NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Nezîr Melle
Kesek bi ser nakeve

Mihemedê Hedlê mirovekî dirêj, dirêj, dirêj, heta sibê dirêj bû. Hedla Mihemed jina wî bû, kin, kin, kin, heta doh kin bû. Herdû kurdûnde mirin.

Derew

Xortê evîndar, du rojin li hêviya evîndara xwe li stasyona tirênê dimîne. Deh tirênên rêwiyan û dehên baran derbas bûn û evîndara wî nehat. Tirêna bîst û yekê destê xwe li milê xort xist. Xort gotê: "Ke?çê, çima tu nehatî ser soza xwe?"
- Wîîî, ma tu nizanî doh hingê xeberên xweş li ser welat min bihîstin ji kêfa re ez mirim.

Dîrok

Di nîvroja havînî de, di gundê Girreş re derbas bû, bê ku dagere ti malan, sehên li ber sîha dîwran jî ranebûnê, ba û bahozê jî şopa sola lastîkî û pînekirî ji toza rê nebirin.

Girêdan

Sofî Gulo, di nav çepera leşkran de got: "Piştî vî temenî û riya sipî ez ê bi kotekî koçber bibim? Na... sed carî ez ê van kevir û kuçên dora gund û vê xweliya sarûgermî bi ser serê xwe dakim û bi vê dara gûzan ve xwe mîx bikim û..."
Leşkeran dengê wî birîn û bi dû tangê ve kirin û li dora gund gerandin. Dilê Sofî Gulo geş bû, xakê jî mîna livînek hevirmêş ew himbêz kir.

Nûçeyên sala 2095an

- Ezmûnên dawî ku zanyarên Emrîkî li ser Kurdan pêkanîn, dibêjin ku jehra siyanîd û xerdelê nema bi Krudan kêr dike, gereke jehreke din were çêkirin.

-Li Sûriya berê, li sînorê Israîl û Tirkiyê, ji hêla mirîşkekê ve bajarek hate keşifkirin. Dema mirîşkê sergo vedipexirand bajarek bi lehpelûşkên wê ve hat. Li gor zanyarên erkolojî, navê wî bajarî Amûdê ye.

-Mirovekî Kurd li Hewlêrê keniya.

-Mirovekî seyir li bajarê Diyarbekir hate dîtin, bi zimanekî biyanî dipeyive, piştî lêkolîn û vegera dîrokê, hate nasîn ku ew mirov Kurd e... Mafê axaftina zimanê dayikê wergirt.

- Li Japonê, li şûna sînemeya bêrîkan şanoya bêrîkan hate afrandin... Her kes dikare şanoyeke bêrîkan tev şanogeran bikire...

-Kurdên Kurdistana Elmaniya ji Kurdên Kurdistana Holenda re gotin: "Heger hûn ji erdê me dernekevin em ê şerê we bikin."

-Li Strasborgê du Kurdên ku li ser zimanê kurdî dixebitîn, ji bo gotina paşeroj û pêşerojê hev kuştin.

- Çar Kurd li Qamişlo gihane hev, 15 partî ava kirin.

- Partiya mêrên azad (PMA) bangewazî jinan kirin ku hema derfetê bidin mêran da karibin cejna xwe pîroz bikin.

-Vê salê, ji bilî Kurdan ti kes neçû Hecê.

-Sipîkerê Mezopotamya TV, Medenî Ferho, vê sibehê, dema nûçeyên rojnemeyan pêşkêşdikir, çû ber dilovaniya Xwedê. Temenê wî li nêzî 165 salan bû.


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]