NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
  "...Zarok ji bo Cezayîrê çûbûn sînemayê. Ji bo piştevaniya Serxwebûna Cezayîrê. Li dibistanan mamosteyan bi darê zorê zarok şandin sînemayê da ku li wî fîlmî binêrin. Navê fîlm, "Cerîmet-ul Nisif el leyl" ango "Cerîmeya nîvê şevê" bû. Paşî navê wê kirin "Semaya Nîvê şevê". Fîlm bi erebî bû, qaşo şoreşa Cezaîrê nîşan dida. Lê tiştekî ku şoreşê nîşan bide tunebû. Fîlmekî beredayî bû!
Ez wê çaxê 14-15 salî bûm. Ez çûm sînemayê lê ne ji bo ku temaşeyî fîlmê bikim. Ez ji bo birayê xwe çûbûm. Min digot, 'Ew biçûk e û dê di nava lingan de here...!'. Ez û cîranekî me çûn. Birayê wî jî tê de bû. Sînema pîs bû. Em çûn me ew anîn devê derî û me jê re du kevir danîn ser hev û me got ji xwe re li fîlmê temaşe bikin. Ez jî diçûm hûndir û derdiketim devê sînemayê. Hûndirê sînemayêgerm û nexweş bû. Hew me dît ku agir pê ket! Min bi destê birayê xwe girt û em derketin. şewat ji pêşî destpê kiribû. Wekî tu dizanî perde bi xwe spî ye. Me dît ji nişkave perdeya fîqspî, sor bû. Ronahiya agir hat. Me li pişt xwe nihêrî, me dît agir ji odeya ku makîne tê de dixebite, derketiye. Em zû derketin. Lê piştî derketina me, em bi karesata heyî hesiyan. Gava ku agir vemirî, cendek hatin derxistin. Wê roja reş û giran, li dora 180 zarok, ji ber pizotên agir û dûmana wê can dan....!".


Belê wisa dibêje Silêmanê Hecî Hûsênê Hecî Berko. Silêmanê Hacî Hûsên, yek ji şahidên "Şewata Sînemaya Amûdê" ye. Çendek berê li bajaroka Halternê ku bi ser Rêkenhaûsa Bochuma Almanyayê ye, em bûn mêvanê wî. Di rastiya xwe de, ez mêvanê kurê wî ango mêvanê hevalê xwe Sîrwanê Hecî Berko bûm. Ev yek jî bû sedem ku ez kesekî wekî wî binasim û gelek tiştên hêja jê hîn bibim.

Ji zû de, min dixwest ku li ser "Şewata Sînemaya Amûdê" tiştek binivîsîm. Ev mêvandarî bû sedem ku ez vê xwesteka xwe pêk bînim. Di wan rojên ku em mêvanê Malbata Berkoyan bûn, sîûda min xebitî. Ji ber ku wan rojan, Dayîka Fehîma Yûsiv, 'Pîra Siltanê' ji Amûda rengîn û hewqas jî dilşewat hatibû û li Almanyaya Xopan bûbû mêvan. Ev yek ji bo min firsendeke girîng bû. Fehîma Yûsiv, dayîka dostê min Sîrwanê Hecî Berko ye.

Me zend û bendên xwe bada, mil kûta hev û di rojeke xweş û geş de pirsên xwe arasteyî Pîra Siltanê kirin. Carinan bi laqirdî, carinan jî bi kişandina keserên kûr pirsên me bersivandin. Ew bixwe dîrokeke zindî bû. Ligel ku temenê wê zêdetirî 80'yî bû jî, bûyerên 50-60 sal berê, çawa ku îro qewimîbin, dihatin bîra wê û ji bo me vedigotin.

"...Wê roja reş û giran, li dora 180 zarok, ji ber pizotên agir û dûmana wê can dan....!".

Ev gotina ku me ji devê zavê wê Silêmanê Hecî Hûsên, li destpêka vê nivîsarê pêşkêşî we kiribû, her di bîra min de bû. Min dizanibû ku pêwîst e, Pîra Siltanê behsa vê karesatê bike. Behs kir jî. Lê werin bala xwe bidinê ku wê ne tenê ji me re behsa "Şewata Sînemaya Amûdê" kir. Em bi saya vê gotûbêjê, pê hesiyan ku "şewata Sînemaya Amûdê" şewata dûyem e. Li gorî gotina Pîra Siltanê, Amûdê 60-65 sal berê, ji hêla Artêşa Fransiyan ve serdanpê hatiye şewitandin. Ango li gorî wê "Şewata Yekem a Amûdê" hê di zarokatiya wê de pêk hatiye.

Piştî xweşbêjeke germ û çend gotin û galegal ên li ser hatina wê ya Almanyayê, derbarê "şewata Yekem a Amûdê" û "şewata Sînemaya Amûdê" de me pirsî, Pîra Siltanê bersivand....

******

Pîra Siltanê, xweşikahiya ku tu li Amûdê dibînî tu li vir dibînî gelo?
Ka min xweşikahiya çi li vir dîtiye lo..!?


Salihê Kevirbirî û Pîra Siltanê
Wêne: S. H. Berko
Te li Amûdê çi dîtiye?
Min li Amûdê dar û daristan dîtine. Cîranî li wê derê xweş e. Em her diçin cem hev...

Tu bêriya çi dikî li Amûdê? Ez bêriya zarokên xwe dikim...

Ew civatên li Amûdê xweş bûn, ne wilo?
Erê elhemdûlîlah, pênc şeş zarokên min li wir in. Ne yek û dudu ne.

Tenê şeş...?
şeş lawik û du keçikên min jî hene...

Pîrê ev bûn heşt heb?
Erê elhemdilillah...! (Keça xwe Fehîma Yûsiv nîşan dide) Ha ev jî neh.

Hemû neh heb in?
Yek jî li şamê ye...

Bûn deh zarok....
(Dikene) Çar keçik û şeş lawikên min hene. Erê weleh elhemdilillah...!

Civatên berê mane li gorî te? Ew civatên bîst sal berê, sî sal berê?
Nexêr kurê min! Her kes li mala xwe ye. Bes gava em li malekê digihîjin hev kêfa me tê. Em çaya xwe vedixwin. Ji xwe re diştexilin, henek menekan dikin û hew...

Ew civatên berê tu dibêjî îro nemane?
Na!

Wekî tê zanîn, berî çil salan li Amûdê şewateke mezin pêk hat. Sînemaya Amûdê şewitî. Lê ew şewata duyem bû. Emê piştre ji te bixwazin ku tu behsa wê bikî. Lê şewateke berê jî hebûye. Beriya vê hevpeyvînê te ji me re behs kir. Ya berê dema pêk hatiye tu hîn zarok bûyî. Gelo çawa behsa "şewitandina Amûdê" dikirin. Çi bûbû sedem ku fransiyan Amûd şewitandibû?
Erê erê! Wê çaxê me digot 'şerê Wetenî' (şerê Rizgariyê). Wê gavê hizb çêbûbûn. Hinek ji kurmancan bûne alîgirê fransa, alîgirên filehan û hinek jî man. Kurmancên ku bûbûn alîgirê Fransiyan û Kurmancên ku li dijî wan derdiketin li hev xistin. Gelek ji hev kuştin. Bû sibe, em çi bibînin!? Teyareyên ecnebiyan (fransa) girtin ser Amûdê. Ewê ku dilê wan xwest lê xistin. Amûdî revîyan çûn Tirkiyeyê. Eskerê tirk jî ew nehewandin. Tivingên wan ji stûyê wan girtin û bera wan dan. Ji wê derê jî berê xwe dan "Çiyayê şengalê". Ew misilman bûn. Melêkê Êlo bi xwe re birin di rê de kuştin. Yekî file bû jê re digotin Melekê Êlo ew birin û kuştin.

Wê çaxê tu çend salî bûyî?
(Dîsa Fehîma Yûsiv destnîşan dike) Wê salê min babê van kir ez hatim cem babê van.

Niha tu çend sal î?
Ez çi dizanim? 77-78 belkû bûbim 80 salî jî. Baş nizanim.

Em dîsa vegerin wan rojan...
Erê, bi serê babê min û te, îcar Mala Xelo, Apê Heso Û Mala Deqoriyan kişandin û kişandin û talan kirin û tiştên wan birin û agir bi Amûdê xistin. Îcar Amûd şewitî. Piştî ku dinya hinek sazkar bû, ji nûh ve vegeriyan û xaniyên xwe ava kirin û lê rûniştin.

Tê bîra te gava ku hidûd û sînor tunebûn û her kes diçû û dihat?
Hidûdên Tirkiyeyê?. Tiştê ez dizanim, her û her xeta hidûd hebû...

Lê wekî îro ne zor bû ne wisa? Xelk diçû û dihat gelo?
Erê, erê! Xelk dihat û diçûn tiştên wilo tunebûn.

Ji malbata we re, ji eşîra we re çi tê gotin. Hûn ji çi eşîrî ne?
Qirqatî.... Ez Qirqatî me, lê Bûka Berkoyiyan me. Berkoyî jî, bi islê xwe Daqorî ne.

Hûn Qirqatî ne? Li aliyê Serxetê jî Qirqatî hene.
Erê vêga jî hene li Serxetê. Gundekî Omeriyan. Erê Omerî ne Qirqatî.


Pûtê Sînema Amûdê
Mînakê zarokên şewitî
Hûn wekî Qirqatî têne nasîn, lê eşîra we?
'Mela Ehmed' dibêjin ji me re...

Ji we re dibêjin Mala Ehmed?
Erê. Du qebîle ne. Yek Mela Ehmed, yek jî Mala Hesen kurmamê hev in.

Vê gavê nasên we li aliyê Tirkiyeyê hene?
Ez ji ku nas bikim. Hebin jî ez nizanim....

Hene yanê...
Hene, ez nas nakim. Ew jî ketine veledan. Çûne Îzmîr mizmîrê wan. Hene çawa tunene....

Ez dixwazim em werin ser meseleya şewitandina Sînemaya Amûdê. Wê rojê hûn çawa pê hesiyan. Çawa çêbû? Hûn li malê rûniştibûn an li devê derî rûniştibûn, çawa çêbû. Ew dem çawa tê bîra we?
Me pal dabû. Em li derve, li serê xaniyan radizan. Em nûh wê şevê ketibûn hûndirê malê. Lawikê min ser destê min bû. şerîf û Hûsen çûbûn. Min dît hat. Min pirsî; "Çi bûye lawo?" Got: "Tew diya me raketiye!" Min got: "Çî ye kuro?" Got: "Rabe agir bi Sînemayê ket." Min got: "Baş bû agir bi sînemayê ket. Xwedê bike sînema here û venegere. Ma çi ye her roj du roj sînema?" Got: "Keçê zarok giş şewitîn, lawê apê Elî şewitî, Ezîzê Ciro şewitî." Got: "Xelk gişt şewitîn." Êdî bûbû heşir. Xew bi çavê kesî neket. Bû girîn û qîjîn. Yên me hemû jê filitîn. Hinek ling mingên wan şewitîn hevqas. Xelas bûn elhemdûlillah.

Çend kes?
Ji mala Hecî Berko em çend mal bin, xelas bûn...

Digotin çend kes mirine tê de?
Vîîî, gelek mirin lawo...!

Digotin çend kes mirine?
Qederê 180 zarok an şewitîn bûn qirik an jî fetisîn...

Tu navê çendan dizanî?
Weleh ez navê yekî jî nizanim...

Ha?
Na wîîî, ma ez ji ku dizanim navê wan!?

Erê em bêjin şewitîn, kengê cenazê wan hildan?
Cenazê wan avêtin camiyê û sibê xelk çû ku zarokên xwe nas bikin. Hemû şewitîbûn.

