NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Meşal Temo
Ez û Guljînê, em li kampeke awarte rastî hev hatin, ji xwe ew berî min li wan dera bû, vêga em herdû keç bûn ji welatê nifreta parçebûyî vehewiya bûn. Tiştê dî yê ku ez û wê tê de hevparbûn, me dizanîbû bi zimanê xwe bi axifin, lewma jî di gelek caran de Gulê zimanê dirêj, dirêj ji koka devê xwe derdixist ji bo tenê bêje eve nasnameya min e. Bi rastî gava zimanê xwe derdixist, min didît ku bi çar rengan hatiye xemilandin ji ber wisa ji min dixwest ku zimanê min jî bibîne, lê ji we venaşêrim ku min zimanê xwe daqûrtandibû ji roja çavên min li kum û potînên leşkeran ketibû.

Gulê keçeke bedew, çav kesk û bejin zirav bû, helwestên wê weke vîna jiyanê bûn, heger ne bêtir. Lewma ez bi hevaltiya pê re kêfxweş û şad bûm, ji xwe ji roja yekem de girêkên astengiya vexwarbûna ava çemê birînê şirove û bi lêv dikir. Tê bîra min gengeşeya pêşîn di navbera me de wisa bû:

- Divê omîda te bi te xurt be û zimanê xwe hînî tevger û ramanê bikî.
- Gulê, omîda min xurt e, lê ez ti derfetê ji zimanê xwe re nabînim.
- Derfet, ziman wê diafirîne û mirovantî di tevgera wî de ye.
- Ma tu li ber çavên xwe nabîne ku nêzîkaya çem tenê qedexe ye!
- Keçê ez ê nêzîk bibim û çi dibe bila bibe. De ka were em mijara xwe binvîsin û di qiraxa vê jiyana xerabe de tomarkin.

Xwezî min bi ya wê nekiriba, lê hewesa min ne kêmî gulê bû ku em vê kezebreşiya xwe tomarkin. Û bê ku em ji hevre bêjin, tiliya min beşdarî ya wê bû û te digot belkî yek raman em dimşandin, lewma diyar bû ku di dilê me herduyan de çare çiye bête nivîsandin.

Xêzên tîpan li ser rûpela bîrweriya me hatin diyar kirin, tîpa ç û pê re a û r û e! Bi xuyakirina tîpa dawî e bobelata me destpêkir! Çimkî em zîvirîn ku çar windabûye û e tenê li şûn waran maye.

- Ka çar? Min bi dengekî nizim got.
- Ka çar? Gulê bi qîrîn bangkir!

Kes û ne kes li derdora me vehewiyan, de her yek tiştek digot:

- Ev keça bêbext Gulê xewnan dibîne ..
- Wê çar revandiye û dixwaze me tawanbar bike!
- Tu ji xwe li vê dînê binêrin, ma gava " e " tunebe emê çibikin ji " çar "!
- Gulê ' e ' hebe bes e!

Gulê di nav vê gajgajînê de guhdarî kesekî nedikir, hey bi hêrs û qerebalex li çarê digeriya . Ji nav wê komê gundiyek qerase derket û bi çeplê Gulê girt, avête ser milê xwe û ji ber çavan winda bû. Ji xwe nefesa min bi zor diçû û dihat, çavê min zîz dibûn û ziman jî asê di binê çala devê min de mabû.Yekî ji halanvanan destê xwe li milên min xist û got:

- Em dizanin ku tu keçek bîrwer î û giringiya "e" dizanî!
- Ma gulê birin kove. Hema bi zor lêvên min lerizîn!
- Çû li çar bigere, xema mexwe û hay ji "e" hebe heta vedigere.

