|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
ÇEND XWENASÎN Nezîr Melle - Amûdê
|
||||||
2. Ewr: Hingî li bayê hênik geriyam, bi serê ç?iyan ketim. 3. Rok: Eger min dizanîba ku kor min ne nasin, min ê xwe kor kiriba. 4. Welat: Carekê bi tenê ji xwînê bipirsin. Ewê ji we re bibêje çendî şêrîn im. 5. Sitêrk: Piştî min li hîzarê sor xistin û li ser milê gurcûnan danîn. Ez gelekî ji ber xwe şerm dikim. 6. Gul: Hetanî bi stiryan pozên xwe tûj kirin û li pey min ketin û hilma min bi hovitî kişandin. 7. Tembûr: Bi vê koda vala min gelek govend gerandin. Dîsan bi vê kodê min gelek hêsir barandin. 8. Dahol: Wax...! Ma çi çêbû? Ma ne ez çermek im. Min carekê lawirekî belengaz diparast, ez li tarekê hatim gerandin û jixwedênetirsan hetanî nuha bi kaşoyan li newqa min didin... Qene bira tev jibo gurme gurmê ye? 9. Rê: Min carekê devê xwe vekir û ling daqurtandin, lingê teze, pîr û zuha, lê yekî ez birînkirim, ew jî yê bi potîn bû. 10. Rovî: Ez geriyam û hey geriyam, min kesek wek xwe fenek nedît, lê "çermê min li bazarê yê herî erzan e". 11. Zemîn: Min da û stand, her şêwe ji min dizên û di min de dimrin. Di vê xeleka bê dawî de, du tişt dimînin: ken û girî. 12. Baran: Heger kaniya hêsran miciqî, wê gavê ez ê pesnê xwe bidim. 13. Tirs: Ne ji min ba koletî nedibû, ne ji koletiyê ba şer jî ne dibû, ne ji şer ba jî mêranî ne dibû, lewra ez bavê mêraniyê me. 14. Ker: Li ba min, tiştê herî hesan tîzk û zirandin in. Lê lawo...! li wî yê barê xwe bi semaxî (aramî) bighîne dawî. 15. Careke din tembûr: Eger we keziyên xwe bi êşa dilê min hûnandin. Eger we êşên dilên xwe li ser perdê lêvê min barandin, wê çaxê bilbil dikare gulê ji rêşîkên min re bike diyarî.
|
||||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |