NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Qado Şêrîn
Wêne: S. H. Berko
Di 20 saliya xwe de ya ko berî kurtedemekê borîbû, "Hevdîtina Sêşemê" jibo rojbûna xwe ahengek li dar xist û sê kesayetiyên kurd xelat kirin ko ew jî ev in: Konê Reş, Seydayê Keleş û Seîd Yûsif.

Hevdîtina Sêşemê di sala 1982an de hatiye damezirandin, temenê wê 20 sal heye, li Qamişloka Bavê Felek dest pê kiriye û hîn jî berdewam e. Di "Hevdîtina Sêşemê" de hemû nivîskar û hunermend beşdar bûne, hin ji bo xwendina berhem û afirandinên xwe, hin jî jibo hevnasîn û hevdîtinê. Min bixwe di vê hevdîtinê de hemû hunermend û nivîskar û zimanzan nas kirin. Ez dikarim bibêjim ko nivîskarek ji nivîskarên Qamişlo bi taybetî û yên li bajarên din jî bi tevayî beşdarî vê hevdîtinê bûne. Ev yek jî di malan de bû. Di salên notî de ez tev li "Hevdîtina Sêşemê" bûbûm û min gelek çîrokên xwe pêşkêşî guhdaran kirin. Hêjayî gotinê ye ko hêja û helbestvan Ibrahîm El-Yûsif ev hevdîtin damezirandiye û hîn jî di kar û barê "Hevdîtina Sêşemê" de berdewam e. Dîsa nayê ji bîr kirin ko ke sin dî jî hebûn ko alîkariya "Hevdîtina Sêşemê" kirine da ko berdewam bibe wek: Hefîz Ebdurehman, Mihemed Silêman, Ehmed Heyder, Isam Hûç. Di "Hevdîtina Sêşemê" de helbest, çîrok, mûzîk û stran, gotar û lêkolîn dihatin xwendin û pêşkêş kirin. Hinek nîvîskarên ereb jî pêşkêş kirine. Ji nivîskar û hunermendên ko di "Hevdîtina Sêşemê" de beşdar bûne ev in: Seydayê Keleş, Qado Şêrîn, Hefîz Ebdurehman, Konê Reş, Tengezar Marînî, Ehmed Heyder, Ferhad Çelebî, Helîm Yûsif, Hisên Sbahî, Mihemed Nedîm, Hoşeng Broka, Cemîl Darî, Silêman Azer, Fewaz Ebdê, Welîd Huznî, Ehmed Ismaîl, Ebdilbaqî Huseynî, Ferhad Içmo, Nesrîn Têlo, Xanim Heybo, Mihemed Silêman, Heybet Bavê Helebçe, Ehmed Icê, Cîhan Silêman, Taha Xelîl, Selîm Mecîd, Mihemed Hellaq, Dildar Mîdî, Dildarê Aştî, Lîna Mihemed, Narîn, Ariya, Gulê şêrîn, Ezîz Tûma, Xalid Hisên…htd.

Ji "Hevdîtina Sêşemê" jî kovarek hate deranîn ko ew jî kovara Mewasim e ya ko bi zimanê erebî hêja Ibrahîm El-Yûsif weşand û hîn jî berdewam e. Gelekan ji nivîskarên jorîn jî tê de nivîsandine.

Ez dikarim bibêjim ko "Hevdîtina Sêşemê" bûye mîna navendekê ji bo çand û kultura kurdî. Çalakiyên wê bi berdewamî dihêle ko nivîskar bi berdewamî binivîsîne û hergav di meydana çand û rewşenbîriyê de amade be û kesîtiyek wî di vê meydanê de ava û bilind be. Ji dilê wê jî gelek nivîskar derketin û bûn xwedî navekî mezin.


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]