|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 21 - 21.10.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
KURTEPEYAMÊN JI BO TE Cemîl Oguz
|
|||||
Belê fermo... *** Bi hêviyên ku baraneke hûrik bi ser me de bibare û em jî bi evîneke xweşik li dengê di nav baranê de ku wekî muzîka okestrayekê tê, guhdarî bikin. Bi hêviyên ku em bi hev re bikevin meşeke bê ser û ber, meşeke bê dawî... Bi silavên evînî ku ji nav dilê min ê kûr, ê evîndar û yê birîndar tên, bi hêviyên ku tu her dem di nav xweşiyê de bî, baş li xwe binêre... *** Were... Were û awirek diyarî min bike. Bila ew awir ji hemû diyariyan hêjatir, bi nirx û bila hemû diyariyên ku nayên pîvan di nava xwe de bihewîne. *** Carinan peyvek jiyaneke, carinan jiyanek tenê peyveke û ew pey di nav asîmanên bê dawî de li benda xwediyê xwe ye. Wê peyvê tenê ji bo min xerc bike, bila ew peyv tenê diyariyeke be ji bo min... *** şeva çûyî bi gurminiyeke mezin baran dibariya û bi dilopên xwe yên xedar li pencereya dilê min didan. Min ji nava dilê xwe li wan dilopan temaşe dikir û ez bi tenê bûm. Ez nizanim tu texmîn dikî yan na, lê di wê kêliyê de ez giriyam... Ez bi tik û tenê bûm û ez giriyam... *** Evînên min li pêlên deryayan qelibîn û noqav bûn, şoreşên min di nav deryaya evînê de fetisîn ku deryayek kûr, dijwar û dîn bû. *** Min evîname nivîsîn di şeveke sar a zivistanê de ji yara xwe ya dil germ re bi hemû germiya xwe ku ji nav bîra dilê min ê ku min germ dike tê... Ma ew evîn ne tu bû yî ku tu dipirsî ji kê re? *** Di nav vê tarîtiya şevê de çavên xwe bide ser hev wekî lêvên gilyasî û bikeve nav deryaya xeyalan. Wisa xeyal bike ku bila dinyaya te fireh, evîna te germ, jiyana te jî sero bino bibe. Piştî wê kêliyê ger te bêriya min kir, pêl li tûşên telefonê bike bes e...
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |