NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Kovan
Wêne: amude.com
Di geşbûn û kêfxweşiya zanistî da, fîlosofê elman ê navdar Friedrich Wilhelm Nietzsche biriyar girtbû ku hemî rexneyên ne-avaker bidê aliyekê, û xwe biket di xizmeta karekî fîlosofî tox da weke Also sprach Zarathustra (Zerdeşt wiha peyivî). Peyamên fîlosofî û ayînî yên pak ji giyan û deronê peyamberekî asîmanî, bê hemtayê çerxê xwe (Zerdeşt ), bûn armanca F. W. Nietzsche. Wî di fîlosofiya xwe da li ser pend û gotarên Zerdeştî (dirudên Xodê li ser bin ) pêkolîn kirin da ku vê gengeşa ku di naveroka xwe da fîlosofiyek olî ye, bêxît di şêweyekî fîlosofî da, bi kêşan û pîvanên rojavayî.

Pirtûk weke îro navdar e, pêk dihêt ji çar beşan. Belê ew ne hizira F. Nietzsche bû di destpêkê da ku vî karî berdewam biket. Dema wî di şubata sala 1883an da beşa yekemîn şande cem berpirsiyarê çapxanê, di hizira wî da ne bû ku li ser vî babetî berdewam biket ku nivîsîna wî du salan vekêşe, û bûn weke serê bişkojekê herweke ji nû vebît. Beşê yekem hate nivîsîn li kanûna duwem li sala 1883an li Rapallo, û beşê duwê li meha temuzê, di heman salê da, û yê siyem li kanûna duwem li sala 1884an li şarê Nice, û beşê çûwarem û dawiyê li kanûna sala 1885an her li şarê Nice bi dawî bû. Her sê beşên yekemîn rêkiribûn çapxanê, û hatin çap kirin û derkeftin, lê beşê çarê hat çap kirin li ser xerçê (hesab) wî bi xwe.

Bêgoman Nietzsche dizanî ku Zerdeşt kareke bi wate ye û koşişek gelek mezin jê ra pêwîst e. Her weha wî bawer dikir ku eger karek weha giran û giring biket, dê bîtin qunaxek nû, paye bilind di xizmet û pêşveçonên fîlosofi ya cîhanî da. Wî li sala 1883an di nameyekê da bo hevalek xwe nivîsî bû "Zerdeşt ez qurtal kirim". Her weha di Ecce Homo da jî, ewa ku ta sala 1888an ji nediyar bû di lîteratûr û cîhana fîlosofiyê da, gelek bi serkeftî pesnên vê nivîsê (Zarathustra ) diket. Nietzsche di vî karê wêjeyî û fîlosofî da îlhama xwe ji nivîsendeyê Amerîkî Ralph Waldo Emersin (1803-1882) wergirtibû ku di wî demî da F. Nietzsche li xwendina amadeyî bû. (Nietzsches Philosofie, Peter Thielst,1999)

Her weha F.Nietzsche gelek peyam ji navê efsaneyî û pêyxemberî yê dana û danerê olî yê Iraniyên kevin Zerdeştra û nêrînên giring li ser jiyana wî wergirtibûn. Ya ji hemiyê giringtir ew e ku Nietzsche bi pêzanînên dîrokî karek weha fîlosofî mezin li ser peyamberek kevin weke Zerdeşt, ku berî pêtir ji 2600 salan jiyabû, vekolînan biket, û careka din fîlosofiya wî sax biket, binît hebûnê, bi nivîskî bidet ber çavên xwendevanan. Nietzsche rêyek wiha peyda kir, ku çawa kesayetiyek weke (Zerdeşt), dîrokî, kevin ji tevlîhevbûna ronahî û tariyê bikanit pendan, li ser jiyanê bêjît ku yeke din nikarit bêyî ku nebît pêkenok yan di dij-hevgotinan da bi xeniqit. Kesayetiyek, weke Zerdeşt ku hêjaye bihêt gotin di jiyana xwe ya zûda dest bi mizgîn û axiftinên xwe yên pîroz kiriye, û bu karran yan guhhişkan axiftiye. Ji ber wê yekê ji Nietzsche sernavek gelek taybetî û vekirî ji pirtuk a xwe, dastan a fîlosofî Zerdeştra helbijart : (EIN BUCH FÜR ALLE UND KEINEN ) pirtûkek ji bu hemiyan û ji bu ne kesê. Li vir ti babet destnîşan ne kirin e yan ramanek diyar ne kiriye, ev tenha sernivîsek e ta, ku bikanibit mendehoşî, dûvçonê, û mereqê ji bu hinek yan gelek xwendevan çê biket li ser gotin a : Zerdeşt! Ew di dirastiyê da çiy e, û çima wî gotiye Zerdeştra?

Zerdeştê rast weke beri niha ji hat destnişan kirin peyamberek kevin yê gelên arî ye û li nêzîk salên 600 bz hatîye jiyanê , û ji berî zûtrîn fîlosofên siroştnas weke (Thales, Anaxîmander, Pythagoras ) jiya ye .Hêjayi gotinê ye, ku gelek fîlosofên kevin yên Greekî, kakil û naverok a babetên xwe yên bingehîn ji fîlosofi ya Zerdeştî, yan ji avêsta'ê wergirtiye, û bi taybetî li ser her ciwar fakterên bingehîn yên jiyanê (av, agir, bad û xak), (Marry Boyce, a history of Zoroastianism). Ev ayin a ku hatiye danan bi kênc a Zerdeştra (zoroastrism ) weke gelek olên din li ser bingehê şerrê di navber a hêzên pak û bedxwaz da, ku di Ahura Mazda û Angra Manyu yan (Ahrîmen) da kesayetî kiriye, û peristin a vî dinî jî bi qorbanî û cejinên giyan pakkirinê di hat pêşwazîkirin. Goftarên Zerdeşt yên pak hatin nivîsin û komkirin di Avesta' ê da, herwiha hatin veguhastin ji nifişekê bu nifişên din, ku ta roj a iro jî rûpelên wê li Iranê û Hindê peyda diben. Nietzsche tenha hinek nav û peyker ji Zerdeştra werdigirît, weke din ew bi xwe taybetmendiyên rêhberiyê di aferîn e. Ew taybetmendiyên xorhelatî hêdî hêdî di fîlosofi a wî da kêm diben û rewiştek Awropî, rojavayi, li xwe digir e, ev rastiye baş xweyaye demê mirov Zerdeşt ji nêzîk li ber çavan bigir e .
Di rastî da Nietzsche peykerên mytolojî yên melbendî li pişt kulturê Awropî rojavayî hevbend diket, wek em nasdiken: Dionysos yê Grîkî, Mosa yê cuhî, Jêsus (Isa) yê krîstiyanî, û herweha di başpeyivîn û zanist a xwe da li ser Apollon û Sokrates. Weke Dionysos, Zerdeşt yek ji erê-bêjan e û garanterê jiyanê ye bi pileyên yekemîn, weke Dionysos ew pêtrîn dimînît li derve di nava siroştî da, û hemî toxmên giyaneweran li dûr xwe kom diket, bi taybetî ji Sêr, dirûndehê kej, (ku bibu yek ji symbolên Nazîstan yên >> arîan << yên ne rast yan yên bi çewt û bed hatibun têgihandin ).
Weke Mosa, Zerdeşt ji çiyan dihêt xwar berew gund û şarên weletê xwe ta, ku gelê xwe di peyamên xwe yên Xodayî bigihînit û ji bu wan şiroveket, lê berûvajî Mosa, Zerdeşt ti tabloyên nû ji cem Xoda na hînit, belku ew bixwe wan peyvên Xodayî dinivîsîn e . Weke krîstus (Isa), ew peykerek e, ku bi tenhayî dijît û di gehît, lê ne li biyabanan, belku di nav çiyan û şikeftên welatê xwe yê çiyayî da - ji ber viyan a mirovan ew ji çiyan dizivirît bu nav gelê xwe ta wan ji tarîkê û bêdadiyê qurtalbiket : li vir ew ne tenha ji bu cawîdaniyê yan ji bu şahînşahî a Xodê hatibu , lê ji bu, ku " her yek bibetin ew, yê ku ew e". Nietzsche's Philosophie .
Mebest ji vê dastan a fîlosofî ku hatiye dariştin di çar beşan da ew e, ku Zerdeşt di jîyê sîh salî da ji çiyan dihêt xwar bu nav gelê xwe, piştî deh salan ji tenhayîyê, bi aşkirayî qesda nav a millet diket, û ji wan ra di axivît û wan agahdar diket li ser: "çi li dûv wan heye, ger ew hoşên xwe bihînin serê xwe".
Zerdeşt bi ser nekeft di car a yekemîn da, lewra diviya ji nû, ji tenhayî, hêzên xwe kom biket, bi qonaxek nû dest bi hizirên xwe yên pak biket û biçît di naxê mirovan da û wan fêrî raman a jiyanê biket, berî ku bibet dreng , berî ramanên ne ciwan tevlihev biben, yan dilreşî, ne-bextewerî û hevnegirtin, ku mirovan yekcar kerr diket .

Di dawî a rê da weke ku nîvroyek mezin, geş li cihê, ku jiyan ji dil divêtin xwe pir biket ji buyeran, Zerdeştra stiran a xwe a nîvşev di strêt, ew a ku pêwîst e tarîgewrikên xwerist agahdar biket ji jiyanê. Nîşan li ser vê yakê ew bu, ku sûnahiyek, weke şêrek bi hîmmet xwe li erdê tewan dibu, li ber lingên Zerdeştra, xwe bi evînî û ciwanî xemilan dibu û pal a xwe dabu wî, di ber ra kevokan govend li hindav a wan dikirin . >>Eveye spîde a min, roj a min dest pê kir : wiha wer e nok e tu, ey nivro a mezin!. Zerdeşt wiha axivî, û ji şikeft a xwe derkeft, gerim û bi hêz weke xor a spêdayan demê, ku berz dibît berew asoyê ji çiyayên tarîk <<
Bi vî awayî geriyanên Zerdeştra di nav a gel dikevin, ku ew di nav a gelê xwe, û li gelek deverên cur e cur e digerhît . Ji pehlewanên li ser werîsan, parskeran, şahan û heta moxên berê û mirovên tirsnak . Ev hemî gotin û yaştên Zerdeşt bun, ku bun e naverok a pertuk a F.Nietzsche "Zerdeşt wehapeyivî". Formê pirtukê weha bilind e weke ku li cem peyamberekê, weha helbestî ye weke ku li cem helbestvanek xort, pir-raman e weke ku li cem fîlosofek mejîyê wî di bin ber-aşên fîlosofiyê da hatiye hêran, dijwar e weke ku li cem rexnegirek avaker, û mêhreban e weke ku li cem evîndarekê.

Nietzsche di karê xwe yê fîlosofî da li ser fîlosofî ya Zerdeşt ya xoragirtin û serneçemandin li ber tengasiyan, û her wext bêjît belê bu jiyanê bêyi ku jê bê omêd bibet. Xwe, bi xwe ra rawestan, û li ser lingên xwe rawestê li gel hemî şêwe yên buyeran di jiyanê da, pirsgirêkan bi hebun û hizirên xwe çareser biket di qalibek viyan, ku mirov vêcarê ne yan carek din bi mirinê ra rû bi rûye û jêra bêjît: >>Eve bu jiyan ?
Ew dîmenê sermed û dubare werçerxan a cawîdanî : ku ew a mirov diket yan dibêjît, û ew a mirovî kiribu yan gotibu, divêtin xwe carek din û carek din vedigerinit .Ew ne tenha li ser wê çendê di peyivît ku hemî tişt sermed xwe dubare diken, lê raman ew e, ku çê dibît di gerdûnî da zagonek weha hebît.

Pêşmirov (übermensch).

Li vir em li pêş gotinek radîkal rû bi rû ne di "Zerdeştra weha peyivî" da , û di heman kat da ev gotineye, ku pêtrîn hatiye bed-bikarbirin û bed-têgihiştin. Karîkaturên Nazistan : pêşmirov weke (resen) regezê germanên (ariperist) yên serfiraz, serbilind, ciwantrîn û mêtrîn regez, pesend dikirin. Bêgoman F.Nietzsche bixwe li bend a vê ne bu, zêdebarî wê yakê ku hinek çêje yên dij-samîtîk li cem xweya dibun. Lê hinek bed-têgihiştin li hin derên din xweya diben û bi taybetî di Ecce Homo da. Ji pêş hertiştî ew teşwîhên ideal-romantîk bun, ku pêşmirov dana li pêş hemî kesê, weke toxmê mirovan yê here hêja, payebilind û pir ciwan û bi hoş. Ev pêşmirov e çîye ? Belê, mirov vê pirsyarê ji Zerdeştî bixwe biket, demê li ser vê yekê weha dibêjît:

>> ezê we fêrî pêşmirovayetiyê bikem. Mirov divêtin bi ser bikevît . Hewe çi kiriye ta hun bi ser bikevin?

Hemî aferînişan ta niha ji bilî xwe tiştek aferandiye: û herweha hun dixwazin biben ev mezinî a paşvekêşan a pêlên deryan, her biçin paş bu postaniyê ( heywan), li cihê hindê, ku biben mirov û bi ser mirovan bikevin.? (....)
Pêşmirov bi raman e bi erdê ra . Viyan a we divêtin bêjît: pêşmirov divêtin bibetin raman bi erdê ra!.
Ez ji we ra sûnd dixom gelî birayan: bawerî a xwe bi erdê ra bihêlin, û ji wan bawer neken ewên guhên we pir diken ji axaftinên vale û hêvî yên aşopî (xeyali)!
Ewê mezin ji mirovan ew e, yê ku bibet pirek, lê ne ji bu merem: ewê ji mirovan hez biket , ew e yê bihelêtin û avabibet (….).
Ez ji wî hez dikem ewê dijît ji bu pêzanînê, û wek dixwazît pê-bizanit ji bu, ku pêşmirov rojekê bijît. U bi vî awayi ew avabun a xwe dixwazit << (…) (Friedrich Nietzsche, Also sprach Zarathustra. beşê yekem ).

Li vir gelek tişt xweya dibin bi yek carê. Demê Zerdeşt dibêjît : bawerî a xwe bi rerdê ra bihêlin! Li vir ew rastew rast newekhev li gel krîstianiyê yan Islamê radiwestît, û dîtinek newekhev e li gel krîstiyaniyê yan ol a Islamê, li cîhan a sermed û giyanî, weke ku divêt bibet armanc a jiyanê ya bilind . Ji bu Zerdeşt xal a serekîn ew e, ku ji bu mirovê bêdesthelat, jar û perîşan diyar biket - ku Xodê wê mir e, û rastî ew e ya, ku jiyan a laş û giyanê mirovan bi erdê ra hevbend e , çi bi başî û çi bi xerabî .
Ji bu Zerdeştra ev rastiye bi şeraitên jiyanê ve hevpeywestin, ewên xwe nişan diden ji bu çêbun a pêşmirovan (übermenschen). Pêşmirov ew mirov e, ewê ku hemî tiştan ji bu mirovayatiyê li pişt xwe bihêlit, hêjayî gotinê ye, ku bi ser hemî Xodayan yên (butperistî ) bikevît, bihayên jiyanê yên ne-durost dad biket û xwe bi destê xwe bi hênit hebunê (existence) . Pêşmirov bi xwe nabîtin Xoda, belê dê bîtin ew mirov ewê bi xwe biriyar a xwe li ser tiştan bigirît, bi vî awyî dê bîtin - "ew kes yê, ku ew e ". Pêşmirov dê bîtin mirovek kok, wê bigehitin jiyan a bilind û aferîner. . Her weha di kanit bibet ew hêz ew a bi ser asteng û tengasiyan bikevit û xwe pêzanîn, yan nas biket, weke xal a destpêkê ew a, ku ramanê û bihagiraniyê didet jiyanê . Pêşmirov ti peywendî bi bingehê jînşinasî (biology), regezî yan metafîsikî ve nîn e, belê tenha hebun (existence) : weke symbol yan pêşwêneyek ji amadegi yên peyt yên jiyanê ye .

