NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Mihemed Nûr Elhuseynî
Wêne: amude.com
Nerînên te

Gihiştin min
şevek pars û şikestî
Dar tê de bê av in
Steyrikên bêdeng in
Rojên drêj li cem mirovên yekmayî ne
Nerînên te
Roj in dijwar in
Matmayî hiştime!!
Ji êvarên xwe yên hênik
bêpar kirime..


derî

weke perwankê digere li roniyê
ez li deriyê te digerim
ez li deriyê jiyanê digerim
wayê derîkî ronîkirî
waye perwana min


dûrî

jimartina rojên dirêj in
xwenên sar in
ên tevzînokan bi me dixin
agirekî vemiriandî ye
arî ye
yara xapandinê ye
dûrî
kî ji me ye?!!


Leheng

şeveke sar û tarî
kolanên valabûyî
darên dilerizin
ji pêvi min
mirov newêrin
li ber pencera te
rawestin
bi sedê salan
dotmîra min..!!


were

bi mêvanî were
bi herdemî were
bi şev
bi roj
lê tu tiştekî di min de na guherî
lewra
tu
carêkê hat dil
û tê de ma
lê ... dîsa were


tîp

ez li ber pelgê spî rûdnêm
li dergehên tîpan dixim
bi xurtî
bi nermî
lepên min
xwîn dibin
lê nalerizim ez!!
Wan ne tîpên rengîn
li derghê min dixin
ving vingê dikin
lepên wan sor û zer in
lê.. ji kulîlkên buharê


gur

şevek wek
gurê manco
şevek şewtî
ji ewt ewtê
bûye arî
tişt nemaye giş bûye tarî
şevek bêbinî
şevek devê xwe bi isman xistiye
û har bûye.. ha ho..!!


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]