NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Konê Reş
-1-

Bahozê ji rewrewkê re got:
- Bi dûrkeve, xwe bide alî,
Te xelk bizdandin bi dîtina wan
Pêlên derewîn.
Rewrewkê lê vegerand:
- Ta ko sitemkarên wek te hebin,
Wê xapînokên wek min jî hebin
De ka emê herdu xwe nema bikin?!

-2-

Dara Hinarê gazî dara Zeytûnê kir:
- Wa dara Zeytûnê !
çima tu jî xwe wek min tazî û rût nakî?
Dara Zeytûnê lê vegerand:
- Heger te zanîba bê çendî tu kirêt û
megrûdî ye, te jî xwe tazî ne dikir…

-3-

Qenco ji neqenco pirsî:
- Pepûko! çi te daye pey qevciyê û
zarokên te têr nan naxwin!
De hela tu jî weke min bike,
Tê bibîne bê çawa rewşa te xweş dibe..
Qenco lê vegerand:
- Ji ber yên weke min, yên weke te hene
Zarokên te para zarokên min dixwin
Ezê weke xwe bimînim tu wek xwe bimîne
Mane Kurdan ji mêj ve gotine:
"Qenc kiro bi xwe kiro, xerab kirio bi xwe kiro"

-4-

Yê bê şerm û fedî gazî birayê xwe
Yê bi şerm û fedî kir:
- Çima tu wisa bi kul, xem û êşî?
Birayê wî lê vegerand:
Heger bêvla te bi şewitya
Bê gûman tê jî weke min bi kul û keser ba..


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]