Pêşmirov ji bu Nietzsche deron û hebun e, weke ku mirovê di sedê ( çerx ) da dijît û amade bît ji bu her guhurrînekê . Pirsgirêk a mirov ew e, ku di zanit yan di kaniît pêtir bizanît ji ew a, bi bikaribît helgirît yan tehemul biket, di der bareyê aghdariyan li ser jiyanê, û pir sext e ku li paş xwe ve bi zivirît .
Nietzsche weke kesek pir- jîr yan birûmet her şêweyek jiyan a destsazî (artificial) yan sermestî wek nimûne (av yan şerabên serxweşker ), red dikit, bawer na ket ku bi vî awayê ( dionysosek sadde ) pêşmirovayetî cih bi cih bibet . Ji ber, çûnkû pêşmirovayetî serabek e, ku hêşta mirov ne gihiştiyê lê aşopek e weke, ku divêtin ji cîhan a hiziran derkevît û bibîtin goşt û xwîn di navber a mirovan da, û herweha - biçît di naxê hebun a mirovan da . Serabeke, belê ne ku mirov bi xwe bibet ew serab û di nav da bibet hêlim û bilind bibet asiman .Nietzsche bi xwe baştir ji hemî kesê dizanî, ku ew dubare zivirînên aspêktên jiyanê bi gotin gelek asantirin ta ji cih -becih. Kirinê.
Ji bu Nietzsche pir giring bu, ku mirovên nû divêtin dest ji wan Xoda yên kevin bihêlin, yan dest jê berdin, û ne kevin di kristiyaniyê yan hinek dindariyên din, û aşopên olên kevin da. Lê bi formên zanistî, xerîkbunên komelgehî bêxin di pêşkeftinê da, xoşiyê bi dîtinên xwe li ser bextewerî û şadumanîyê pêşvebiben.

Viyan ji bu hêzê

Tiştek pir diyar e, ku bi hebunê û viyanê,weke ku Nietzsche dixwazit palbidet pêş bi pêşmirovayetiyê, demê ew bi awayekî aşkera rê didet Zerdeşt ku xwe li dij rewiştên krîstiyanî û dualismê darêjît.
Giyan û jîr (eqil) axiftinek pir drêj li ser heye, û herweha ew fakterên serbixwe, weke ku dikanin li paş xwe bizivirin li dij laşî (cesedî) rawestin, û wî bêxin di krasê şermê da, ta ku xwe bi pêçan û perdeyan veşêrît û nehêt dîtin .
Belê Zerdeşt ramanek din heye : >> cesed jîriyek pir mezin e, pir hemerengiye li gel yek ramanê, ceng û aşitî . Laşê te birayê min jî jîriyêye, ew e, ewê tu jêra di bêjê "giyan " kargehek û de- zgahek biçûk e ji bu jîrî ya te ya mezin, >>ez << di bêjim tu bi vê gotinê serfirazê (Zerdeşt weha peyivî ) .
Belê ya mezintrîn ew e, birayê hêja , divêt bawer bikê - laşê teye û jîrî ya wî ya mezin e, li pişt hizir û hestên te, weke fêhrisek aza rawestaye, zanayekî ne-diyar e, navê wî tu bi xweyê. Ew di cesedî da dijît, cesedê te ew bi xweye <<
.(Zerdeşt wiha digot ).
Ne cihê gengeşye, ku vê rewişt a dualismê serejêr yan berûvaj bikey û cesedî danê li pêş giyanî û jîr (eqil) . Lê ji wê pêtir e : ku bizivirînê bu jor û jêr di der bareyê gotin a navdar ya René Descartes, "cogito ergo sum" - ez hizir dikem, ango ez im - lê Nietzsche li cihê vê gotinê dibêjît: >> ez hizir dikem, aferînerim, ango ezim<< û herweha >> ezim, ango ez hizir dikem << tecesidkirin a Ez (ego) yan xwe ( self) dihêtin pêş hizir a wê(ez), ji ber wê yekê cesedê rastî yê ez'ê (ego) û hestê wê diçîtin pêş pêzanîn a jîriya wê bi xwe . Ew ez, ewê di bêjît >>ez<< ew e : hizirên ez'ê ne li ser wê bi xwe ne, lê dihên piştî amadebun a ez'ê di nav cesed û viyan a xweda . Nietzsche giranî ya nêrîn û pêrspêktivan dide ser gengeşeya li ser laş û giyan, û kesayetiyê ji jîr(eqil) vediguhêzît ser (cesed) laş.

Ji fîlosofi ya Schoppenhauer, Nietzsche hînbibu ku giraniyê bidet ser viyanê , weke ku hêz a ajotin û bi rêvebirin a miroviye. Ji bu Schoppenhauer viyan (willen) zor giringe . Lê F.Nietzsche ji wextek drêj da weha têgihiştibu, ku viyan weke ajotinek kureye ji ber ku tenha mirovî di ajot ji bu hinek baştiriyê yan pêtirî ya jiyanê . Ew bi vî awayi tenha mirovî berew ajotin û dilniyayi ya jiyanê ve radikêşît, ku Nietzsche bi xwe gelek li dij bu . Ji ber wê yakê Nietzsche ji bu mirovan û mirovayetiyê xerîk bu, ku her wexit hizir biket, ku ew çi bu, ku viyan bi rêve dibir, yan lê di gera di ajotin a xwe da, û ew li vir aşkera diket, ka Zerdeşt di kevirên granîtê da çi di kola: >> tenha ew cihê jiyan lê hebît ,li wê derê viyan hey e: lê viyan ne ji bu jiyanê, belê- weha ezê te fêrkem- viyan bu hêzê! Gelek bi biha bigirin pêtir ji jiyanê bi xwe, bêgoman ji vê bihagirtinê - viyan ji bu hêzê dipeyivît !<< (also sprach Zarathustra ).
Sextî ji bu peyva a viyan û ji bu hêzê ew e, ku ew çi hêz e ew qas gengeşe li ser heye . Demê Nietzsche li ser hêzê, ser-asinî û cengê di axivît, wesa bi dînamîkek û têgihiştinek fîlosofî, ev vedigerit paş bu ser demê Heraklît (>> Ceng bavê hemî tiştiye << ) û Empedokles (>> evînî << rikeberî û kevin-hêzên aferîner <<). (Peter Thielst, Nietzsches Fîlosofi,1999 )
Her wexit tiştek heye ku mirovî divêtin, ewjî viyan e, û wê pêwîstî bi hêzê heye ta cih bi cih bibet, bigehît armanc a, ku mirov bizavê ji bu diket, û demê mirov bi wî karî radibît ewê mirov dixwazît biket . Ji ber wê yekê viyan ji bu hêzê meylek e di naxê miorvan da, hêz li ser xwe bi xwe hebît, berew, li ser şop a pêşmirovayatiyê biçît, ta mirov yakcar bibet xwe bi xwe, " ew mirov yê, ku mirov ew e"..

14/09/02


---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Xwendevan li Zankoy'a Aarhus- Danmark, beşê deronsinasî (psykologî)


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]