NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Salihê Kevirbirî
Wêne: S. H. Berko
Kirîvê vê sibehê wezê bi Çiyayê şengalê
Gola Simoqiya diketim îro gelî di gelî de
Kirîvê vê sibehê xwe berdabû
Derê Gola Simoqiya mîna kevoka şînwerdeka
Çemê Xebûrê di binî de
Ax kirîvê lê lê lê…



Dawiya salên 1980'yî ye. Li Batmana Kambax em li lîseya bi navê 'Yahya Kemal Beyatliyê'dixwînin. Ligel ku ciwanên 'kurdçî' û 'welatparêz' hene; her wisa jî xortên 'sûtal' û 'beredahî' ku ji çand, ziman, hebûn, nasname û şexsiyeteke pak bêpar in, ne kêm in. Aliyek ji van koman kovar û rojnameyên wekî 'Halk Gerçegî', 'Serxwebûn' û 'Berxwedan' tînin, bi dizî be jî dixwînin û didin xwendin; carinan jî bi Salihê Reşî ku şirîkê qantîna dibistanê ye şewr û mişawirên giran pêk tînin. Aliyeke din ji ciwanan jî, di dersan de şelafiya mamosteyan dikirin di tenefûsan de jî di nava toz û telazê de bi gogê (fûtbol) dileyistin. Piraniya wan, ji dêrî leyistina gogê, diketin pey nêçira keçikên delal! Piştî dema dibistanê heger bikaribûna biçûna 'Sînemayê Mehtabê', ji bo wan kêf, 'kêfa gurê pîr bû'.

Tegmen Demîr du sal li pey me dixwend. Bi bejn û bala xwe ji me girtir û qelewtir bû. Bi pozê tivingê li min dinihêrî. Yek ji şagirtên 'kurdçî' bû. Li Qantîna Remezanê Boz ku li hemberî hewşa dibistanê bû, min Emînê xerzî, Qudbedînê Ezexanecî û Mihemedê xalîcî zorê dabû cixareya dûviksor û guhê me jî li dengê Îbrahîm Tatlîses bû:

"Bîr kulunu çok sevdîm / O benî hîç sevmiyor / Kalbîmî ona verdîm / Artik gerî vermiyor….. (Min ji evdekî te gelek hez kir / Ew qet ji min hez nake / Min dilê xwe daye wê / Êdî bi paş de nade min…"

Tegmen ket hûndir bêyî ku silavê bide, ber bi teyîba qirêj ve çû û qaseta Tatlîses ji teybê derxist avêt çopê. Bandeke nû ji berîka xwe derxist, xiste teybê û pê li pişkova 'playê' kir:

"Hey felekê xayînê te çima li me wiha kir / Te konê me ji nava konan rakir / Te mala me xera kir / Te dilê dostan şikand / Dilê dijminan bi me şa kir / Felekê yeman xayînê yeman bêbextê yeman…."

Belê ev deng, dengê Şivan Perwer bû. Bêyî ku em tiştekî bibêjin me serên xwe berjêr kir û me jî guh da vê kilama kezebşewat.

Çendek berê li Batmanê nêçîra mirovan dest pê kiribû. Roj tunebû ku 3-4 kes li kuçe û kolanan neyên kuştin. Wê rojê dîsa bi bêbextî ciwanek bi guleyên qirêj hatibû kuştin. Ev çi zebanîtî bû? Çima herikîna xwînê ew qas erzan bû? Çend roj berê jî li pêşiya deriyê mala mamê min Silêman ku nêzîkî Aşê Zekî bû, 3 hevalên dibistanê bi hev re hatibûn kuştin. Jinikeke ji hewşa Hacî Bacet serê xwe di derî re derxistibû û ji wan re gotibû: "Wele we dîsa mala çend dayîkan mîrat kir…şahê Nexşebend jî mala we mîrat bike!" Bi van pirs û xeyalan ez jî ber bi cendekê ku jin li serî kom bûne ve meşiyam. Çentê di destan de ji destan pekiyabû, ligel defterên dibistanê û çend rojname kaseteke ku li ser 'Şivan Perwer - Konser' hatibû nivîsîn, kezeba min anî ber devê min. Min cara yekem ji şexsiyeta xwe û rewşa ku ez tê te bûm, şerm dikir… Ciwanê rûken û bejinbilind ne xerîb bû. Ez ne şaş bim daweta xwe jî nû kiribû. Ew Tegmenê me bû, Tegmen Demîr….

Ez bi xwe yek ji wan şagirtan bûm ku min hay ji 'kurdîtî' û 'kurdewarîbûnê' nîn bûm. Dev ji van bêjeyên pîroz berdin, îmana min ji van gotinan diçû û min xwe yek ji endamên sadiq a bîrdoza fermî ya tirk didît. Ez yek ji wan beredahiyan bûm ku min ji bo xwesteka rakirina ala tirk serê hevalê xwe şikandibû û çend sal berê jî helbesta min a bi navê 'Çanakkale şehîtlerî' (şehîdên Çanakaleyê) di pêşbaziya helbestan a roja mamosteyan de bûbû helbesta yekemîn. Lê dîsa jî ez yek ji bêsiûdan bûm ku ne leystika gogê dibû para min ne jî ez bi kêrî gera pey keç û qîzan dihatim. Ji xwe çend kesên wekî 'Kerem Çiftçî' ne tê de, rewşa tevahiya sinifa me wiha bû. Kerem car caran bi hinek gotinên felsefîk behsa bindestiya kurdan dikir. Piştre min bihîst ku hatiye girtin û demeke ne kin jî di girtîgehê de maye. Carcaran em li hal û wextê hev dipirsin. Ew jî evîndar û bengiyê Ahmet Kaya û Şivan Perwer bû.
Edî wisa bûbû ku min ji kurdiya dayîka xwe, sola piyê dayîka xwe û fistanê wê şerm dikir. Yekem car di wan salan de bêjeyên wekî 'serxwebûn', 'berxwedan', 'şoreş', 'şoreşger' û 'têkoşîn' ketin nav lîteratûra min.

