NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
  1. Peyvname

Herwekî çawa ku di destpêkê de peyv hebû, wê di dawiyê de jî her peyv bimîne. Peyv di gerdûna mirovane de, wek proseseke bûnewerî ne tenê alavekî danûstandin û ragihandinê ye, mîna ku sosyolog, psîkolog û polîtolog....htd wê şirove û analîze dikin. Peyv ji wisa ferehtir, dirêjtir, bilindtir, kûrtir û kesktir e. Peyv afrîdeyekî xwedawendane, bêhmpa û kosmogonî ye.
Yan jî ew tiştekî mîna xwedê bi xwe ye, lewra di destpêkê de, peyva herî şêrîn, herî xweşik û herî kesk xwedê bû/ xwedawend bûn.
Ji bo min nêzîkbûna ji peyvê re, nêzîkbûnek ji giyanê xwedê re ye berî ku ew nêzîkbûnek ji giyanê mirovan re be, ango her peyveke xweşik nîşana xwedayekî xweşik e. Lewma her hewldanek ji bo kuştina peyvê, di kokê de, hewldaneke ji bo kuştina xwedawendan berî ademîzadan. Çimkî bi qasî ku xwedê peyv e, weha jî mirov dikare li ser astekî dahênane bibêje, ku peyv jî xwedê ye. Peyv di despêkê de, wek proseseke dahênane rêya xwedawendan bûye û zarê herî şêrîn û herî kesk jî zarê wan bûye.
Pîrozwergirtina xwedawendan û herweha cîhana xwedawendane, wek proseseke bawermendane, ji hêla ademîzadan ve, elbete wê pîrozwergirtinekê li ser astê ziman jî / Zarê xwedawendan, di cîhana mirovane de pêwîst bike.

>> Berdewam bike.. (PDF* - 9 rûpel)


------------------------------------------------------------------------
* Bo xwendina vê nivîsê, programa ACROBAT READER pêwîst e!


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]