|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
QEWLÊ MÛSA PÊXEMBER Tariq Hemo *
|
|||||
Êzdiyatî jî, di zanistiya xwe ya devokî de (Ilmê Sîngî) nerîna xwe li ser qewimandina mirinê dide xuya kirin, û bi mînakên kesan e têgihiştineke felsefî û bawermendane li hawirdorî vê hizrê dihûne. Qewlên mîna (Qewlê Seremergî, Qewlê Miskîno jaro, Qewlê Qiyametê, Qewlê Mûsa Pêxember,..) ji me re hizr û felsefa mirovê kurd ê destpêkane destnîşan dike, û di kûrahî û dewlemendiya naverokên xwe de şûnmayên hezarên salan radixîne, mil bi mil bi seqayên parastinê yên ku tanî vê kêlîkê jî li Kurdistanê têne parastin... Li vir em ê nimûneyekê ji vê ramanê bidin ber pênûsê, û tê de bala xwe û xwendevanan bi aramî bikşînin ser kûrbawermendiya rûhanî û tesewifî ya ko li cem mirivê kurd ji mêj ve peyda bûye, û bi şêweyê helbestekê ku mirov hinirê jê bistîne, bi bedewî xwe berdaye cîhana kurdewariyê.. Qewlê Mûsa Pêxember di mala wî mirî de têgotin yê ku gelek zarok li dû xwe hiştine, bi mebesta danasîna wê hizr û baweriya ku dibêje: Ti kes ji qedera mirinê qurtal nîne, û mirin ne mezin û biçûkan, ne xort û ne xudanê mal û zarokan dinase. Ew di hatina xwe de tekûz û bidad e, û mînak jî li vir Mûsa Pêxember e yê ku ewqasî li cem Xwedê bi qedir û qîmet bû, lê dûmahîkê wî jî serê xwe da ser axê, û giyanê xwe teslîmî biryara heq kir: Ev erd xane erd û beşer bazirgan e hineka mala xwe barkir hineka ji nû ve dane Benîademo hezar salî Temam key Mîratiyê li Şerqê ta Şam key Dumayîkê her dê ji Kasa Mirinê tam key (1) Li vir, li qelemdana kesayetiya Mûsa Pêxember , pirsek li pêşiya me tê meydanê: (pirs wek Hoşeng Broka dibêje: çirûska pêşindeye ya ku li bin bas û sîberên bersivê, dibe mizgînok û li hetava rastiyê digere..) gelo çima helbijartina Mûsa Pêxember bi xwe, çima ne yekî din? Gelo Mûsa Pêxember (wek kesaytiyek dîrokî û olî) xwedî zarok û zêç bû? Lê wek dixuya, bîreweriya kurdî ya gelemperî ti zirarê nabîne dema ku Mûsa yê dîrokî ji cihê wî radike û di erdekî din de diçîne. Bi anîna wî re gewdê helbestê (qewl) mîna naverok û giyana wê geş û dewlementir dibe.. Ji xwe Mûsa yê Tewratî pispor, zana û rêberê gelê xwe bû, û Xwedê ew kiribû kelîmê xwe, pê re rû bi rû suhbet dikir... Ji lewra bîreweriya kurdî ew ji nav rûpelên Tewratê kişand û kir lehengê mijara mirinê da ku bi wê pîrozbahiya xwe (ya ku mirovê Êzîdî wek bawermendekî rêz û hurmetê didê) bikaribe dilxweşî û aramiyekê têxe dilên wan sêwiyên ku bavê xwe winda kirine. Û ev yek heger pêk were dê ji qewalê vî qewlî re mîna serkeftirîn kar û bar û meram bête hesibandin... Qewlê Mûsa Pêxember Rojekê ji rojan Mûsa wê dixunit kitêb Û mişûrane Izrayîl û Cibrayîl li mezela Mûsa bûn mêvane * * * Sibeyeke ji xilfete Mûsa wê dixunit mişûran Û xete Rêya Izrayîl û Cibraîl li Mezela Mûsa dikefte * * * Mûsa wa deng dikete: Ya Cibrayîl we çi xilmete? Îro giyanê min ji ber we Girtibû heybete * * * Ya Mûsa bes bike sexbîre Rabe rûha xwe bi me bispêre Hate ser te mersûma Cebê re * * * Mûsa dibêji: bi wî kim Yekî xefûre Ez li rûha xwe nakim destûre Kulfetê min hîn jî hûre * * * Wa dibêjit: Cibrayîlê emîne ya Mûsa "bin Emran" rizqê kulfetê we wê li Xwedê be, li te nîne * * * Ya Mûsa rabe hilweste Emê ber bi behrê keyn qeste dê firwara Xwedê nîşa te kem dest bi deste * * * Mûsa rabû hilweste Ewan ber biherê kire qeste Emîn Cibrayîl şiva qudretê Hilgirtibû bi deste, li behrê Da ji heybetê Dû telî ji ber vedwest e * * * Hey padşê mino padîşa..!! Binê behrê kurm û daş e Di devê kurmî pelqek Maş e * * * Mûsa ji wê dihat male Wê jê dipirsin day û helale Hey Mûsayê Minoy dêm şemale Îro xulkê te gelekî tale? * * * Mûsa dibêjit diya kale Ya dayê şîr û berê xwe li Li min bike helale Hate ser min mersûma "Barî teala" * * * Dayika Mûsa şîrê xwe lêkir Helale Mûsa ji mê direviye Hind revî heta serê wî bi Qulînçka dinyayê keftîye * * * Cibrayîl gotê: Ya Mûsa me Birayek hebû Bi bêjne her wekî te bû Ka birêne tirbê, ka wa bû Yan wa nebû? * * * Derê tirbê li hesil dena (3) Aliyek axe yek xena Gotê: birano ne li min Bikin fena? * * * Derê tirbê yî hinda Ji qewlê Şêx Hevinda (4) Mûsa razabû di bin de * * * Derê tirbê reş e Ser Sîngê Mûsa daxistibû Ax û ferşe Mûsa got: bihna vê tirbê Bi min gelekî xweş e * * * Derê tirbê zer e Ser sînga Mûsa raxistibûn Ax û bere Mûsa got: mirin heq e û gor Fere * * * Mûsa kilîmciyekî çê ye Ewî rojê notûneh kelîme li Gel Xwedê ye Ew jî çû serê wî li nav axê ye * * * Mûsa kilîmciyekî çê bû Ewî rojê notûneh kelîme li Gel Xwedê bû Ew jî çû serê wî li nav axê bû Şanik: 1. Ev qewl ji pirtûka "Gundiyatî" ya ku hêja Pîr Xidir Pîr Silêman di sala 1984an de nivîsandiye, û piştre hêja Îdo Baba Şêx bo zimanê erebî wergerandiye. 2. Jêderê berê 3. Cihek li Lalişê ye (Îdo Baba Şêx) 4. Ev e navê dahênerê vî qewlî, li ser adeta hemû helbestvanên Rojhilatê û bi taybetî yên Kurd. Dahêner navê xwe jî dixist metina helbestê (Îdo Baba Şêx) --------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- * Nivîskarek kurd e ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê.
|
|||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |