NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Lokman Polat
Min li ser gelek romanên kurdî nivîsên danasîn, analîz û nirxandinê nivîsî û gelekên wan nivîsan di kovarên kurdî de derketin. Ji bo ku nivîs di kovarên cure cure de derketin, dibe ku hinek kovar nekevin destê xwendevanan, bi taybetî jî kovarên ku li Ewropayê derketin, nakevin destê xwendevanên li welêt. Loma jî, min wan nivîsên xwe yên li ser romanan civand ser hev û wek pirtûk amade kir.

Di pirtûka min a ku min navê wê "Danasîna Romanên Kurdî" daniye de ji her romannivîserekî kurd danasîna romanekî wî heye. Min piştî ku pirtûka xwe ji bo çapê amade kir, hinek romanên kurdî yên din jî derketin û ketin destê min. Divê min danasîna van romanan jî binivîsana. Min li ser gelekan nivîsî. Lê, vêca nivîs zêde bûn, nedibû ku ez hemûyan di yek pirtûkek de biweşînim. Ji bo wê min pirtûkek din wek berdewama pirtûka yekem amade kir û min van nivîsan di vê pirtûkê de bi cih kir û navê wê jî danî "Bîst Romanên Kurdî".

Ez dema li ser berhema nivîskarekî dinivîsim, li şexsîyeta wî nivîskarî qet mêze nakim. Nivîskar kî ye? Wî di jîyana xwe de çi kiriye? Çi tiştên baş û xirab pêk anîye? Dîtin û ramanên wê yên îdeolojîk û polîtîk çi ne? Ez li ser van aliyên nivîskarekî nasekinim û ev tiştên wan min întrese nake. Ji bo min a girîng berhem bi xwe ye. Berhema kîjan nivîskarî dibe bila bibe, heger bi kurdî be û roman be, (hinek berhem roman nîn in, lê li ser roman nivîsîne, min jî xwendîye) min li ser nivîsîye û ji niha pê ve jî ez ê binivîsim.

Di vê nivîsa xwe ya danasînê de jî, ez ê pirtûka Mahmûd Baksî "Serhildana Mala Eliyê Ûnis" bidim danasînê. Ev pirtûk berhema rehmetî Mahmûd Baksî ya dawîn e.

Pirtûk di nav weşanên "Welat" de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 109 rûpel e û ji 19 beşên kurt pêk hatiye. Romannivîser Mehmed Uzun ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsiye. Di amadekirina vê pirtûkê de keda nivîskarê jîr ê ciwan Salihê Kevirbirî gelek çêbûye.

Mehmed Uzun di pêşgotina xwe de gelek tişt gotiye. Pêwîst nake ez wan dubare bikim. Ez vê pirtûkê li gor teorî û pîvanên romanê nanirxînim. Pirtûk ji romanê bêtir vegotin e. Ez ê naveroka pirtûkê û bûyerên ku tê de hatine vegotin, bi kurtî pêşkêşê xwendevanan bikim.

Serhildanên kurdan, hinek jê mehelî -lokal- bin jî di dîroka kurdan de ciheke girîng digrin. Li gor arşîvên dewleta dagirker a tirk, kurdan 29 car li dijê komara Tirkiyê serhildan pêk anîne. Bi min divê roman û vegotinên van serîhildanan bi kurdî bêne nivîsîn. Heger ji bo her serhildanek romaneke kurdî bê nivîsîn, dike 29 romanên kurdî. Ev jî ji bo edebiyata kurdî dibe dewlemendîyek.

Di wan serhildanên kurdan de gelek mêr, mêrxas û egîdên kurd bi navûdeng bûn. Mêrxasîya wan egîdan di stran, kilam û çîrokên kurdî de hatine afirandin. Dengbêjan li ser wan kilam gotiye, çîrokbêjan li ser wan çîrok gotiye. Lê, ev gotin bi hawakî edebiyata devkî hatiye pêkanîn, bi şêweya debiyata nivîskî nehatine afirandin. Divê ew derbasê ser kaxiz bibin û bên nivîsîn.

Jiyan, serpêhatî û têkoşîna gelek mêrxasên kurd bi serê xwe dibin mijara romanê. Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nurî Paşa, Yadîn Paşa, Kor Huseyîn Paşa, Keremê Qol Axasî, Hecî Musa Beg, Amê Faro, Seyidxanê Mala Seydo, ?êx Seîd û ?êx Elî Rîza Efendî, Alîşêr, Nurî Dêrsimî, Seyid Riza û bi dehan, bi sedan kurdên din, jiyan û têkoşîna wan dikare bibe mijara romanê.

Mehmed Uzun baş kir ku romana Bedirxanîyan û ya Memduh Selîm Begê nivîsî. Min -Lokman Polat- baş kir ku romana katibê ?êx Seîdê nemir, têkoşer û fîlozofê kurd Fehmîyê Bîlal nivîsî. Mahmûd Baksî jî baş kir ku beriya biçe ser heqîya xwe romana serhildana Elîyê Ûnis nivîsî.

Niha em bên ser naveroka vegotina "Serhildana Mala Eliyê Ûnis". Wek tê zanîn, serhildana mala Eliyê Ûnis li herêma Xerzan pêk hatibû. Di destpêka pirtûkê de taswîra herêma xerzan tê kirin. Pirtûk bi kilama "Ferman e, ferman e, keko li me ferman e" dest pê dike. Ev kilam, kilamekî gelek xweş û bi dilêş e.

Li gundekî Xerzan, jinek gundî ku navê wê Sebroya Etikê ye, serê sibê radibe û diçe ber tenûrê. Li wir du zarokên biçûk li ber tenûrê dibîne. Herdu zarok ji sar û sermayê qufilîne û birçî ne. Sebro xeberê dide mala axayê gund. Axa û gundî tên zarokan li ber tenûrê dibînin. Ew nan didin wan. Paşê axa emir dide ku porê wan biqusînin -spî di porên wan de heye- û serê wan bişon.

Herdu zarok, yek keç e û yek kur e. Ev herdu zarok kî ne? Jiku hatine vî gundî? Di beşa yekem a vegotina pirtûkê de ev meraq heye. Ev meraq xwendevanan dikşîne nav pirtûkê û ji bo vê meraqê xwendevan xwendina xwe didomîne û dest bi xwendina beşa duyem dike.

Axa, anku axayê gundê Sibhiyê li wan herdu zarokan nav datîne. Ew navê kurik Evdo û navê keçikê Emîne datîne. Gelo ev herdu zarok çiyê hev in? Kes nizane. Herdu zarok di gund de, sal bi sal mezin dibin, lê ew jî bi bîr naynin ku jiku hatine vî gundî? Diya wan û bavê wan kî ne? Nayê bîra wan. Paşê zarok jî -ku êdî bûne xort û keça ciwan- çîroka xwe ji bîr dikin û bi gund re dibin yek.

Ev pirtûk, wek ku min di destpêka vê nivîsêde got, ji 19 beşên kurt pêk hatiye. Ev beşên kurt, bi taybetî jî hinek beş li gor pîvana romanan û şêweyên edebî gelek qels in. Di beşa duyem de behsa fermana dewletê, ku dixwazin mintîqê vala bikin û gundîyan ji gundên wan derxin der, dike. Qaymeqam û qumandarê dewletê diçin gundê Tahar Axayê Badkîyan û ji wan bac -vergî- dixwazin. Gundî jî qebûl dikin û bac didin wan. Lê, dewlet dixwaze provakasyonek çê bike. qumandarê leşkeran, anku Yuzbaşî dest davêje bûka Axa. Bûk hawar dike, gundî tên hawarîya wê û hinek karmendên dewletê dikujin. Ev beş hemû li ser hev di rûpeleke û nîv de hatiye vegotin.

Di beşa sêyem de lehengê serhildanê Evdirehmanê elîyê Ûnis derdikeve holê. Ew di dîwana xwe de runiştiye. Mirov û gundîyên wî di hizûra wî de runiştine. Bûyera gundê Tatar Axa pê hesiyane. Ew pê zane ku derdê dewletê Tatar axa nîn e. Hedefa dewletê mala Eliyê Ûnis in.

rojek mifreza leşkerên dewleta tirk tên gundê mala Eliyê Ûnis û ji wan re dibêjin ku "divê bac bidin û xortên xwe bişînin leşkerîyê." Piştê ku mifreza leşkeran ji gund derdikevin ku biçin Hezo'yê, di rê de peyayên mala Eliyê Ûnis davêjin pêşiya wan, çek û sîlehên wan ji wan distînin û wan bê çek berdidin. Piştê vê bûyerê eşîra mala Eliyê Ûnis xwe ji bo şer amade dikin.

Di beşa çaran de behsa leşkerên ordiya tirk dibe ku, cemse bi cemseyan tên, li Sason û Xerzan bi cih dibin û xwe ji bo şer amade dikin. Di beşa pêncan de, hinek axaler dikevin nabeyna mala Eliyê Ûnis û dewletê. Ew dixwazin wan li hevûdu bînin. Lê, baweriya Evdirahmanê Eliyê Ûnis bi dewletê tune. Nivîskarê pirtûkê Mahmûd Baksî bi gotinên ji devê Evdirahmanê Eliyê Ûnis, rewş, qarekter û haletê ruhîyeta tirkan û dewleta wan gelek rast û bi balkêşî taswîr dike. Weha dibêje:
"Lawo ger ez taştê bim hûn jî şîv in, nebêjin ku'îro karê romê ketiye ba me û gava ku Mala Eliyê Ûnis ji holê rabe axatiya herêmê wê bikeve destê me û emê bibin axayên kurdan.' Pişta xwe bidin dûpişk û maran lê pişta xwe nedin Roma Reş. Ji ber ku ew ji dîroka Osmaniyan heta îro kifş bûye û diyar e tu car bextê tirko ne bext e. Gava ku qels dibin, ji wan pîstir, tirsonektir û newêrektir xelk tuneye. Lê gava xurt dibin, ji wan zalimtir û xwînmijtir tu gel tuneye. Tu car wan şer bi destên xwe qezenç nekiriye. Tim û tim fitne û hîle xistine nav gelên din, ew berdane hev û piştre ew yek bi yek di nava xwe de mihandine. Ji bo vê yekê em divê yekîtiya xwe çêkin û li dijî wan şer bikin." Rûpel: 39

Nivîskar Mahmûd Baksî di vê beşê de bal dikşîne ser di nav eşîrên kurdan tunebûna ruhê neteweyî û nakokî û dijberiyên nav wan. Li gor ku nivîskar agahdarî dide xwendevanan, mala Eliyê Ûnis malbatekî serhildêr in. Bav û kalên wan jî li hemberê dewletê serî hildane. Di beşa şeşan de ev tişt tên qalkirin.
Balkêşêyekê vê pirtûka vegotinê ev e ku; di piraniy beşên pirtûkê de, yan di destpêka beşê de yan jî di nav beşê de kilam hene. kilamên gelêrî ne, gelek xweş in û bi manedar in. Beşa heftan jî bi kilamek dest pê dike. Ev kilam kilama li ser mala Eliyê Ûnis e. Helbet ev kilamana kilamên ku nivîskar bi xwe afirandiye nîn in. Ji pêşgotina nivîskar diyar dibe ku kilam kilamên dengbêj Mirado, Salihê Qubînê û Zahîro ne.

Di beşa heftan de serhildan dest pê dike. Dengê top û metralyozan erd û ezman dihejînin. Guleyên topan gund, dehl û devîyan dişewitînin. ?erekî bêhempa dest pê dike. Leşkerên tirk herderî dişewitînin û talan dikin. Lê, şer her diçe xurt dibe, geş dibe. Mala Eliyê Ûnis di berxwede didin. Leşkerên komara Kemalîst darbeyên giran dixwin. Leşkerên tirk rê û dirbên mintîqê nizanin û dikevin kemînên çekdarên kurd û têne kuştin.

Mistefa kemal û hevalê wî Îsmetê kerr dinêrin ku nikarin bi çova zorê çekdarên kurd têk bibin, taktîk digehurînin. Bi eşîrên kurdan re têkilî datînin û bi piştgiriya eşîrên kurdan, çekdarên eşîran dikevin pêşiya asker û cendirmên tirk, yanî bi leşkerên tirkan re alîkarî dikin û êrişê ser çekdarên mala Eliyê Ûnis dikin. Bi vê şêweyê kurd bi kurd didin kuştin, didin qirkirin. Mala Cemîlê Çeto, eşîra Remanîyan, eşîra Badikîyan, eşîra mala Silê çirî, pencînarî, hemû bi zilamên xwe ên eşîrî ve davêjin ser çekdarên mala Eliyê Ûnis. Êdî ji kîjan alî çiqas bêne kuştin, ji bo dewleta dagirker a tirk kar e. Lewra herdu alî jî kurd in, kurd têne kuştin.

Di beşa heştan de, geşbûna şer heye. Heft çekdarên mala Eliyê Ûnis dema diçin gundekî, di rê de tên girtin. Di nav leşkerên tirk de kurdekî xaîn heye ku navê wî Hesenê Genco ye. Ew çekdarên mala Eliyê Ûnis nas dike û ji leşkeran re dibêje "wan bigrin û bikujin." Ji wan heft kesan yek xilas dibe û diçe xeberê dide hevalên xwe yên çekdar. Di nabeyna çekdarên kurd û leşkerên tirk de şereke giran derdikeve, du mifreze asker têne kuştin. Çekdarên kurd heşt asker jî dîl-êsîr- digrin. Paşê, çekdar heşt askeran serbest berdidin, azad dikin, lê qumandarê askerên tirk heşt askeran dide ber gulan û wan dikuje.

Ev jî xuya dike ku fermandarê tirk şiqas xedar e. Leşkerên tirkan dema çekdarên kurd birîndar digrin, di cîde serê wan jê dikin. Jin jî ji bo ku zindî nekevin destên askerên tirk, xwe ji ser zinar û çiyan de, ji ser pirê de davêjin xwarê û xwe dikujin. Rindîxan ji wan jinên kurd jineke ku xwe ji ser pirê davêje xwarê. Ew beriya ku xwe bavêje, dibêje:

"Ez rind im Rindîxan im
Keça Mîrê Xerzan im
Jina şêrê çiyan im
Ez namûsa wî naxim
Destê rovî û çeqalan"

Rûpel: 55

Di beşa nehan de, generalê ordiya -artêşa- tirk Cemal Madanoglu heye. Ev general li Tirkiyê gelekî hatibû naskirin. Ew generalekî çep û humanîst bû. Ew di dema serhildana mala Eliyê Ûnis de, li Sasonê -serheng, serbaz- Yuzbasî bûye. Wî nexwestiye ku xwîn bê rêtin. Xwestiye di nav serhildêrên çekdar û dewletê de navberî bike, aşîtî pêk bîne. Wî bi serokê serhildanê re hevûdu dîtin pêk anîye. Wan peyman çêkirine. Lê, generalekî ku nû hatiye mintîqê vî tiştî qebûl nekirîye, gotiye "ez bi wan re tu peyman çênakim û ez ê koka wan rakim."

Di beşa dehan de nivîskar behsa şerê cîhanê ê yekemîn, avakirina komara tirk a kemalîst, serhildana ?êx seîdê nemir û xaîntiya hinek eşîran û îxaneta Cemîlê Çeto dike. Wek gelek beşên din, ev beş jî dide xuyakirin ku, nivîskar Mahmûd Baksî, şêweya nivîsa xwe ne li gor teknîk û forma rêmanê, li gor şêweya pexşan û vegotinê behsa bûyeran kiriye. Ji berhemên bi vî şêweyî re roman na, lê bi tirkî "anlatî" anku qalkirin, behskirin, vegotin dibêjin. Ji xwe ev pirtûk bi temanî dişibe berhemên "vaqanivîs"eran.

Di beşa yazdeh de behsa Cemîl Begê ku midûrê nehiyê ye, dike. Cemîl Beg bi eslê xwe kurd e, karmendê dewleta tirk e. Mirovekî dijminê gelê xwe ye. Birakuj e. Bi fen û fûtan gelek tişt tîne serê kurdan. Di beşa duwanzdan de behsa hevkariya eşîrên kurd û berxwedana kela Hezo'yê dike.

Di beşa sêzdan de, şikestina serhildana mala Eliyê Ûnis heye. Serhildan têk diçe. Dewleta dagirker bi ser dikeve. Bi sedan gund kavil dibin, tên talankirin. Dewlet eşîra mala Eliyê Ûnis nefî dike, wan sirgûnê rojhilatê anatoliyê dike. Di beşa çardan de kuştina sê mêrxasên kurd tê qalkirin. Ev hersê mêrxas, Smaîlê Biro, Silêmanê Bego û Emînê Zînê dixwazin biçin binê xetê, cem mala Hacoyan.

Nivîskar di beşa panzed de behsa piştê şikestina serhildanê û nefîkirina mala Eliyê Ûnis dike. Zilm û zordariya dewleta dagirker ku li herêma Xerzan dikin, tîne zimên. Di beşa şanzdan de jî nefîkirina ew kesên ku beşdarê serhildanê nebûne tê kirin. Gundîyekî bi navê Faro ji bo ku nê sirgûnkirin bertîl -rişwet- dide karmendên dewletê, lê dîsa feyde nake, wî sirgûn dikin.

Di beşa hindeh de, bûyera ku tê serê malbata Mûsa tê qalkirin. Mûsa ji bo ku nefî anku sirgûn nebe, xwe berşê dide, bi malbata xwe ve diçe gundekî din. Lê di vî gundî de çehşekî ku navê wî Huseynê Remezan e, gilîya wî dike. serbazekî dewletê, ku yekî pir zalîm û xwînmij bûye û leqebê wî jî "Qesab Ahmed e", bi leşkeran ve tê gund û Mûsa û malbata wî di nav malê de dide ber gulan, hemûyan dikuje. Serbaz û leşker ji gund derdikevin diçin. lê, Mûsa nemiriye, birîndar e. Dema Mûsa çavên xwe vedike, di hundirê malê de jin û zarokên xwe di nav berma xwînê de dibîne. Hemû jî hatine kuştin, mirine.

Di beşa têkçûna serhildanê de behsa têkçûnê hatibû kirin, lê behsa ku çi bi serê serokê serhildanê hatibû, nehatibû kirin. Di wê beşa têkçûnê de diyar nebû ku Evdirahmanê Eliyê Ûnis çi bûye? Di beşa hijdeh de behsa wî tê kirin. Nivîskar pêşî bi kurtahî behsa Kurdistana başûrê biçûk dike. kar û xebatên mala Bedirxaniyan, mala Cemîl Paşa, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Nûredîn Zaza dike. Paşê behsa Evdirahmanê Eliyê Ûnis û ji eşîra wî şêst kesên ku çûne binxetê, dike. Ew di pênce û heft salîya xwe de li wir diçe ser heqîya xwe.

Beşa nozdeh, ku beşa dawîn e, behsa panzdeh sal piştê dema serhildanê tê kirin. Di ser serhildanê de panzdeh sal derbas bûye. Dem dema Îsmet Înunî ye. Nivîskar Mahmûd Baksî ji bo Îsmet Înunî dibêje "Îsmet Înunî bi eslê xwe kurde lê qesabê qewmê xwe ye." Îsmet Înunî wê demê serokwezîrê komara tirk e. Zilm û zordariya ku bi destê hukmata wî tê kirin, hetanî sala 195o'yî didome. Paşê hilbijartin çêdibe, partiya demokrat tê ser hikûm. Ev partî efûya giştî derdixe û kesên ku hatine nefîkirin vedigerin gundên xwe.

Di dawiya pirtûkê de nameyeke nevîyê Eliyê Unis, Mihemedê Evdilcelîl û nivîsekî jî li ser "Salihê Kevirbirî û nifşê nû" hene. Nivîsa li ser Salihê Kevirbirî, Mahmûd Baksî nivîsiye. M. Baksî ji bo Salihê Kevirbirî dibêje : "Salih nifşên nû temsîl dike. Wekî siwariyekî bextewar, bibawer, zana û têrbelge; baskên wî ji bayê, lingên wî ji polayê li seranserê Kurdistanê digere."

Di vê pirtûkê de, wek ku Mehmed Uzun jî di pêşgotinê de dibêje: "Serpêhatiyên serhildanê peregende hatine hûnandin. Ji şexsan bêtir bûyer lêbûne..... Bûyer û serpêhatî şax venadin."

Pirtûk ji hêla ziman ve baş e. Zimanê wê giran nîn e, hêsan e, zelal e. Bê westandin tê xwendin.


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]