|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 20 - 21.09.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
WÊJEYA KURDÎ AN ÇANDA KURDÎ? Mihsin Seyda* - Kobanê |
||||
|
Tiştekî berçav e ku di van salên dawî de li nav Kurdên Sûriyê di warê nivîsandina bi zimanê kurdî de tevgerek dest pê kirye, û hêdî hêdî zimanekî yekbûyî bo nivîsandinê peyda dibe. Ev yek cihê şanazî û dilxweşiyê ye, û gaveke rast e bo danîna bingeha çandeke kurdî ya berfireh. "PIRSA REWşA ÇANDA KURDÎ LI SÛRYÊ" tiştekî destnîşan dike, ew e ku çanda kurdî dabeşbûye û li her perçeyekî Kurdistanê taybetîyek wê çêbûye. Lê ev nayê wê wateyê ku dîwarekî ji hesin di navbera çanda kurdî ya giştî de hatiye ava kirin. Û di dawiyê de dimîne navê wê (ÇANDA KURDÎ ), çi li Sûriyê be û çi li derveyî wê be. Bê guman çanda kurdî li Sûriyê dirêjiye ji çanda kurdî ya kevnare, û hin pirsgirêkên wê ji pirsgirêk û kêşeyên çanda kurdiya kevn in. Ta roja îro mirov dikare bibêje ku Kurda ne tenê li Sûriyê, lê li hemû deverên Kurdistanê, nêzîkî karê çandî dibin ( "da xelq nebêjin ku ekrad bê marîfetin bê esl û binyad" ). Mirov dikare bibêje ku çanda kurdî yaxud wêjeya kurdî di siya rihê vê malkê de hatiye nivîsandin. Tenê yek armanc li pêş wê ye, ewe ku piştgirî û berevaniyê li xwe bike. Ev kêşe me dajo hin pirs derbarê çanda kurdî ya kevin. Gelo bo çi çanda kurdî tenê di xeleka wêjeyê de zîvirîye û ji wêjeyê jî bi taybetî helbest, û ji helbestê jî helbesta tesewif û irfanê? An bo çi nivîsandin bi zimanê kurdî bi derengî dest pê kir? Bo çi Cezîrî û Xanî bi zimanê kurdî helbestên xwe nivîsîn û şerefxanê Bedlîsî bi zimanê farisî (Şerefnama) xwe nivîsand? Di bîr û baweriya min de, çand û rewşenbîriya kurdî li Sûrîyê hêj ew jî ji gêjena wêjeyê (tore) derneketiye. Berhemên me bêtirên wan helbest in an çêrok in. Heger car caran jî berhemên cêwaz derdikevin ( rêziman, dîrok, lêkolîn, werger,…), ew jî bi rengekî fedok derdikevin, û ew valehiya ku di çanda me de ye danagire. Û em bixwazin nexwazin ev bûye diyardeyek di çanda me de. Rojnama AVESTA (hejmar9, sal 2, adara 2001ê) di hevpeyvînekê de bi nivîskar û lêkolînvan Ehmed Şerîfî re (Kurdistana Rojhilat, Mehabad ) pirsa rewşa çanda kurdî li Sûriyê jê hate kirin. Mamoste Şerîfî dibêje: "Ez nizanim ku ji aliyê we ve çend kovar û rojname hene. Ez çend rewşenbîrên kurd li wê deverê nas dikim, lê nizanim li nik we navenda ferheng (çand ) û hunera kurdî heye an na?" Ez nizanim, gelo sûcê me ye an sûcê mamoste Şerîfî ye ku nizane navenda çanda kurdî li Sûriyê heye an na? Ev nimûneyeke ji peywendiyên rewşenbîrî û çandî di navbera Kurdên Sûriyê û beşên din ên Kurdistanê. Ev dengvedana (çanda kurdî li Sûriyê) li deverên din ên Kurdistanê û kîjan demê! Dema internêt û satilaytê. Ta roja îro rewşenbîrê kurd li Sûriyê bi hesreta kovareke serbixwe ne ku bikaribe li ser rûpelên xwe pênûsên nivîskarê kurd bicivîne û tevgera me ya çandeyî ya qels û lawaz geş bike û xwîneke taze berde giyanê wê. Lê mixabin kovarên me yên mehane her çar meha carekê dertên û kovarên ku li ser bergê wê dinivîsin (her çar meha carekê der tê) salê carekê der tê an der nayê. Dibe ku hin birader bibêjin ku çanda kurdî qedexe ye, ji ber vê jî kovarên me ne di wextên xwe de derdikevin. Rast e, hêj qedexe kirin ji ser çanda me ranebûye. Lê bo çi partiyên me rojnameyên xwe di demê de derdixin? Gelo karê siyasî pêwîstire ji karê rewşenbîrî? Xaleke din a balkêş derbarê çanda kurdî li Sûriyê, ewjî pirsa ziman e. Ta niha zimanê kurdî li Sûriyê nebûye zimanê rewşenbîriyê ji ber ku ta niha jêderê çanda me zimanê erebî û zimanên din in. Gelo em dikarin di rêya zimanê kurdî re têkilîyê bi çandên biyanî re bikin? Salê çend pirtûk têne wergerandin? û heger werin wergerandin, dê bêne xwendin? Hejmara xwendevanê zimanê kurdî li Sûriyê çend e? Di dawiyê de hêvî dikim ku min zêdegavî li ser karê berhemên kesî nekiribe. Min wekî xwendevanekî kurd nerînên xwe nivîsîne. --------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- * Lêkolînereke kurd ji Kobanê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye.
|
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |