin niha jî kilama ku li ser vê bûyerê hatiye gotin ku me ji dev3e Dengbêj Salihê Qubînî girtiye.....

Emo lawo Zazo birayo
Rewşê lê xwehê te malî babê mîratê
Ezê bi Baximsa Babê Beyar diketim bi bax û rez e
Heyfa min nayê li wê heyfê
Derbekî lêdane li bejn û bala Mîrzikê Zaza
Qelandine tovê Êzîdxan e.

Emo lawo Delan e ji kula dilê min re xweş Delan e
Li pêşiya malên me şer e
Li paşiya malên me ferman e
Fermana me ne ji cem Sultan e
Fermana me ji cem Derwêş Nebî
Şêxê Têlanê, Şêxê Girdikanê ban û kan e


Kino dibê Emo lawo Delawa Paşo bi kerkor e
Heyfa min nayê li wê heyfê
Heyfa min tê li Pîr û Qewala
Îro bi Çayê Hezo ve çûne hetanî Gola Nator e

Kino dibêje Emo lawo de şer e
Şerê feqî û melan e
Şerê sofiyên misilman e
Şerê Êzîdxan e
Xweştir e ji reqsê dîlan û govend û yar
Xweştir e ji şerê nîrî û kol beran e

Kino dibê Emo lawo de lêxe
Mîrzikê Zaza de lêxe
Êrganê mêran de lêxe
Peyayê mino Mirtat e de lêxe
Destê Melekê Tawûs li ser çavê we be
Hûn îro di xêra Melekê Tawûs de xeriqîn

Kino dibê Emo lawo delan e
Ji kula dilê min re xweş delan e
Min dît birek mele derketin
Ji aliyê geliyê Botan e
Her yekî birek feqiyên wan li pey wan e
Bi hev re qîrîn û selewat dane
Şirkekî tivinga li me dane
Dibên li ber eynî Mihemed Selewat
Îro me anî qira Êzîdxan e

Kino dibêje Emo lo lawo
Ezê bi Erenza Şêxan diketim
Li bendî rez e
Pişteke Asafê Cibo apê lawikan
Mirîdê mala Derwêş Nebî Şêxê Têlanê heye
Piştekî nem e qez e
Heyfa min nayê li wê heyfê
Heyfa min tê li wê heyfê
Jêkirin serê Asafê Cibo apê lawikan
Mirîdê mala Derwêş Nebî Şêxê Têlanê
Birine Kela Ridwanê ji Mîrzikê Zaza re
Ji êzîdiyên Xerzan re hêja kirine diyarî



<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]