NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 20 - 21.09.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
  Carna ku sirûşiya kurdayetiyê dikeve hindirê hebûna giyanê kurd, ew diheste ku em Kurd di valahiyek ramyarî û çandî de dijîn. Ji ber wê em xwe bi ziman û raman û çanda bilî xwe perwerde dikin, û em dibêjin Kurd jî wekî her gelekî di cîhanê de heye, û nameya hebûna xwe bi cih tînin. Lê hin kar ji rewşa me re divê, û kêmasî tê de li dar in.

Zimanê kurdî heye, lê ji zimanê me re yek tîp û rêzman û ferheng divên, da ku ji sînorên zaravan rizgar bibe, û bibe zimanekî kurdî, ne zimanê zaravên serbixwe be. Di warê Raman û çandê de gelek pirs xwe vedipirsin, ji wan: Çima Kurd valahiya raman û çanda xwe bi nîşanên leşkerî û şoreşvanî ve digrin? Çima bervedaniya kurdayetiya xwe bi raman û çanda gelên bilî xwe dikin? Kanîn jêderên dîrokî yên çand, raman û zimanê kurdî? Çi kar û xebat ji çare kirin û peydakirina bersivên van pirsên girêdayî re pêwîst in? Bi vî awayî nakokî şêt û gur dibe di navbera mejiyê kurd û vê vepirsînê de! Ji nişk ve, û hêjyayî bîr kirin, sipasiyê û rêzgirtinê ye, bersiva pêwist a mamosta EBDUL ÎLAH IBRAHÎM BAŞA EL-MILLÎ di peyama xwe ya bi navnîşana (peyamek ji rewşenbîrên kurd re) de, naveroka peyama mamoste MILLÎ di van xalan de tê kom kirin. Ji sedemên paşvemayina gelê Kurd, bişaftina çanda wî di ya bilî wî de, û li hevne kirin di navbera sîkolociya mirovê kurd û raman û çanda ku bi zorê ketiye mejiyê wî de, û ji berhemên wê li hevnekirinê, hişt ku mirovê kurd bîra xwe ya çandeyî û lêvegera ramyarî ji bîr bike, û bibe laşekî ji mejiyê bilî xwe re. Îro ustûbariya rewşenbîrên kurd vegerandina bîra çanda kurdî, da ku bibe lê vegerekê ji mejiyê kurd re, û rizgar bibe ji koletiyê bo ku em jî bi gelên din re peyama gerdûnî bi serî bikin. Wek ku Zerdeşt dibêje: "Bixebitin da ku hûn bibin ji koma kesên di ber bilindiya vê gerdûnê de dixebitin" û "belkî em jî bibin ji yên ku vê hebûnê nû dikin."

Ger kar û xebat nebe di ber kêmasî û aloziyên rewşa kurdî ve, bila rewşenbîrên me gazin û loman nekin, ji ber ku xuristiya peydabûna reşayetiyê û bêhêvîbûnê di giyanê mirovê Kurd de, gava ku sînorên pirsan li ber bilind dibin ta asîmanan, û bersiv di paşasoyên dûr de bên veşartin, û berheviyên hebûn û tunebûna kurdî bê çare bimînin, wisa mejiyê mirovê Kurd dibe goristanekw ji pirsên ku kar ji bersivên wan re divên, ji termên sawêrên bê hêz û bask re, ji ahîn û axînên tim û sermedî re ...!!!

9-3-2002


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]