NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Ehmed Heso
Yek caran ku mirov mezin dibe, bi salan dikeve jî, lê dîsa hinek ji zaroktiya wî pêre dimîne. Eger ew mirov di zaroktiya xwe de jar û hêmin bû, wisa di mezinaya xwe de jî wî wêneyî dide xuyakirin, yan jî eger ew bê cir û xwedî teşqele bû, ew bi vî rengî jiyana xwe bi dawî dike.
Li vajî vî tiştî, carna mirov in hene ku di meznaya xwe de qet wî wêneyê piçûkaniyê nadin, belê rengekî vajî wî. Mirov di heyrê de dimîne, çawa yek bi vî rengî ji halekî di keve halekî din û vî qasî tê guhertin!!
Ji gava ku tê bîra wî ta roja îro ewî ti xerabiyên mezin ne jî yên piçûk nekirine, ji xwe di dema zaroktiya wî de ew tiştên ku karîba xerabikira tunebûn! Di wê demê de leystik jî nebûn, ne bi deng ne jî bê deng, xwas di nava stiryan de, yan jî di nav toz û tirabêlka wan gundên wê berîka dûz de bê leystik di leyistin! Di wir de tişta ku karîba xerabikira cihê (yan jî qulka) pilo pilo bû! Heçî pilo pilo jî nasnake ji xwe zehmet e ku em wî xweş pê bidin naskirin, ew bi xwe ne kurm e ne kêzik e, di wê navê de ye, cihê wî yê pir teng û piçûk jî tim di nava tirabêlkê de ye, weke bîrekê pir piçûk e.
Çipek av yan jî (tifa) devê xwe berdida wê hêlînka piçûk û teng, bê çare dima feqîrê pilo pilo jê derdiket, hêlîna wî xera dibû.
Di wexta çinîna geniman de ew carna bi dû (baruta qut) diket, ew jî teyrekî bi gewdê xwe nêzîkayî li kevokê dikir, lê nikarîbû zêde bifire, çend gavekî difirya dîsa xwe datanî. Mirov digo qey ew basko kirî ji hêkê derketiye!!
Dibe ku carekê ewî yek - dido girtibin gava ku pûşê komkirî bela dikir yê ku (baruta qut) xwe di bin diveşart, hem jî xwe ji ber wê keleqija germa havîna mîrata wê berîkê dida alî. Lê gava bi birayê xwe re di newala çemê ziwa de bi dû wan diket ew di bin tûmikan de didît û hêdî û bê deng (ji lingên xwas tu deng jî dernakeve!), ew bêjinga ku bi dizî ji kozîdanka firaxan derxistibû datanî ser wan, êdî nema dikarîbûn bifirin, dest dihat ser hêlîna wan!!
Yanî bi kurtî xerabiyên wî ewqase bûn! Ew bi vî rengî navê "xerakerê hêlînokan" lê nabe.
Di dema xortaniya xwe de, piştî ku hêdî hêdî dît bê çawa yên din hêlînên xwe ava dikin, çêlîkan çêdikin û wan bi firê dixin da ku jiyan berdewam bibe, ewî jî di mejiyê xwe de bingehê avakirina hêlînekê danî. Dest bi danheva qirşik û perîkan kir ya ku bi sal û mehan dirêj kir, ji ber ku dijminên jiyana bi rûmet û xerakerên hêlîn û hêlînokan yên bi rastî ne dihiştin ku avakirina hêlînekê biçe serî. Ewana li gora zagona daristanê diçin, masiyê mezin û zordest yê piçûk û bindest dixwe; çûkên ku ne ji cinsê wan bin bi wan nikil û neynûkên xwe yên gemar hêlînên wan xera dikin da ku ji cî û warê xwe bifirin û bi vî awayî jiyana wan jî tar û mar bibe.
Bê çare ma, ew bi çolan ket, ji refê xwe dûr ket, kete nav hin refan de ku ne wek wî difirin, xwest ku hêdî hêdî ji nû ve hêlînekê wek ya ku ewî bi xwe zaroktiya xwe têde bûrandibû çêbike; da ku çêlîkên xwe têde xwedî bike û wan bi firê bixe.
Demekê bê deng ma, êşê dilê wî givaşt, hêsir ji çavên wî hatin xwarê, xweziya wî di qirikê de ma dema ku diya wî ya ku salên temenê xwe tev ji bo avakirina hêlînekê piçûk ku têde çêlîkên xwe xwedî bike bûrandibû jêre got... lawo! Ax lawo!! Tu çûyî.. tu firyayî.. ax lawo… te hêlîna min xerakir!!!
Bi dilê xwe yê tijî kul û derd digot na… na dayê.. ez ne ew im yê ku bixwaze hêlînan xera bike.. ew çûkê ku di wê hêlînê de xwedî bûye.. mezin bûye..bi germahî û xweşiya wê hêlînê hest bûye.. ewa ku te jiyana xwe tev ji bo avakirin û parastina wê derbaskiriye… ewê ku bi we re rojên xweş û ne xweş tê de qedandiye… ewê çawa bikare yan jî bixwaze wê hêlînê xera bike ?!
Gereke.. dayê… em li xerakerên hêlînokan bigerin, ma kî hêlîna min, ya hevalê min, ya cîranê min xerakiriye? Kî ye yê ku refê me ji hev bela kir û nehişt em jiyana xwe bi rengê xwezayî berdewam bikin?
Ew in .. dayê.. ew in, dijminên jiyana bi rûmet, dijmin û tirsokên roj û ronahiyê, ewên ku di tariyê de bi qedera mirovan dileyizin, hêdî hêdî ewana leystik û xerabiyên xwe berdewam dikin û hêlînên me xera dikin!! Em ji wan re bibêjin êdî bese tirsokno… êdî bese… bila jiyan di hemû hêlînan de çawa hatiye dayîn wisa jî berdewam bibe!


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]