NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Sirri Ayhan
(Ji bo wan hemû kesên ku li cîhanê xwe di rewşeke nexweş an jî rewşeke wekî vê de dibînin.....)


Eyşoka delal, ez ji bo beşdarbûna civîneke li ser mijareke girîng siwarî balafirê bûm ku herim Fîzanê. Lê mixabin balafira me di dema ku me dixwestî de danenî balafirgehê. Ji nişkave ji ber çavên min re teyrek bi leza birûskê derbas bû. Min got:

'Qey em jî dê wekî wî li hewa bimînin…!?.
Ma tiştekî wisa dibe? Çima nebe?

Demek dirêj derbas nebû ku em pê hesiyan çi bûye. Tu nebêjî ji ber bikaranîna madeyên şîmyayî hewa xera bûye û hewayê jî ji bo ku tola xwe ji mirovê bêaqil bistîne em li jorê dane sekinandin. Dawiyê bi derengî be jî em li Balafirgeha Dusseldorfê peya bûn. Vê carê Ayibogan gotibû ku ezê nayêm pêşwaziya te. Ez difikirîm ku dê vê carê gayê hirçkûj neyê ma dê gayê ku rûdine bê pêşwaziya min?

Ez di nava fikarên wisa de bûm û min bi tirs û lerz tûrikê xwe da pişta xwe û bi ofeof min diranên xwe nîşanî Ezraîl da û ez ji 'Pira Siratê' derbas bûm. Ez hema gihîştibûm dawiya pêşbirkê. Vê carê min çi bidîta baş e? Min dît ku yek li pêşiya min rûniştiye û di destê wî de çekek sihûduxur heye. Gelo ma ev ne berberê lewçe û geweze ye? Wî bera çeka xwe da aliyê min. Min got:

Gelo ez xewnan dibînim yan ev xeyal e?

Ez çi bibînim baş e? Min dît yek bi yek guleyan ber dide mêjiyê min! Eyşê dibe ku tu bawer nekî. Ez difikirîm ku ezê çawa bimirim? Min dît ku berber keniya û destê xwe avête stûyê min. Wî destê xwe dirêj kir û got:

Ez paşayê te yê îro me...

Û wî tûrikê min ji min girt û da pişta xwe. Paşê em derketin derve. Ax, ax! Li derve baraneke wisa dibarî ku mirov digot ewê bibe dermanê çol û deştên bê av ên Erebistan û Efrîqayê. Gava ku berber xurcika min avête ser pişta hespê xwe, ez jî neçar mam ku li pişt wî li hespê siwar bibim. Wekî ku bizane ez xemgîn û nerehet im, ji min re got:

Mamoste, ez firoşendeyê xeyalan im! Xeman nexwe ku pêwîst bike ez hêviyan jî difiroşim...!

Wî bi van gotinên xwe ez hinekî aram kirim û bi rê ket. Hê min nekarîbû bipirsim ku emê çibikin û emê bi ku de herin, wî ji nişkave got:

Tu îro esîr û dîlê min î. Mafê te yê îtiraz an jî hilbijartinê tune ye...

Paşê min hêj tu tiştek negotibû min dît ku em li ser deryayê ne û bi keştiya badî em ketine rê. Em çûn û çûn, em ji çol û deştên Nevadayê derbas bûn û gihîştin Qoriyên Nîceyê…. Wî dest pê kir:

Li vî alî mûzeya çi ye û li wî alî filan muze ye…

dibêje û dibêje....Min jê bêhna xwe girtiye û ez difikirim gelo dê niha çi bibe. Em çûn û çûn em gihîştin cihekî ne wekî Mereşê, cihekî pîs wekî 'Medya Sitesi'ya Îkîteliya Stenbolê. Li wê derê bi nîşaneya destê xwe sê avahiyên li qeraxa 'Kuleya Pîzza' nîşanî min da û got:

Ew avahî ker û gêjên vir çêkirine

Piştî ku em hinekî geriyan, wî berê hespê zivirand û ber bi aliyê binê Kuleya Pîzza ve ajot. Me hespê xwe li Xana Sîwerekê girê da! Ji nişkave ez fikirîm ku dê bacger çi ji me bixwaze? Min bala xwe dayê. Min dît ku berber gûzana xwe daniye ser stûyê bacger, diqîrîne û dibêje:

Derî vekin emê herin bl şah!

Gava ku derî vebû, em neçûn ba şah, lê tu bawer bikî, wekî ku em çûbin ser Kuleya Pîzzayê, ez ew qas kêfxweş bûm. Eyşê dibe ku tu bawer nekî. Mirov digot hemû bax û baxçeyên Babîlan, Dîmenên xweşik ên Nemrûd, esaleta Ferad û Dicleyê û Bazara Misrê di bin piyên min de ne.

Ez di nava xewn û xeyalan de me. Min ji nişkave xwe wekî dergevanê ziyaretgeha Ehmedê Xanî dît. Min dît ku ez li wir dergevan im. Ez bi dîtina Apê Mûsa ku li goşeyekî rawestiya bû kêfxweş bûm ku ji nişkave berber bangî min kir û got:

Mamoste! Mamoste! Bi xwe ve were, ha mehîr hat, hinekê bixwe!

Tasa mehîrê bi dil û can da destê min. Hevalno ma ev çi kar e? Gelo ez li ku derê me? Tam min ji xwe re digot:

Ez çawa ketim nava dikeya van xewn û xeyalan?

Min dît ku berber got:

Li wî alî binêre!

Wî gemî û keştiyên ku dihatin benderê nîşanî min didan. Berber di guhên min de kire pistepist û got:

Mamoste bila tu kes nebihîze, bi rastî ez jî di nava maweya demdirêjiyê de me. Lê bi rastî heya ez goleke nevêjim derwazeya (qele) vê pergala xerab ez vî zemîn û sehayê terk nakim û naçim…

Wî di ber xew de digot ku:

Wî zêde pere, sûd û fayîz ji mamoste Sari girtiye û hin tişt reş kirine, heya ku kuta neke jî ji vê cîhanê koç nake û naçe.

Eyşê mirov bawer nake! Ez pir kêfxweş bûm! Nabêje dostno destê xwe bidin min. Netirse ez te di vir de navêjim. Demên derbasbûyî yeke wekî te ku nayê ser riya rast, li vir bû. Ji ber ku ji zilamê wekî granît… bibore mermer re gotibû Gerger, bi zora meqesê mirar bi wî dane vexwarin.

Eşyana min dibêje ku bîranîna fincaneke qehveyê çil sal e. Ez nizanim bîranîna mirarekê çend sal in ooof. Eyşê ez ji zanîna her tiştî aciz bûm êdî… Ev Sokrates li ku ye malnemîratî ma qey hemû karê xwe spartiye min? Vê jî tu bibêje ezîza ber dilê min. Eyşê, Eyşê ez sir û razeke xwe bidim te?

Ew çermsorik, li van deran tek tek teyrê laşxur mane, ez çawa bibêjim, mirov bawer nake mirov ew qas baş hene. Gava kum in digot ku karê min heye wî jî bi kerb û rik digot:

Esîran mafê axaftinê tune ye belkî mafê wan ê ku çi bixwazin pêk tînin heye..

Ez bawer im ku zanîbû hêza min kêm bûye. Em li hespê xwe siwar bûn û em çûne aşxaneya Ewropa. Wî bi zora gûzanê ew tişta ku jê re dibêjin globalîzm, birûn birûn bi min da xwarinê ji bo ku ez qewetê bigirim. Çiqas ispanax li wî bajarî hebû hemû di gerûya min dakir. Paşê roj nîvro ez jî wekî 'AYHAN UZALA' revandim û birim şikefta xwe. Eyşê! Dengê min ketibû/min nekarî ez biqîjînim/min nekarî ez li ber xwe bidim.

Eyşê jiyana min a bi te re û ya bi hemû çermsorikên li ser rûyê cîhanê re, wekî şîrîteke fîlmêkî li ber çavên min re derbas bû. Her ev qas nebû. Wî dinyanedîtî, hirçê Xwedê, wî berberî, ez li darekê girêdam. Bi navê Kawayê Hesinkar û bi qeweta wî, berî ku min bavêje beroşê bikelîne, hemû birvir û tevirên xwe li ser min ceribandin û bi hinceta ku berî ku ez bême kelandin, bila cendekê min xweşik bibe.

Piştî hingê wekî ku ew pirsgirêk di hemû çermsoran de heye, wekî ku hişê wî dereng hatibe serê wî, got:

Ev kar wiha ne xweş e. Nizan bi tenê nabe…

Tiştên beredayî gotin. Lewre sendîkacî, madencî û ez nizanim birazayê Spartakûs bû kî bû, ew hemû jî wekî temaşevan gazî kirin. Eyşê ne xwîna kivroşkan û ne jî çerm û postên berazan heye ku ez pê wan ji te re bibêjim ku ez di çi hal û rewşekê de me. Tu vê yekê baş bizane!

Niha dê çi bibe? Tam min digot ka em bizanin niha wê rewşa me çawa be, min bi hewldanekê kilîda arîkariyê ya înternetê ya di bin memikê min ê çepê de tekand. Eyşê divê mirov hêviya xwe ji mirov heftcanî nebire. Demek dirêj derbas nebû, Eloyê kafir bi hemû êl û eşîra xwe re hat û herêma em lê dorpêç kirin û ez ji destê wan rafiziyan bi saxî û selametî rizgar kirim. Ez vê nameyê di bin çiyayê Mûsa bi hibra qurmikê gulan ji te re dinivîsim. Ji min re Don Kişot bi Sanço Panço re bişîne. Ez bi pênc çavan li hêviya xebera te me… Ez dizanim emê kenê hev bibînin…

Ez te radimûsim…
Min gelek bêriya te kiriye. Bi hêviya ku em di zûtirîn katê de hev bibînin.

Ez ji hemû mirovan ligel rengên cuda cuda û her çend ku malbata Ayibogan parçeparçe û belav be jî pir hez-di-kim.


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]