| |

Adar Jiyan
Wêne: Rojev
|
Dergûşa şaristaniya gelan, navend û çavkaniya çanda civakên dîrokî, xaka
Mezopotamyayê ye. Gelê kurd jî, yek ji gelê Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn
ê herî qedîm û kevnar e. Her wiha xwediyê çandeke dewlemend, erdnîgariyeke adan
û welatekî bi xêr û bêr e.
Gava ku Mezopotmaya an jî Mezrabotan tê gotin, çand, huner û dîrok, belê
nemaze çand, huner û dîroka gelê kurd tê bîra mirov. Ew xaka adan, di navbera
Dîcle û Feratê de cih digire. Bi xwîn û xwêdana bav û bapîrên kurdan hatiye
stirandin û bi çand û hunera wan hatiye neqişandin. Bêşik li ser
vê xakê gelek şaristanî û çanda gelên din jî zîl daye. Wekî asûrî,
ermenî, ereb û peyre tirk hwd. jî li ser vê xakê jiyane û şaristaniyên
dîrokî afirandine. Belê îro ro jiyan, li ser vê xakê li wan hatiye herimandin
û heramkirin. Çand, huner û wêjeya wan hatiye bişavtin; welatê wan
hatiye dagirkirin û nirx û hêjahiyên wan ên arîşî û daringî hatine talankirin.
Sedema parvekirin, dagirkirina Mezopotamayayê ya ji aliyê hêzên dagirker ên kevn û îroyîn, tev ji ber adanî, zengînî û dewlemendiya Rojhilata Navîn e. Heke ku ev xaka zêrîn ne navenda çand, huner û berhemên kevnare bûna, ewqas sal nedibû navenda şer û pevçûnên navneteweyî û hedefa êrîşên talanker û hêzên împeryalîst. Girêdayî vê, heke gelê kurd ne gelekî qedîm û dîrokî bûna dê ji mêj ve hatibûna bişavtin û tunekirin. Heta navê kurd û Kurdistanê jî li holê nedima. Belê ji ber ku hêzên ku ev xak dagirkirine, her gav piştî kurdan hatine li vir bicih bûne. Her wiha, dibin bandor hevhîkariya çanda kurdan de mane. Navê çol û çiyan, gund û bajaran, çem û rûbaran, zinar û geliyan û heta kevir û kuçan hemû bi kurdî hatine danîn. Ji bo wê, ew nav li ser reseniya xwe mane û tu navê din nepejirandine. Navên ku ji aliyê bapîrên kurdan ve hatiye danîn, xera nebûne û rê nedane navên qelp û çêkiri. Çanda û hunera ku bidestê bapîrên kurdan hatiye afirandin jî zû bi zû winda nebûye. Belê mixabin bişavgeriya salan ew ji reseniya wê bidûr xistiye; peyre jî hin bi hin mehandiye û lewitandiye. Dîsa jî pestandin û çewsandinên ser kurdan, qedexekirin, astengkirin û termisandinên ser çand, huner û wêjeya kurdî, bi ser de ewqa bişavkerî jî têra windakirina wan nekiriye. Ji ber ku kurd xwecihên vê erdnîgariyê yên qedîm in, hêzên desthilatdar û konevaniya dinê ya mêtinger jî nikaribûye çand, huner û wêjeya kurdî ji holê rake û bi carekê re winda bike.
Wekî ku li jorê hate diyarkirin, ên ku paşê hatine li ser vê xakê bi cih bûne, ew dibin bandûra çanda kurdan de mane û mehiyane. Îro heman neqenc û rûreşên dinê dixwazin bi awayekî dîroka şaristaniyê serobin bikin û her tiştî berevajî nîşan bidin. Ne îro, bi salan e ku ew ketine nav hewldanên bêkêr û bêxêr. Dane pey berjeng û birhanên bê binyat û bêbingeh: Dikin ku çanda kurdan tune bihesibînin an jî wekî ya tirkan nîşan bidin. Belê ne pêkan e. Çimkî rim di çewalan de venaşir e. Dawiya dek û dolaban, vir û derewan têkçûn û wêrkirin e. Bilêvkirin û gotegotên derî zanistê û dûrî zanyariyê, kîjan rojê hebe be dê ji rastî pêbaweriyê bidûr bikevin û tucarî neyên peyitandin. Ligel vê rastiyê, dîsa jî dagirker û mêtingerên herêmî û navneteweyî bi hemû serberjêriya xwe radibin çanda gelan- nemaze gelê kurd- wekî ya xwe nîşan didin û dibêjin: "em xwediyê çandeke kevnar û dewlemend in." Bi rastî ev yek tenê ne dizekî ye; her wiha bêexlaqî, bêbavî û bêrûmetiye jî.
Tu nirx û hêjahiyên kurdan nemane ku ji aliyê hêzên zoran û desthilatdar ve nehatibin lewitandin. Çand, huner û wêjeya kurdî, her gav wekî ya tirkan tê binavkirin; çîrok û metelokên kurdan li zimanê tirkî têne veguhastin û dîsa çîrok, û çîvanokên kurdan, wekî çîrok û çîvanokên tirkan têne pejirandin û nasandin. Stranên kurdan tevlî, şêwaz awaz û newayan wan li tirkî têne wergerandin. Govend, dîlan û folklora kurdî wekî ya tirkan tên nîşandan û pêşandan. Binavkirina nirx û hêjahiyên kurdan li aliyekî, ew hemû wekî çand û hunera tirkan tê hesibandin û nasandin. Navê vê yekê ne talankirin û windakirin e jî. Bi rastî ev yek qorsantî, dizîtî û lasayitî ye.
|
|