Ew roj çawa bû? Tu dikarî hinekî behsa wê rojê bikî?
Welleh ez nizanim. Ma qey tê gotin? Min dît lê ez nizanim bibêjim. Payîz bû. Wextê medresê bû. Em nû ketibûn hûndir. Îcar xelk kete hûndir û cenazeyên xwe kişandin. Ya Star! heta du rojan. Mal hebûn ku dudu çûn, mal hebûn ku sisê çûn, mal hebûn ku yek çû. Hema bêlome be, tiştê bi serê xelkê hatibû. Mihemedê Axê ku Lawê Seîd Axayê Daqorî wê gavê li qehwê bû. Dibêjin: "Weleh agir bi sînemayê ket." Ew dibeze tê. Kurekî wî hebû. Dibêje: "Welleh ew jî çûye." Lawikê wî di rê de tê pêşiya wî û dibêje "Yabo wegere, va ez hatim ez reviyam" Ew ji lawikê xwe re dibêje: "Kurê min, zarok û xortên Amûdê giş wekî te ne."

Hemû zarok bûn ne wisa?
Erê giş zarok bûn… Dibêje: "Giş wek te ne." Ew zarokên li nava sînemayê, carê didu didu; sisê sisê dixe bin çengên xwe xelas dike. Du derban tîne, derba sisêyan ew hesin dibê hir û bi ser wan de tê xwarê. Yên mayî hemû difetisin û dişewitîn. Bêlome be! Tiştê bi serê xelkê hatî, bila neyê serê gurê çiyan jî....!
Roja din li Amûdê şîn bû. Kesî zarokên xwe nas nedikirin. Hinekan kirasê wan mabû, hinekan diranên wan mabûn. Û hinek jî nehatin naskirin û hama gotin 'ev in'. Yekî digot 'ev yê min e', yekî din digot 'na yê min e'. Zarokên ku nehatin naskirin, bi hev re veşartin. Ziyaret û qebra wan cuda ye. Her du lawên Hemê, neviyên Silêman jî bi hev re veşartin.

Ji ber vê şewatê kesek hate girtin an na? Wekî sûcdarê vê karesatê ceza li kesî birîn gelo?
Belê çend kes girtin. Ew avêtin girtîgehê. Nêzîkî salekê tê de man. Diyar bû ku ne sûcê wan bû.

Agir ji ber berq û elektrîkê derketibû ne wisa?
Erê ji ber elektrîkê bû. Lê dibêjin dibe ku bi zanebûn derxistibin da ku zarokên xelkê bişewitînin. Lê ez bi xwe bawer nakim. Hûndirê wê kevn bû û ji bo dekorê çewal bi kar anîbûn û hemû yax û petrol bû, lewre agir zû bi wan ket. Zarok li hev siksikîne û piraniya wan fetisîne. Ji ber ku rê nedidan hev da ku birevin. Deriyê sînemayê jî, nîvî vedibû û nîvî venedibû.

Piştre dibêjin ku sînema hate girtin. Gelo zû vebû?
Hatin girtin, piştî çend salan ji nû ve li ciheke din çêkirin.

Sînema ji bo Amûdiyan tiştekî nebaş e, na wisa?
Tiştekî pir pîs e. Kesên navsere naçin. Lê kesên ciwan dîsa jî diçin.

Em dikarin bibêjin di her malekî de bi kêmasî miriyekî sînemayê heye?
Tu mal jê xelas nebûn. Heger ji malekê mirî tunebin jî, miheqeq birîndarên wan hebûne.

Ji mala we?
Pismamê me Dr. Sedeldîn destê wî şewitî. Dawûd, Fûad û zarokên Hemîd xesarên giran dîtin.

Ji bo gotûbêja me bi te re kirî, mala te ava Pîra Siltanê...
Xwedê te bihêle lawê min! Rebê Alemîn tu caran qiyameteke wisa bi ser kurê camêran ve neyîne înşelah...


18 Tebax, 2002

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
>> Dosêya Sînema Amûdê


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]