NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Li bajarê Solingen li Elmaniyayê, NIVÎS şeva 20-10-2002an bû mêvanê helbestvan Ehmedê Huseynî yê ku di vê demê de çend rojan li Elmaniyayê dimîne.
Li wêderê NIVÎS kurtehevpeyvînek bi Huseynî re kir.

Di vê hevpeyvînê de, Ehmedê Huseynî got ku wî ji du salan û vir ve biryar dabû ku ew êdî nema helbestê dinivîsîne.

Ji ber ku derfet bi me re tune bû ku em hevpeyvînê dirêjtir bikin û bi awayekî berfirehtir li ser biryara Huseynî êdî bes helbestê binivîsîne, rawestin, NIVÎS sozek ji Huseynî stend ko ew dê di demek nêzîk de bo hevpeyvînek dirêj û giştî amade be.



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Imre Kertész, nivîskarekeî majarî, xelata NOBELê ya wêjeyê ya sala 2002an wergirt.
Imre Kertész di 9.11.1929an de li paytexta Majaristanê Budapest ji dayik bû. Ew ji binemaleke cihû ye.
Gelek ji 11 berhemên wî hatine wergerandin bo zimanên elmanî, ingilîzî, firensî û swêdî.

NIVÎS daxuyaniya "SVENSKA AKADEMIEN" (Akadêmiya Swêdî) a Nobêlê bo xwendevanê kurd wergerand.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  1. Peyvname

Herwekî çawa ku di destpêkê de peyv hebû, wê di dawiyê de jî her peyv bimîne. Peyv di gerdûna mirovane de, wek proseseke bûnewerî ne tenê alavekî danûstandin û ragihandinê ye, mîna ku sosyolog, psîkolog û polîtolog....htd wê şirove û analîze dikin. Peyv ji wisa ferehtir, dirêjtir, bilindtir, kûrtir û kesktir e. Peyv afrîdeyekî xwedawendane, bêhmpa û kosmogonî ye.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Di vê xemgîniya jiyana min de peyamên dilgeş, peyamên bi hêvî û yên ku tenê ji bo diyariyê hatine nivîsîn, jî bi hemû dilgerimiya xwe cih digirin. Ji van peyaman hinan bi bayeke hênik, bi germiya dil ez ji te re dişînim. Bigire, bixwîne, wekî dayikek ku kurê wê ji şer vegeriya be hembêz û maçî bike... Bike derman van peyaman û li birînên xwe yên xedar bide... Van peyaman bavêje sobeya xwe, bila te germ bikin, bavêje nav coyê bila biherikin û hemû zeviyên te av bidin, bavêje ser rê bila ji rêya te re bibin qîr û aswaltek baş jê saz bibe. Van peyaman bavêje ezman bila bibin ewr û paşê jê baraneke hûrik ku diherike nav dilê axê bibare.
Belê fermo...



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Nermîn bide dest min piyala vînê
Min mestke ji kehniya vê birînê

Bila ev hiş û sewdan bibne serxweş
Şûşa meyê bîne, metirse Dînê

Kul û derdê min pirr in, nîne derman
Mixabin yar ez kuştim vê evînê

Bide min piyala bi wan destê xwe
sermestî tenê dilê min dihînê

Şev û roj, herdû li ba min wek hev in
Min nedî kêfxweşî ji wê civînê



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Yek caran ku mirov mezin dibe, bi salan dikeve jî, lê dîsa hinek ji zaroktiya wî pêre dimîne. Eger ew mirov di zaroktiya xwe de jar û hêmin bû, wisa di mezinaya xwe de jî wî wêneyî dide xuyakirin, yan jî eger ew bê cir û xwedî teşqele bû, ew bi vî rengî jiyana xwe bi dawî dike.
Li vajî vî tiştî, carna mirov in hene ku di meznaya xwe de qet wî wêneyê piçûkaniyê nadin, belê rengekî vajî wî. Mirov di heyrê de dimîne, çawa yek bi vî rengî ji halekî di keve halekî din û vî qasî tê guhertin!!



>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Dergûşa şaristaniya gelan, navend û çavkaniya çanda civakên dîrokî, xaka Mezopotamyayê ye. Gelê kurd jî, yek ji gelê Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn ê herî qedîm û kevnar e. Her wiha xwediyê çandeke dewlemend, erdnîgariyeke adan û welatekî bi xêr û bêr e.

Gava ku Mezopotmaya an jî Mezrabotan tê gotin, çand, huner û dîrok, belê nemaze çand, huner û dîroka gelê kurd tê bîra mirov. Ew xaka adan, di navbera Dîcle û Feratê de cih digire. Bi xwîn û xwêdana bav û bapîrên kurdan hatiye stirandin û bi çand û hunera wan hatiye neqişandin. Bêşik li ser vê xakê gelek şaristanî û çanda gelên din jî zîl daye. Wekî asûrî, ermenî, ereb û peyre tirk hwd. jî li ser vê xakê jiyane û şaristaniyên dîrokî afirandine. Belê îro ro jiyan, li ser vê xakê li wan hatiye herimandin û heramkirin. Çand, huner û wêjeya wan hatiye bişavtin; welatê wan hatiye dagirkirin û nirx û hêjahiyên wan ên arîşî û daringî hatine talankirin.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Şermola…..
Bazargeha laşan
Ji her alî laşên pîr ên ciwan…
Dihatin bazara te.
Bi rûmet û ser bilindahî
Te her tişt dikirî
Laşên bê can, nas û biyan,
Zarokî xortî kalemêrî
Qîzî jin û pîrî
Diz û keleş î comerd û mêr.
Şermola…
Meyxana serxweşanî
Veşargeha qumarçiyan,

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Gava navê te
tê ser ziman..;
dil bi ser dikeve…!!
kêlîkekê an didwan,
carna wê şevê pê de..
dibim wek marê perçivî ;
xwe li hevdû dizîvirînim…!!
Bîranînên te,
yên tal û şêrîn
li ser masê

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Li rojavayê Kurdistanê, di van neh-deh salên dawî de hejmareke mezin ji nivîskarên kurd berz bûn. Gelek helbest, çîrok, pexşan, gotar û roman belav kirine. Gava ev keys tê pêşiya nivîskaran, tiştekî balkêş, rind û hêja ye heger mirov bikaribe vê keysê ji dest xwe benerde, û di dema wê de bi zanîn bi dest xe wê hêjayîtir be…
Lê tiştê ne li bala me bû, û weke mirovekî xwendevan dixwazim bi peyivim, li ser vê hejmara nivîskaran! Gelo ev tev de nivîskar in an dixwazin bibin nivîskar?

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Wiha rûniştî ne
Bi tenê......bêrîkên wan bi kulîlka leymûnê
Têne dagirtin
Dilên wan bi masiyên zêrîn
Rûniştîne ....gupikin ser erdê diweşin
Heydana pirtikê ji qulingê

...... ......

wiha.....wiha
salên wan di pirtûkan û şahberûyên birajtî de
dişewitin

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Wekî tê zanîn, bi sedên salan gelê Kurd, çi misilman çi jî êzîdî, li herêmên curbecur ên welêt jiyana xwe bi hev re derbas kirine. Ligel ku piraniya vê jiyana hevbeş di nava aramî û dilxweşiyekê de derbas bûbe jî, carinan ji ber sedemên nezanî û polîtîkayên xêrnexwaz ev gel ku bi tenê ji hêla dîn ve ji hev vediqetin, li hev sor bûne, talanên hev birine, mêr ji hev kuştine û bar kirine. Bi taybetî di 150-200 salên dawî de gelek qewimînên nexweş pêk hatine û ev yek jî bûye sedem ku êş û janên giran bikeve nava misilman û êzîdiyên Kurd. Ev êş û azar, ji ber ku nehatine nivîsîn, bi saya serê dengbêj, çîrokbêj, goyende û goranîbêjan ve heta îro hatine.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Di hestên pêknehatî de difetisim. Gewriya min ji rayên xwe ve mîna tîrê polayî dişide bêhna min teng dike. Nejiyîna wan hestên bi hesûdî ji min hatine revandin dibe bextreşî û li stuyê min tê girêdan. Dikevim ramanên ku hemû heskirinên min ên ji dilê safî ne. Lewre ew raman ez bixwe avêtime ber deriyên qesrên ku bêxwedî mane.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
1-Dilber hilat deşt û kelat derya xebat Barzan beheşta heşt derî
2-Dilber jiyan şewqa beyan helmet viyan Barzan firişta sur perî
3-Dilber netew hilbû ji xew şoreş bedew Barzan şepala dêm zerî
4-Dilber Cehîr mahî gizîr kêwsan xetîr Barzan xedengên agirî
5-Dilber civan çehre revan bala kevan Barzan şilêr dil kerkirî

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Di edebiyata cîhanê de mîzah ciheke girîng digre. Berhemên mîzahî ji alî xwendevanên ku ji mîzahê hez dikin, bi dilxweşî tên xwendin. Di gelek welatan de, kovarên taybetî yên ku naveroka wan bi temamî mîzah e, tên weşandin.

Di edebiyata kurdî de berhemên mîzahî hindik in. Edebiyata kurdî a devkî ji hêla mîzahî ve gelek dewlemend e. Qelsî, xwe di hêla nivîsê de dide nîşandan. Nivîskarên ku berhemên mîzahî diafirînin çend kes in, loma jî pirtûkên mîzahî hindik tên weşandinê.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Li çiyan bîranînek heye
Herdem tiliyên me dixwerîne...
Ji rû toza xewanan... diweşînim.
Bûme pêlek kevzê
Çirîskan li ser hev datînim;
Min ranexistiye şeva bê deng
Gurzên pirsan
Bihane, şûr
Bihna xwe ji wan digre
Û xwe ... vedide
Eger biryarên te mûm bin?

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Di cûtaya leşkerî de Elî tê girtin û rastî gelek tad û nerehetiyan tê. Ew digel ku li gelek cihan tê şikencekirin û du mehan di bin çavan de dimîne jî tu sûcekî qebûl nake. Di vê navberê de ligel nerehetiyên cur bi cur bi nexweşiya weremê dikeve û tenê çerm û hestî dimîne. Piştî ku wî derdixin pêşberê dadger wî dişînin girtîgeha Dîlokê.
Gardiyan wî dikişînin goşeyekî û gazî berber dikin, serê Elî ditiraşin.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Hey buhar im,
bi te hatim…
bi te hatim…
wa bilbilim, te geş bikim;
wa qazim mizgînê bi te bidim
hey buhar im,
ez çi me?
deşt û mêrg im
lema bîstanê hêviyê me?

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Piştî razandina dil bi gelek salan di girtîngehên kul û derdan de, û li ser wî bi hirinan rabibû toz û kûllika dijwarî û perîşaniya valahiya demeke tarî, û sînorekî bilind ji têlên rêsayî li dorhêl û di navbera wî û jiyanê de hatibû danîn, ango bibû dîlekî neçar ji erkên heyîna mirovan re. Lê tora nêçîra keçek kurd hêja û ciwan ji rewşa wî ya dijwar pir bi hêztir bû, nêçirvaneke pir jîr û jêhatî bû, karibû bi hêsanî dil di deriya evîna xwe de bigirta, û derî û pencereyên dilê xemgîn li xwe vekirana, giyan ji nû ve diyarî wî bikira, piştî razandina dirêj ew li xwe bikira şiyar.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Mizgînê..!!
Gula bi bîn
şêrînê,
porsorê,
rû geş û çav şînê…
Mizgînê!!
ma 11 sal bes bûn,
tu dilê me bisotînê?
ew jîr bûn,
ew zanyarî,

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
  Her ku roj
Di paş perdeya rojavayê
Werdibe
şev,
kirasekî reş
bi stêran xemilandî
di bejna xwe werdide
û li ser nivîna gerdûn
mêvandariyê dike..

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 
Vê şevê dapoşram
Ne ji nişkvîn
Ji cawîdan
Lew di şev çirax amêz
Ev çiraxê geş, tengijî
Pijikî ji evîna şev
Hilavêt keştî'a pirjîn
Ber pêlên deryayê vale, tarîk
Ne çêker diyare
Ne dîrok
Ne bender diyare
Ne deriya
Rêvingim di rêvingê da
Xelekim ji zincîrê

>>> Berdewam bike..
 
 




 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]