Min dixwest hîn jê bipirsim, lê pişta xwe da min û ji ber çavên min winda bû. Ji xwe berê tiştek li ber çavên min nemabû, ji bilî herdû lepên destê Gulê hildabûn, hingê weke du bêran bûn û bi tiliyên weke serê melêbên kayê bûn. De îca gava Gulê avête ser milê xwe çavên min li piyê lingê wE ketin, mal xerabî te digot belkî ev jiyana xwe tev pêxwas qedandiye. Li gor texmînê nimra piyan tev lepên dest dibû nod û heşt.
Piştî wê bûyerê rewşa min bi nehedarî berdewam dibû. Xwedê bide xortekî di wan dera re derket, jê re digotin Ce'fer. Hingî li ber barê min ê jihevketî rabû û yak carna bi piste pist di guhê min de digot: "Ez ê rojekê cihê Gulê şanî te bidim, lê divê tu bizanebî ku "e" rexnan û helwestan tev dipejirîne qava weke wî bêtin gotin." Ev yekê digot û pê re bi serhejandin gelek caran dubare dikir ku "ta tu li van deran bî, zimanê xwe ji devê xwe dernexe".

Êvarekê li dûr çar mehan ji windabûna Gulê, Ce'fer bi lez hat û di guhê min de got:
- Gulê di şikefta jor a tarî û xerabe de ye. Hay ji xwe hebe.
Ji xwe ne sekinî ta bersiva wî jî bidim, berê xwe guherî û çû. Ji wê rojê de min nema ew jî dît.

Rojekê bêdeng ez rajorî wê şikeftê bûm, lê ez matmayî mam gava min dît ku ew ejdeha nimre nod û heyşt li ber deriyekî hesinî rûniştîbû. Çendî çavê wî li min ketin weke qerasekî dîwaran rabû ser pêyan û bi dengekî zirînî got:

- Tu li vir çi dikî, keçê?
- E''e'e..z !
- Tu çi dibelqitî? De bicehim e..

Hengê bejin û bala Gulê li ber çavên min ket û hêrsek da min û hinekî zimanê min leqand:

- Dixwazim li şikeftê temaşe bikim.
- Keçê, bicehime. Ev girtîngeh e!

Ez paşîko vegeriyam û bi sistiyeke bêçare min serê xwe dernexûm kir, lê dengê wî canbazî diket guhê min, gava bangkir:
- Keça tole! Wê sibehê hevala te bête cem te..

Serê we gêj nakim çawa ew şev li min bûhirî û xewnên hişyariyê yên di mejiyê min de zîz dibûn. Bi qerebalixeke pir mezin roja dî em rabûn ser xwe û komcivîneke li dar ket, digotin ku ev dadiye! Dengê gengeşeke dûv û dirêj dihate min, bi tevayî li ser giringiya 'e" an "çar" û dawiya dawî biryar hate standin ku 'e" giringtire ji 'çar" û çi kesê vê yekê ne pejirîne, arjin û dijî ava çemê birînê ye!

Bangeke pê re hat tê de navê Gulê hate bi lêv kirin. Bihnekê me dît ku Gulê tête kişkişandin, çavê wê girtî ne û ji wêneya xwe ya mirovantiyê derketibû. Û bi laşhejandin ew canbazê gundî jê re got: "Zimanê xwe derxe ji bo dadî bibîne!" Gula belengaz zimanê xwe yê dirêj ji devê xwe derxist. Lê hema ew canbaz bi her pênc melêbên destê xwe yê hişk zimanê Gulê ji qevdê de girt û bi hêzek cenawer ragêşand! Ew ziman tev zengelokên xwe bi destê wî re hatin! Gulê ramediya li ser zemînê! Zimanê hemereng hate hildan bi çipkên xwîna sor xemilî û serfiraz bibû!!!

Dizanim ku ber çavên min reştarîbû, lê gava şiyar bûm kes nema bû li wê meydanê, 'e' û komcivîna xwe tev winda bibûn! Tenê çar rengê zimanê Gulê li zemînê mabûn!!..


Qmişlo 24/5/2002


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]