NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Kemal Necim
1

Dîsa vexwndiyê kuştina xwe me
Dozdarên xwîna min
Vê carê
Hevalpiştên min bûn
Hinek ji wan birayên şîr,
Hevparên
Xew, xewn û xwîna min bûn.
Kî dikare xwîna min bispêre stûna
Konê xwe.
Kî dizane navekî
Li kuştina min bike...

2

Dîsa vexwendiyê kuştina xwe me
Vaye min hemû xwîniyên xwe
Koçî paytexta serdemên biyanî kirine
Hemû xwîniyên xwe;
Navê xwe yê rastî
Destnivîsên xwe
Bêhna porên yara xwe
Wêneya kalikê xwe....
Û ji bilî têra kuştinekê
Tu parçeyên laşê xwe jî nehiştin...
Kî dikare deriyê keleha xwe
Ji xwîniyên min re veke
Kî dizane navekî
li kuştina min bike....

3

dîsa vexwendiyê kuştina xwe me
hemû dadgeh
pêrgî gunehên min hatin
vaye yek bi yek
gunehên min bidardixin;
diziya agir
vexwarina helbestan
giriyê eşkere
yan bi dizî
ajotina welat û kuştina Beko
û ji bilî kuştina birayê xwe
li tu gunehên min nebihûrîn...
kî dikare dadgehên xwe
bide ber gunehên min
kî dizane navekî
li kuştina min bike...
.................


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]