|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 21 - 21.10.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
MIZGÎNÊ bavê Şiyar |
||||
|
diyarî bo hemû kulîlkên ku di ciwaniya geşbûnê de diçilmisin
Mizgînê..!! Gula bi bîn şêrînê, porsorê, rû geş û çav şînê… Mizgînê!! ma 11 sal bes bûn, tu dilê me bisotînê? ew jîr bûn, ew zanyarî, divê mirin lêborînê ji te bixwaze!! hîn gelek pirs mabûn, te bersiv bi xwe re birin? ew qurmiçandin temen bi xwe giriya … hêviya dê û bav bû.. û kalo her li hêviya te ye!! êdî ji dibistanê vegere serkeftinê bi xwe re bîne!!? Çawa gula geş ji geşbûnê çilmisî?? şagirt vegeriyan ji bilî te Mizgînê!!? Gelo çi bû? çû û ne hat; çav li bende matmayî û xemgîn in!! ji nişkê ve agir da cegerê, hêtûna dil vêket!! padîşahê sitemkar gul bir… gul bir; gava roj çû ava bilûrê bi nalîn û fîxan got: bar kir… bar kir… Mizgînê ji nav me barrrrr kir … !!? Amûdê, 26/9/2002
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |