NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 21 - 21.10.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Berzan Birîvî
Şermola…..
Bazargeha laşan
Ji her alî laşên pîr ên ciwan…
Dihatin bazara te.
Bi rûmet û ser bilindahî
Te her tişt dikirî
Laşên bê can, nas û biyan,
Zarokî xortî kalemêrî
Qîzî jin û pîrî
Diz û keleş î comerd û mêr.
Şermola…
Meyxana serxweşanî
Veşargeha qumarçiyan,
Çayxana dînanî
Gulistana sêwiyanî
Sirgongeha zarokên bê guneh,
Hinna dest û serê qîz û bûkan,
Seyrangeha dê û bavên…
Kezeb û dil windakir,
Şermola………
te her tişt vedişart û min
Ji bîr dikir.
Tenê …….
Te nikarîbû veşarta
Û min ji bîr bikiraî SÎH û HEFT û… ŞÊST Û……ê
êzingên ergûna şoreşa ((CEZA'ÎR))
Êzingên birrandî…
Ji kenê devê zarokan,
Dema şa dibûn

Girê Şermola li Amûdê (Wêne: Alan Şiwêş)
Bi kulmek ax ji dana te
Bi tavek baran ji dana xwedan
Bi qurtek şîr ji pêsîra dayika xwe
Şermola……..
Bi wê firehbûna sînga te
Bi wê payebûna kevnarbûna te
Te nikarîbû û tu nikarî…
Wî kenî wan lepên biçûk..
Bi dawa hevdû girtî
Wê qêrînê wan hêsiran veşêr, Û ne ez karim
Wê bîhnê wan dayikan
Wê hewarê Ji bîr bikim.
Şermola……….
piştî temenekî mîna temenê
xwedê Dayê ((MESÎH))
Careke din hin…
Xwelya hetîketiyeke din
Hatî bi ser te de
Û te ew himbêz kirin
Mîna zarokên xwe
Lê ne te karîbû ew hetîketî veşarta
Û ne min ji bîr bikira
Şermola……..
Tê rojekê Bê xwestin govan
Li dadgeha xwedahî
Dadwer ez û ayinrê…
Ji cerg û hinavê şewitî
Pirsên min ji te:
çi ji ter digotin zarokên…
Di çêrya paşî de bi kom di hatin mêvanê te?
Te ji wan pirs nekir
çima zû hatin birrîn
Ji refên Hevalên xwe?
Ew tilyên wanî elesa şekirê Mêtinê hîn têde bû
Ma ketibû çavên jinên wanî pûşt?
Ta ku dane biraştin!
Ma serê wanî por zerî
Kuling li pozê Wanî nikilî xistibû?
Ta ku dane kizirandin!
Yan zimanê Wanî ku…
Hîn gotin xweş nezanîbû…
Dûrik li ser civata wanî genî di gotin?
Ta ew zimanê biçûk
Bi pêlên agir di bişaftin!
Şermola……
Ji te tê xwestin tu alîkar be bi dadgehêre
Wî pakrewnê Effat ji mirovên xwe
Bişîn da ku bigerî
Li bajaranî asîmanan
Li bin axa her mezelanî
Wan mêrkujan bîne ber destê min
Da ez wan dadbirrîn bikim
Bi ayinrêya cerg û hinavê şewitî!!!!
Ez ne hov im
Ku ez zor û setemê bi wan bikim,
Lê piştî pirs û bersiva venûsîn
Ezê Li gor gunehên wan dadbirrînê bikim
Gotina pêşyê min ((hHemo Rabî))
Nemûna min,
çav bi çav û diran bi diran
Û yê pêşî sitemkartirî.


Amûdê, 06.10.2000
di bîranîna 40 saliya şewata sînema Amûdê (13.11.1960)



<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]