Ne tenê 'kurdçî' û 'welatperwer' her wiha 'beredahî' û 'sûtalên' me jî behsa karesata 1988'an dikirin. Çivîkên hesinî jehrên 'xerdel' û 'sarînê' li ser deşt û newalên Helebçeyê reşandibûn. Wê êdî bi dehsalan kesî behsa heşînahiyê li Helebçe û derdora wê nekira. Kilama Şivan Perwer a bi navê 'Helebçe - Ferman e' bûbû benîşt û ketibû devê her kesî:

…….

Ax de wey lo lo de wey lo lo
Dîsa bombe û baran e
Her derî girtî mij û dûman e
Dîsa nale nala birîndaran e
Dengê dayîkan tê li ser lorikên wan e
Bavik bi keder xwe davêj ser zarokan e
Lê zarok mane bênefes bêrih û bêcan e
……..


Mamosteyê zikmeşk û serkeçel heta jê hatibû sîleyeke têrteqil û kafirane di rûyê min de teqandibû. Yekser bûbû herikîna xwînê û serê û çavên min di nav xwîna sor de mabû. Dilê wî rehet nebûbû, gezika di destê Remezan Efendî de kişkişandibû û darê wê ya dirêj di serê min de şikandibû. Pîrika min şefîqe li ber serê min, bi qasî hefteyekê di nav nivînan de mam. Min sûcekî gelek giran kiribû û 12 rojan jî ji dibistanê hatibûm dûrxistin.

Spas û Mala te ava Şivan Perwer…!
Rehma Rebbil-Alemîn li te be û dengê te yê zêrîn her li dinê be!
Sedema vê karesata ku bi ser min de hat, peydakirina kaseta te û ev kilama jorîn bû.
Mala te ava, ji ber tu bûyî sedem ku ez bi ser xwe ve hatim. Min qalikên xwe yên gemar bi saya serê te şikandibûn. Êdî min ji ziman, cil û berg û sola piyê dayîka xwa Fatîmeyê şerm ne dikir. Ji wê rojê ta îro min deng û awaza te ya zêrîn ji guhên xwe, kaset û sêlik (CD) ên te jî ji çentezenda xwe kêm nekirin. Soz ezê kêm jî nekîm.

Min berê jî bihîstibû ku ji ber peydakirina kaseta te, Metînê kurê şifêrê Qaymeqamê Misircê (Qurtelan) laqeyî îşkenceyên giran hatibû û 6 meh jî di Hepsa Sêrtê de raza bû. Lê wê gavê min oxweşikên xwe pê anîbû.

Piştî lêdana mamoste, min fêhm kiribû ku gohdarîkirina li Şivan Perwer xwedî berdêleke giran e û bi dayîna vê berdêlê bi hezaran kesên wekî min ji kurdîbûn û şexsiyeta xwe haydar bûne. Şivan Perwer yek ji qasidên hişyariyê ye li welatê me. Şivan Perwer qêrîna bindestiyê, awaza xeml û coşa welatê bab û bapîran e.

Ji ber vê yekê ez ji awaza Şivan Perwer hez dikim.
Şivan Perwer harmoniya dengbêjiya klasîk û stranbêjiya nûjen a muzîka kurdî ye. Li welatê me kêm stranbêj hene ku vê harmoniyê wisa bi hostane bi kar bînin. Şivan di goranîbêjiya kurdî de ekoleke nûjen e. Ji bo min 'xozan daxê' û 'Dêrsim e xweş Dêrsîm e' ya Evdalê Zeynikê çi be, 'Ferman e' û 'Zembîlfiroş'a ku Şivan bi Gulîstanê re dibêje jî ew e. 'Lawikê Metînî' û 'Silêmanê Mistê' ya Garabetê xaço çi be, 'Bavê Fexriya' û 'Bilbilê şeyda' ya Şivan Perwer jî ew e.

Min aleqa ji kesayetî û siyaseta Şivan Perwer nîn im. Piştî ku ne neyarê tevgera kurd be, hûrmeta min ji dîtin û ramanên wî re heye. Meseleya min bi muzîka wî ya qerase û dengê wî yê kafirstanî! heye.

Min ne bawer e ku li çarmedorê welatê me û Qefqasyayê kurdekî ku nav û dengê Şivan Perwer seh nekiribe, hebe. Wekî rojnamegerekî kurd, bêyî mûbalexa dikarim bibêjim ku di çend salên dawîn de rastî bi hezaran gotinên bi rengê: "Yek ji sedemên xwenaskirina min, Şivan Perwer e" hatime.

Spas Şivan Perwer spas….
Deng li dinê be………..


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]