|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
ZAROK DIKENIN Zekeriya Tamer * Ji erebî: Azad Beşar
|
|||||
- Çima hûn dikenin? Zarokekî got: - Ez dikenim ji ber ku ezman şîn e. ê didua got: - Ez dikenim ji ber ku dar kesk in. Yê sisyan got: - Ez dikenim ji ber ku çivîk difirin. Padîşah li dar, ezman û çîvîkan meyzekir, dît ku kenê mirov bi wan nayê, û behwerî anî ku kenê zarokan ti armanca xwe nîne ji bilî henekpêkirinê bi sehwa wî. Padîşah fermanek derxist û ken li mirovan qedexe kir. Mirovên kal û mezin ferman pêk anîn û nema êdî keniyan. Lê zarokên biçûk guh nedan fermana Padîşah û hîn jî dikeniyan, ji ber ku dar kesk in, ezman şîn e û û çivîk jî difirin. --------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- * Zekeriya Tamir çîroknivîsekî ereb ji Sûriyê ye, tê nasîn wek lehengê çîroka erebî ya kurt. Ev kurteçîrok ji brhevoka wî ya bi navê "Piling di roja dehan de" ( النمور في اليوم العاشر) hatiye girtin.
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |