NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Imer Kalo
Piştî razandina dil bi gelek salan di girtîngehên kul û derdan de, û li ser wî bi hirinan rabibû toz û kûllika dijwarî û perîşaniya valahiya demeke tarî, û sînorekî bilind ji têlên rêsayî li dorhêl û di navbera wî û jiyanê de hatibû danîn, ango bibû dîlekî neçar ji erkên heyîna mirovan re. Lê tora nêçîra keçek kurd hêja û ciwan ji rewşa wî ya dijwar pir bi hêztir bû, nêçirvaneke pir jîr û jêhatî bû, karibû bi hêsanî dil di deriya evîna xwe de bigirta, û derî û pencereyên dilê xemgîn li xwe vekirana, giyan ji nû ve diyarî wî bikira, piştî razandina dirêj ew li xwe bikira şiyar.

Bersiva silavê lê vegerand, hêze xwe kir li ser lingan, matma lê niherî, haho gelo perî bi xwe ye, bejin dirêj û zirav û nazik, selvîdar e, lêv sor û zirav û tenik, dendikek nok e, rû sipî û nazik, ronî jê dibare wek heyvekê, çav reş û belek û mezin, çember bazin e, dêm sêvîn, por dirêj û reş wek sûlavan bi ser piştê de hatiye xwar, memik du henarên nû gihiştî di sîngê de hilpekyane, wek teqlekirina peyalek dagirtî ji mey gewriya dil tezand. Dil jê pirsî: "Tu rastiyî? Lê tu xewn î? Tu mirov î? Lê cadûger î?" Wê naziliyê bersiv bi rûyê kenok û çavan da! Destên sipî û nazik gihandin hev! şerm kir û sor bû ji pirsa dil! Lêvên sor ji ser hev livyan, di navbera wan re diranên sipî hûrik û li hev hatî xuya kirin. Dil got qey mûzîk e, ew sêmfoniya jiyanê dest pêkir! Di nav lêvan re xwe berda hinavên dilê dil û got: wek te ez mirov im, keçek kurd im, navê min Meycan e, Çima bi biyanî tu li min dinêrî? Ma te qet keç ji xeynî min ne dîtine? Dil di dilê xwe de got na! Gelo deriyê volqana hestan vebû, bi rastî ew mey bû, û dilê reben bi dîtinekê re ser xweş û mest bû, bi xwe re got "belê rast e, tu navlêkirya bejn û axaftina xwe yî, bi beşdariya xwe te giyan şêt û har kir!" Ji dirêjkirina nêrînê dil ji ciwanê şerm kir û got: "Mixabin ji te, hêvî dikim tu min biborînî. Dirêjkirina nerînê di biyaniya dîtina te de ye, ji ber ku ev bû demek dirêj ez li vir dijîm, û ev cara yekemîn e te li vê tarê dibînim." Hawar, gelo dîsa bi ken di deziyê dil de lêxist, bijangên dirêj û reş û biriyên zirav rakirin û danîn, û axifî. Dil bawer kir ku kaniyek hingivîn di nav lêv û diranan re teqya ye, got: "Ez ne ji vir im, lê li dibistana vê tarê dixwînim." Vê keçikê çi bûyer bi serê dilê hejar anî! Dilê dil bû dahola şahiyên berazan di sîngê de, kir gume gum û lezya, wê çi bêje çi ne bêje! Bihna jê tê bihna gulên buhişta sirûcê ye, bi regên wan çeleng xemlandiye, û sipehî jê dibare. Wê arama dil li nîr û helwestên dijwar dirêj kir, ji nû ve hevpeyvînek di navbera dil û jiyanê de li dar xist. Nizam bi çi zimanî dil gotê: "Qet min wek te keç ne dîtine, bi ziman û çelengî, û bi hêsanî û bê tirs bersivên xwe didin xuyan. Min biborîne û bide bersiva dawîn, û xwestekên xwe diyar bik?" Gotin bûn dilopên zêr û zîv ji dev weşyan, bi bawerî axifî û got: "Keçikên xelkê berî pêncî salî derketin asîmanan, ma te ne bihîstiye bi keçika rûsî Valintîna Tirişkova? Çawa dixwazî ez bitirsim ji axaftinê bi xortekî re?" Gelo wê malşewitiyê bi bersiv û gotinên xwe, bawerî û helwest bi hevîrê zanînê strandin, û li ser sêla mejiyê dil biraştin, û xwe li reh û hinavên dil gerand û hûnandin. Di pişt re dil nizanîbû ew çi diaxifê, lê ew nû hînî evînê bû, hew ket guhê wî gotina sipas. Dil têgihişt ku ewê biçe, wê xezalê werîsek avêt koka dil û li pê xwe rakşand, rêçik ji hestan li pê rêçbûn. Ji nû ve kêlên birînên dil bişkaftin, xwe kir wêneyek zor pêwist û sipehî di nav rûpelên bîranînên dil de, wê Meycanê ta roja îro xwe ji çavên dil berçav kir, hêviya veger û dîtina careke din di giyanê dil de çespand. Dilê bêzar bû dîl bendewarê veger û dîtina wê Meycanê...!!


Kobanî: 6-1-2001


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]