NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
  Li bajarê Solingen li Elmaniyayê, NIVÎS şeva 20-10-2002an bû mêvanê helbestvan Ehmedê Huseynî yê ku di vê demê de çend rojan li Elmaniyayê dimîne.
Li wêderê NIVÎS kurtehevpeyvînek bi Huseynî re kir.
Di vê hevpeyvînê de, Ehmedê Huseynî got ku wî ji du salan û vir ve biryar dabû ku ew êdî nema helbestê dinivîsîne.
Ji ber ku derfet bi me re tune bû ku em hevpeyvînê dirêjtir bikin û bi awayekî berfirehtir li ser biryara Huseynî êdî bes helbestê binivîsîne, rawestin, NIVÎS sozek ji Huseynî stend ko ew dê di demek nêzîk de bo hevpeyvînek dirêj û giştî amade be.
Li vêderê em derfetê didin xwendevanên NIVÎSê jî ko pirsên xwe ji me re rêkin da ku bikaribin beşdarî vê hevpeyvînê bibin. Pirs dikarin li ser emaila NIVÎSê bêne şandin: nivis@amude.com




Ehmedê Huseynî
Tu kovara NIVÎS çawa dibînî?

Binêre Sîrwan! Pîvana min, ne tenê ji boyî NIVÎSê, lê ji boyî wateyên jiyanê, egerên mirinê, rivînên evînê, lerzên peywendiyê û mercên hebûn û nebûnê ziman e.
Bi alîkariya zimên- ziman wek bûnewerekî bi laş û bi giyan û wek alava seretayî ya têgihiştin û derbirînê- bîr û baweriyên kevin û nuh ên civatê, rewişt û gerdîşe, vemayî, mîrat û kelepor, dîrok û ol û felsefe, raman û lojîk, tore û huner û pîşe û alav, gêwil û rengvedanên derûnî- psîkolojî, xwe nêzîkî hevdû dikin, û bi hev re, çand û rewşenî û kultûra wan xelkên ko bi (vî) zimanî yan bi (wî) zimanî dipeyivin, pêktîne, dadimezirîne.
Bi kurtî, ziman pencereya herî pîrozane ya hebûna mirov e, di wê pencereyê re mirov dikare li dorhêla xwe û li gerdûnê jî temaşe bike. Ziman (ez) a mirov e, (ez) ek e bilind û payedar e, bêyî vê (ezê) ne mirov dikare nêrînên xwe li ser tiştan durist bike û ne jî dikare bîr û baweriyên idyolojî damezirîne.

Çendîn nivîs bikaribe rehên şkestî, westiyayî û birîndar ên vî zimanê şehîd zeft bike, ewqasî wateya xwe ya rasteqîne ji boyî weşanê werdigre. Îca, ger pîvan ev pîvana dijwar be, dojeha xewnê ev dojeha bêzar be û rexên aloz ên vî hişê dîrokî ev rexên kovandar bin, ez , tu, NIVÎS û hemî weşanên Kurdan, em dê çawa bikaribin di vê qûnaxa gawirane de wateyekê hem pêşkêşî xwe bikin wek mirov, û hem jî pêşkêşî zimanê xwe wek bûnewerekî ku dê mirovatiya me bi xwe di demê û di cîgeh de diçesipîne, bikin.
Ger tu bixeyidî yan jî nexeyidî, NIVÎSa te rûyekî dîtir e ji têgihiştina te re, mebesta min têgihiştina te bo zimên, bo wateya zimên û bo çewtiyên dîrokê. Em dirêj nekin. Roja ku min hest pê kir ku NIVÎS êdî dest bi sawa xwe ya zimanî kiriye, ez dê hilkişim ser banê nexşeya Skandînavyayê û ji bo hişyariya vî zimanê gemkirî, ez dê bi dengekî hezar salane dest bi qîrîn û banga dîkên berbangê bikim.

Yanî em xebata NIVÎSê rawestînin?

Nivîs ranaweste. Wek ku çawa raman, hest û roj û baran ranawestin. Lê ji boyî NIVÎSa te saw gerek e. Avjeniya di nav wan pêlên şikestî yên hezar salane de pêwîst e. Û ya ji gişî giringtir evîn, ne evîneke wisa rojane û li ser piyan. Mebesta min bengînî ye, şeydabûn e, ango jiyana di şêtxaneya zimên de ye. Zimanê NIVÎSa xwe rewantir, spehîtir, ciwantir, şêrîntir û watedartir bike û jiyana wê ji jiyanê bixwaze.
Na, mebesta min ne rawestan e. Ji xwe aniha em tenê ji boyî tiştekî dijîn, ew tişt jî ev e ku em bizavê têxin şûna rawestanê, ku em ji gelemperiyê ber bi taybetmendiyê ve sernişîv bibin, ku em baweriyên reha bikujin û di şûna wan de tov û kulîlkên rêjeyiyê biçînin.
Na, ne rawestan, lê hindek wesatn.
Ango wek ku helbestvanekî fransî dibêje: bo afirandin û dahênanê piçek mirin pêwist e.

Te sûc giş xist hustê NIVÎSê de. Lê tu çi li ser rola nivîskarê ku bi berhemên xwe beşdarî berdewamiya NIVÎSê dibin, dibêjî?

Di her jimareke NIVÎSê de bi qasî 20 nivîskaran cih digrin. Nav, wêne, babet û email. Lê di vê xirecirê de, wek xwendevan, ez dê çawa pêrgî wê babetê bibim a ku dê vehesîneke giyanî li ba min durist bike. Bi şêweyekî dîtir, ez dê çawa pêrgî wê nivîsê bibim a ku nivîskarê wê di hundirê xwe de hestên berpirsiyariya dîrokî ya nivîsa xwe hildigre.
Gelek nivîsên hêja, pêwîst û xweş hene. Û gelek jî, di baweriya min de, tenê bikêrî xalê me Sofî Elî tên da wek kovikan ji dendikên xwe re bi kar bîne. Ew berhem serencama rewşa zimanê me yê îroyîn in, serencama tunebûna rexneyeke kurdî ne, serencama keysperestî û neamadeyiya pîvanên hunerî ne.
Bi kurtî ez dixwazim tiştekî bibêjim:
Dema ku ez nivîsekê dixwînim, di rêzên pêşîn de dikarim nas bikim ka hestên berpirsiyariya dîrokî yên vî zimanî li ba vî nivîskarî hene yan na.
Ya ji gişî giringtir ew e ku ez nikaribim xweşiyekê ji nivîsê werbigrim. Ji xwe wêje, çand û huner û nivîsandin jî ew in ku xweşiyekê bidin min.
Ez naxwazim bi dirêjahî derbarê nivîskarên (ji nişkê ve) yên vê kurmanciyê bipeyivim. Lê em xwe nexapînin. Em dîmena vî zimanî şêlûtir nekin, û em roj bi roj hewl bidin ku zimanê xwe nêzîkî hest, raman, hizir û hişyariya xwe bikin.
Ger, îro roj, nivîsandina me ne ji boyî spehîkirin û kûrkirin û dewlemendkirina zimên be, pêwîstiya me bi ti agahdariyekê nîne. Kurd bi sê zimanên cihêreng dixwînin û her tiştî derbarê jiyanê, mirinê, evînê, têkçûnê û teknolociyayê dizanin. Îcar NIVÎS jî wek kovar, wek nivîskar, wek weşan, gerek di vê çarçeweyê de dest bi lêgerîna xwe ya zimanî bike.

Di dema dawî de me ti berhemên te yên nû nexwendine. Gelo çima?

Rast e. Ji du salan û vir ve ji bilî helbesta ku min ew diyarî Rênas Jiyan kiribû, min tiştek nenivîsandiye.
Helbesta min a dawîn Dastana Şêx Ehmedê Huseynî (NIVÎS, hejmar 4 - 22.02.2001) bû. Min di wê helbestê de çend raz û peywendiyên nehênî yên di navbera xwe û helbestê de, derbirîbû.
Rojekê dostekî min telefonî min kir û pirsî: ma qey tu nema helbestê dinivîsînî?
Te çawa nas kir? Min jê pirsî.
Got: Ji helbesta Dastana Şêx Ehmedê Huseynî.

Bi kurtî, ango bi kurtiyeke qasî qonaxa di navbera Stockholmê û Amûdê de, min beriya du slan di Dastanê de dabû xuyanî kirin ku ez êdî nema helbestê dinivîsînim, lê sed heyf û mixabin ku ji bilî mirovekî yan jî xwendevanekî ev daxuyanî wernegirt.
Bi rastî Sîrwan hîç gêwlê min û peyvê nîne. Ez bi zorê dipeyivim, xwezka te bihişta careke din.
Bes e looo!!!

Min ti carî ji kesî re negotibû ku ez nema dinivîsînim lê te ev pirsa iblîsane ji ku anî nizanim?
Erê ez nema dinivîsînim!
Yan jî ji du salan û vir ve min biryar dabû ku nema dinivîsînim.
Ka van rêzên Dastanê bixwîne da tu bizanibî kînga min biryara xwe wergirtibû:

.....

Di heman êvarê de, gezgezoka temenê xwe
û di heman mirinê de, cegerdariya evînbazan
bo nîgarkirina nexşeya çiyayên şîniyê hest kirin,
çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe berdan
û bi hêminî
pêçeka xwe pêça
û lorîna xwe lorand
û pênûsa xwe şkand
û di nav porê hevrêşimîn
ê "Birca Belek" de pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû.



<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]